Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Wille û bille helal be cîgerim !

Nûrojê Hebizbinî- 07/04/08-Êlih- Yaw birastî jî van DTPî yan xwe dayêyê ha. Bi telaq heçê heqê wan bixwe wê rasterast berê xwe bide cehnemê, wîî! Mêrikan natirsin û gotina "Kurdistanê” ji ser zimanê xwe navêjin. Werhasil, dibêjin wekîlê DTP kekê me Bengî Yildiz di kongreya DTP a þaxê Êlihê de gotiye:”Cîgerlerim, canlarim, gurçiklerim, Kurd êdî doza Kurdistanek otonom dikin. Kurd efûyek giþtî dixwazin, ji sîstema Îmralîyê re dibêjin naaaaaa!” filan û fîstan.

    Û piþtre jî qîriyaye, destê xwe li masê xistiye û gotiye:”Keko brao! Em wek millet hazirin di zindanan de razên, tu bedêlek tune ku emê nikaribin bidin. Me hêza xwe di Newrozan de eþkere kir, heger dewlet ne kor be wê bibîne. Em li vir in, hewce nake hûn çiyayên Kurdisyanê bombebaran bikin, ên li serê çiyê brayên me ne, ê de werin me jî bombe bikin haaaaa, hey min di we kirino!” filan û dîsa fîstan.

   Werhasilî kelam, Bengîyê me wek beranekî kol dewleta virqo da ber poþ û pehînan û tirr jê berdan ellawekîl!

Kuro her bijî qardeþim, wille û bille mêranî xweþ e! Hema bi derewan be jî, gotinên rast xweþin û tu sax!