|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Tatlises û helwesta min
03/02/09
Sayin Lotikxane silav li we ji ber ku silav silava
xwedê ye, belam bawer bikin ez jî helwesta we ya li hember hunermendê me yê
mezin û dizê hunera Kurdî sayin Îboþ, wek kekê Enwer Karahan protesto dikim.
Hûn dizanin gelî lotikvanan, ku sayin Zêrevan berê xwe da
TVê ya gelê Kurd TRT6 û di kursiya germ û nerma wê de rûniþt û bi mêranî reklama
nivîskar û þoreþgerên malpera xwe kir.
Tevî ku di jiyana xwe de ticar ne gihiþtime
wê aste ya bilind ku ez di malpera Zêrevanî de bibim xwedî nivîs, lê belê dibe
ku reklama wî bandora xwe li gelek Kurdên Swêdê bike û ez jî yek ji wan.
Îjar ya girîng ewe ku dibe rojek ji rojan ez û Îboþ di nava hêwan û dehlîzên
TRT6 a me Kurdan de em li hevdû rast bên û silavek xwedê bidin hev. Birastî jî
ez naxwazim ez û birakê me Îboþ werin hemberî hev û ji ber nivîsa we ya di
Lotikxanê de li hember wî þermezar bibim.
Loma ez we protesto dikim û desteka xwe didim Enwer Karahan.
Bendî Welat
welat73@hotmail.com