Lotikxane |
Nemeyek
xatirxwestinê ji Apê Lezgîn re
Tê
bîra te Apo.... Apê Lezgîn....
Em rûniþtibûn me derdê xwe û welat ji hev re digotin, dora te þên bûû te li
teva guhdar dikir.
Te fikra min ji min pirsî, min jî bi dixweþî bersîva te da.
Min got: Apo.... heval westîyane, têk çûne, bi dû kulîça ketine, li xwe hay
bûne ku doza mezin li gor bejna wan giran e û ji bin ranabin. Lê li xwe danaynin
li xwe mukur bên, vekirî destê xwe ji nava vê dozê bikþînin û li mala xwe
rûnin...
Bersiva te her gav ev bû ku gerek dilsozê dozê hemû destê xwe bidin hev û van
kesên wisa bînin ser riya rast.
Te gelek keda xwe da vê yekê, te bi her derfetên xwe bi înad xebat û kara xwe
kir ku tu vê yekê pêk bîne. Lê mixabin Apo.... sed hezar car mixabin tu bi ser
neket, van hevalên ne heval bûn sebebê koçbûna te.
Kî dibêje çi bila bêje... Yên ku te kujtin ev heval bûn, yên berê te dan mirinê
ev heval bûn, yên piþta xwe dane te û îxanet li te kirin ev heval bûn.
Tu baþ zane Apo.... ku kekê min berxikê ber dilê te bû, ronîya çavên te bû. Kekê
min ji bavê xwe hez dikir, rêz û qedrekî mezin dida te û tu car ne dixwest dilê
te ji wî bimîne.
Lê çi heyf û mixabin derdê hevalên ne heval hat û li paytexta Siwêdê di serê te
û kekê min, malbat û hemû dost û hogirên te de teqiya.
Oxira te ya xêrê be Apo…
Nav û kiryarên te yên giranbiha her û her wê di bîra me de be.
Bendî Welat
13.11.2009