Lotikxane

 

Beranê Gunikreþ

 birjen.jhr@gmail.com

 

 

 

 

 

 

Baþqantiya min ne welê-melê ye haaa!

 

Cîgerlerim Kurdino, yaw me ji zû va laqirdî nekiribû ha. Law bila xwedê teala bibe wekîlê min û yê we gurriyan ku ez gelekî hêrs ketime. Hûn dizanin, gava Kurd hêrs dikevin serê xwe didin pelixandin, lê yê dijminê xwe qet nayînin bîra xwe, ne wilo? Law bi rastî jî loma em bûne pepukên hemi qûnekên Tirk, Ereb û Faris dînime îmanime.

 

De ez werim ser mijara xwe.

 

Piþtî ku ez gelekî hêrs ketim, min got: „Law Berano, oxlim, de tu jî here giraveke dûr û bikeve nav quleke kûr û dirêj, êdî bes e!“.

 

 Ez serê we neêþînim, lê ku biêþînim jî ji xirrê kerxanecî Misto ve sayin gurçiklerim, min kîtabeyên kek Hegel û Markîs (xalê me Marks lo) jî girtin û çûm. Piþtî çel rojan min îmana kîtabeyên Hegelo û Markîso teneke kir. Lê tabî ez dîsa pir hêrs ketim.

 

Law ez çi di van kîtabeyan da bibînim baþ e hûn zanin?

 

 Bi navê xwedayê bimbarek û mimbarek, min dî ku Hegelo û Markîso hemi fikrên min dizîne û wek milkê bavê xwe ha ha li ser kaxizên kunek rêz kirine ellahime kîtabime. Him jî bi þiklekî xwaro-maro nivîsîne kezeblerim, nivîsên min tev dejenere kirine û li gora xwe wek lastîkê virde wêde kiþkiþandine. Hey tifûûû li vî þensê min yê qûnde be û hew!

 

Lan cîgerlerim, Kurdino, ma ez hertim nabêjim civaka me ya konfederalîst, komînalîst, gundîyalîst, jinalîst û mêralîst tevda kole ne û filan û fistan? Lo wellahî ev gotin gotinên min in û Hegelo, Markîso û Engelso ji min dizîne, wîî!  

Yabo herin kîtabeyên wan bixwînin, heger pirtûkên xwe ne ji ber gotinên min kopya kiribin ji xwe ez bi tiþtekî nizanim, waweylê!

 

 Belê cîgerlerim Kurdino, baþqantiya baþqanên sosyo-ekolojîk qet xelas nabe. Her ku mirov jê dixwe û dixwe, ew dibin wek beranên kol. Welle bi serê min û we, hezar sal jî derbas bin nabêjin “ihi”.

 

28.12.2009

 

 

 

 

Xalê min Zinarê Xamo sor bûye lo!

 

Beranê Gunikreþ- 12/10/09-

 

Sayin lotikvanino,


îcar ez mecbûr im ku bersîva nameya xalê xwe yê jîletçî bidim, yan na wellahî wê min bi paþpalkî siyarî kerê belek bike yaw. Xalê min li ser programa Bûka Baranê rabûye tapanan û giliyên gelekî zanyarî û siyasî dike û weha bi ser min da dike qîreqîr:
 


"Lawo Beranê Gunikreþ, lan bê derpiyo, tu ji Meletiyê yî, hela ji xalê xwe ra koka vî bêbavê Îlyas Selman baþ bikole. Bîstek berê di derekê da ez lê rast hatim, bêbav ji texmîna min jî pîstir bûye, dibêje ew ne Kurd e, "Tirkmen e" û loma jî ”xwe Tirk” qebûl dike

Gelo rast e ku ne Kurd e?

Bi xêra eynî çavkaniyê ez fêr bûm ku ew nivîskarê kovara "Turk Solu" ya faþîst e.

Min heta do bi þev ev yek nizanîbû, ez bîstek berê fêr bûm. Kovara Turk Solu ya faþîst û kesên pir û pir tahlûke ne, dixwazin hemû Kurdan qir bikin, dibêjin li ba dikandarên Kurd tiþtan nekirin. Dibêjin Kurdan Tirkiye îþxal kirine.

Yanî kesekî di wê kovarê da binivîse ne tenê "bênamûs e", merivekî pir û pir tahlûke ye jî.

Ez fêm nakim Nîlufer Akbal çawa ban merivekî hewqas xerab û bi tahlûke dike?"

 

Filan û fîstan…

 

Bersîva min sayin cîgerlerim:

 

Ohhh Xalo,

 

Welle ezê çawa koka wî bênamusî derxim xalo. Ya rast ti kes naxwaze ku ew kuçikê heram ji miletê wî/wê be dînime îmanime. Lê ez dibêm (paxdon, bila kerê meleyê gundê me bi têra xwe têxe wî) ji "tesedufen" (haþa ji ummeta li vir) Kurdekî alchax e. Bawer nakim ku tirro Turkmen be, ew tenê gotina qûnektiyê ye wellahî. Ez jî dizanim ew Türk Solu çi qewad e. Îcar ev Îlyas Salman-ê xiyaroxlî xiyar ji nivîsandinê çi fam dike ku di wir da dizure?

 

Bi xwedê-medê ez jî fam nakim apo, ka ji ber çi xatun Nîlufera nermik û germik ew pîsikê bê kezeb dawet kiriye? Bila bi sê telaqên mêrberdanê mêrê wê ji wê berdayî be, ihiii. Yaw carekê vê keçikê baþqanê parlamentoya Lotikxanê jî anîbu ber tenurê û nan û xwê pê dabû xwarin wîîîîî. Offf offfff, de were û neqehire yaw.

 

Binêre xalo, qet nayê bîra wan ku beranên wekî min dawet bikin, jibo ku ez bi têra xwe îmana wan gerzekên Îlo bikim çeqilmast. Lê tew xiyar û teres ketine dora tenurê û hew. Ka ew kurdên berankîîîîî û gunikreþ kaaaaaaa?

 

 

 

 

Lan oxlim, çima carekê ez nabim baþqan?

Beranê Gunikreþ- 05/10/09-  Yaw babam ez jî dixwazim carekê bibim "baþqan" wîîî! Ma qey ez ji Eyþika Ereb im sayin pir muxterem cîgerlerim hi? Ez gelekî baþ dizanim ez ê çawa mista xwe li ser maseya nermik û germik bixim dînime îmanime.

 

Sayin pir muxterem hevalno, bi sê telaqên jinberdanê hisûsîyet û taybetmendîyên serokatîyê ji min dibarin ha. Law heger hûn simbêlên qeytan bêjin, aha va ye wekî daristana bê rê ye di bin pozê min yê berankî da ellahime kîtabime. Tew ji xwe pirça sînga min ji daristanên Latîn Amerîkayê jî bi tovtir e, tam 101 hirç karin xwe di nav de veþêrin,  qet rê-mê jî nikare di nav ra derbaz be. Ji xwe pozê min 29,5 kîlo mezin e, tam pozê beranan, pozê baþqana ye. Kuro ew baþqanên ku îro Ata-zinêkar-ê bêbav dikin ewliya, wellahî di dema xwe ya qedîm da ji min ra digotin "Beran abê" lo, wey!

 

 Ê de ka bêjin ha oxlim, ji min pêve kîjan baþqan kare 101 hirçî di nav pirça sînga xwe de veþêre? Kîjan baþqan ji min baþtir dikare simbêlê xwe bade û serê wan bike wek þûjinê ha? Hele ka pozekî 29,5 kîlo li ser kîjan baþqanî heye babam?

 

Na qardaþim na! Dora min li ser tenûra baþqantîyê ye. Ez wek baþqanekî qirase, karim bi sê telaqên jinberdanê sûnd bixwim û bêjim: Ne baþqanekî wek min simbêlboq û pozmezin be, tu beþerê xwedê nikare vê meselê ji binî ve hal bike û xelas.

 

Lan oxlim, yê ku "baþqantiya min" qebûl neke, bila bi sê telaqên jinberdanê jina wî ji wî berdayî be û wek Barack Obama reþo meþo be, ihii! Offf babam of, mirdim kaka mirdim……