Lotikxane

 

 

Bengîn Elegez

 

 

 Agir û pûþ li cem hev nabin

 

Aqûbet li kakacanan be

Rayedarên dewleta Kazakistanê biryar girt ku derbasî tîpên latînî bibe û toqa naletê ji stuyê xwe derxîne. Wezîrê Kultur û Enformasyonê Muhtar Kulmuhammed, di vê derbarê de got ku „em dixwazin toqa naletê ya tîpên Krîlî ji stuyê xwe derxînin, dest bi tîpên latînî bikin da ku em û dinya medenî bibin krîvên hev“ filan û fîstan.

Kulmuhammed, bi berdewamî got ku wê tîpên latînî di pêþketina welatê me de bandorek mezin bilîze û di vê derbarê de serokkomar Nursultan Nazarbayev desthilatdarî daye wezîrê perwerde û zanîstê. Kulmuhammed got ku wê ev pêvajo hinekî wext bistîne ji ber ku divê berê xelkê Kazakistanê ji vê lotika latînî re bê amadekirin.

Werhasil, Kazakistanê lotika tîpên latînî kir bernameya xwe û dixwaze dev ji Krîlî berde.

Û Kurdekanên me yên baþûrekan?

Ewê kengî biryarek netewî wergirin û dest bi tîpên latînî bikin kaka? Ma hûn nafikirin ku dev ji wan tîpên þeytanokî berdin, dest bi latînî bikin û Kurdan bikin yek millet, Kurdistanê jî bikin yek welat canekem? Madem hûn dixwazin bi rêya Tirkiyê xwe bighînin Ewrûpayê, çima hûn helwestek Kurdewarî nagrin û destpêkirina tîpên latînî naxin bernameyên xwe kaka? Yan hûn yekîtîya milletê Kurd naxwazin?

Axir, Kazakistanê lotikek avêt û aqûbet li kakacanan be rebbî...

26.11.2009- Moskova

 

 

 

 

Fantazîya Kamasûtra qûn li wan qetand

 

Bengîn Elegez- 14/04/09-Moskova- De werin li vê sosretê, li vê ecêba kesanedî binerin. Tê bîra min, gava kûçik li hev diketin (bazdidan ser hev) carna bi hev ve dizeliqîn û heta demek dirêj nikarîbûn ji hev veqetin. Ango, haletê kûçik di dêlikê de asê dima û dernediket. Lê min qet bîr nedibir ku wê rojekê ev sosret bê serê mirovan jî.

 

Li Rûsya jin û mêr (Ivan Sokolov ê 56 salî û Valentîna a 51 salî) xwestine fantazîyekê têxin jiyana xwe ya seksê û hevdu gevizandine. Herdu lotikvanan xwestine li gora pirtûka ku dostekî wan diyarî wan kiribû, bi pozisyona Kamasûtra hevdu germ û nerm bikin û tirrê ji hev berdin.

 

Welhasil, rabûne pirtûk xwendine, li wêneyên pirtûkê temaþe kirine û xwestine bi þiklê „Sezlong“ê seksê bikin. Lê çi bê serê wan baþ e hûn zanin? Damarên arkuna jinikê hatine hev, kramp ketiye wan û xiyarê rebenê Îvan Sokolov di kunê de asê maye, hew derketiye. Yanî, wek kûçik û dêlikê bi hev ve zeliqîne. Çi kirine nekirine ji hev derneketiye. Xwe avêtine bextê Îsa û Mûsa çênebûye, xwe avêtine bextê Pûtîn û Medvedev çênebûye, dua ji Gorbaçov û Lenîn re kirine dîsa derneketiye. Rabûne bang li ambûlansê kirine û kirine hawar.

 

Axir, herdu bi hev ve zeliqandî rakirine nexweþxanê. Gava textor li wan mêze kiriye çi bibîne hayhooooo, wek beroþ û qapaxê bi hev ve zeliqîne. Rabûye textor beg gotiye:“Min di we kirino, ma hewara Kamasûtra û Sezlongê bû? Gerek we di xortanîya xwe de Kamasûtrakî qûn li hev biqetanda, ma niha“ û lotikek li wan xistiye.

 

Welhasil, piþtî ku textorê reben demek dirêj tiliya xwe di qûna herduwan de biriye û anîye û wek motorê terektorê dohn kiriye, hêdî hêdî damarên jinikê nerm bûne, veziliyane û xiyarê rebenê Îvan gotiye „fiþt“ û jê derketiye.

 

Dibêjin piþtî vê bûyerê, Îvan efendî bi sê telaqan sûnd xwariye û gotiye:“Tobe go ez carek din gûyekî wilo bixwim. Law ma bavê min Kamasûtrakî bazdabû ser dêya min, ma kalikê min bi Sezlongî bazdabû ser pîra min, kê kuta bû min go ez di vî temenî de lotikên Kamasûtrakî bavêjim law“ û ji mirinê filitîye.

 

Îcar qardaþim, hay ji xwe hebin û hûn jî wek Îvano gana Kamasûtrakî neceribînin. Heger we ceriband jî hesabê qûna xwe bikin û hûn ji min re sax…..

(Kamasûtra teknîka seksa Hindîyan e)

 

Sukhinova bû lotikvana dinyayê

Bengîn Elegez- 14/12/08-Moskova- Lotikvana nermik û germik, bedewa Rûsî Ksenya Sukhinova, di pêþbirka „Mîss World 2008“ de bû bedewa cîhanê û tirr ji bedewên 109 welatan berda.

Sukhinova ku wek liqûmekê þîrîn, wek agirê cehnemê germ û wek çêleka nav garanê har e, bi vê lotikê pêþeroja xwe garantî kir û wê ji îro û pêde dest bi reklam, flîm û zîtirkên çapemenîyê bike.

De xwedê bikim Sukhinova bibe qismetê qiraseyekî Kurd û belkî hema bi xêra wê çend qirûþ li me jî bigerin.

 

 

Kero nemir buhar tê

 

Bengîz Elegez- 02/12/08- Moskova- Dibêjin „Mirîþka birçî di xeana xwe de garis dibîne“. Îcar ev jî mesela me û serokê Partîya Kominîst Gennady Zuganov e.

 

Zuganov kêfxweþîya xwe ji derketina qrîza aborî re anî zimên û got:“Oxxxxx, bi telaq wê ez qrîz bi kêrî partîya me bê. Xelk çiqasî birçî û belengaz bibin, wê xwe li partîya me bigrin û emê jî lotikekê li Pûtîn û Medvedev xin, tirrê ji wan berdin û bibin hikûmet“ filan û fîstan.

  

 Erêêêê erêêêê. Kero nemir buhar tê, pîrê nemir giya û pincar tê!

  

 Law ma heta lotikvanekî wek Vladîmîr Pûtîn serê hefsêr bikþîne, ma dor tê Partîya Kominîst cîgerimmmmm!

 

Bela Kurdên me xwe bi xeyala "biratîya Tirk û Kurdan" bixapînin, û tu jî di xewna xwe de ala Partîya Kominîst li ba de, heheyyyy, bi telaq me kir tirrr!

 

 

 

 

Qeddafî tirr ji rebenê berda

Bengîn Elegez- 06/11/08-Moskova- Seroê Lîbyê Mûammer Qeddafî mirovekî entîke ye. Çadir û konê xwe di bin çengê wî de ye û diçe kîjan welatî hema wek koçeran konê xwe vedigre.

  Vê carê jî li Moskovayê konê xwe vegirt û mêvanên xwe qebûlî bin çadirê kir. Lê a xweþ ev bû ku Moskova bajarekî pir sar û cemidî ye. Ne elektrîk di bin konê Qeddafî de heye, ne jî kalorîfer. Mêvanên ku tên serdana wî tirr di wan de dibin fiss û ji serma bi xwe de dimîzin. Di serdana seroka Ûkrayna Yûlîa Tîmoþenko de jî ev sosret çêbû. Rebena Tîmoþenko ji serma wextî biqefiliya û di bin konê Qeddafî de ruhê xwe radestî melkemot bikira.

   Lê Qeddafî jî Qeddafî ye haaaaa....Çare li cem wî kêm nabin. Rabû ji Tîmoþenko xanim re menqela êgir dada û ew ji mirinê xelas kir.  

Welhasil,

   Dibêjin Tîmoþenko xanimê bi sê telaqên mêrberdanê sûnd xwariye, li dê û bavê xwe heram kiriye ku carek din di bin çadir û konan de serdana Qeddafî bike.

   Îcar ka serokên wilo bê mesref yabo haa? Ne otêl jê re pêwistin, ne koçk û sera. Çadir û kon ji Qeddafî re hebin, nameta herî mezin ew e ellawekîl!