<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BERAZÊ MISILMAN

 Xalê Guhbel- 18/07/08-Swêd-

Dilê ku nexweþ e, êdî bila ji mirinê netirse. Lewra va ye Swêdiyan du texlît dil çêkirine. Çi merivê ku dilê wî yan jî dilê wê nexweþ be û nilkaribe pompekirina xwînê bike, Swêdî hema bi qirikê digirin û li nexweþxaneyekê radizînin, didin ber kêr û meqesan û dilê nexweþ jê dikin, dilekî nû pê ve didirûn û piþtî sê rojan diþînin mala wî.

 

Li ser guhartina dilan, hêj 350 sal berê Melayê Cizîrî gotibû, aaaaxxx ...þoxeþengê zuhrerengê dil ji min bir, dil bir ji min... lê kesî jê bawer nedikir ku Melê behsa vê yekê kiriye. Niha Swêdiyan du texlît dil afirandine. YEK: Dilê beraz.... DIDOOO: Dilê nayloooon...

 

Niha hûnê bêjin: Yaho çawa dilê beraz? Yanî dilê wî berazê ku Xwedê ew heram kiriye? 

Erêêê, bi neh telaqên jinberdanê, nefsa wî berazî ye.

 

Lê piþtî ku Kurd ji ber zilma misilmanan reviyan û çûn Swêdê, serê pêþî rabûn eþed bi hinek beraz dane gotin û ew misilman kirin. A niha ew berazên ku misilman in, dilê wan dixin þûna dilê kesê dilnexweþ û careke din wan radikin jiyanê

 

Li gor ragîhandina textorê Lotikxanê ku ji navenda dilê berazan agehî wergirtiye, mesele weha ye:

- Dilê beraz bi kal û pîran ve dikin. Lê dilê naylon, bi kesên can û xort ve dikin.

 

Îcar sosreta mezin ku li kalekî Kurd rûdaye ev bû: Dema ew kalê Kurd diçe nexweþxanê û dilê beraz pê ve dikin, piþtî derketina ji nexweþxanê diçe mizgefta Tikan û melê Tirk dibê: Sofî geçirmîþ olsin, sene ne olmîþ tu çûye nexweþxanê? Sofî jî mesela ku dilê berêz pê ve kirine û ji mirinê rizgar bûye, dibêje.

 

Îcar hûn dizanin ku çi li sofî diqewime? Naaa, dêqehbê mele û sofiyên cemaetê tev li kalê Kurd dixin û wî ji nava mizgeftê derdixin derva ku qaþo dilê beraz heram e û divê nekeve mizgeftê. Dema Kalê Kurd davêjin derva, kêlên dirûtina dilê wî difidiqin û heta ku enbulans tê, dimre.

 

Piþtre þerekî dijwan di nava nimêjkerên Kurd û Tirk de dest pê dike, heta ku me ev nûçe weþand jî, þer berdewam bû... Lê hê kes nizane kê tirr ji kê berdaye. Lê dibêjin nimêjkerên Kurd xwe li dê û jinên Tirkan ceribandine û bindoxîna jinên wan kirine wek seradê, qulqulî kirine. Ne derpî bi jinên wan ve maye û ne binkiras.

 

Îcar tembîya min li Kurdên misilman û bi xîret be, bi her sê telaqên kerxanecî Misto, Kurdên ku di mizgeftên Tirkan de nimêj kin, Kurdên ku li dû melayên Tirk nimêj kin, ji îmana xwe dibin û %100 diçin cehnemê û hûn sax!