<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Helbet canim, ma kî dixwaze bela Tirkên hov bîne ser xwe

Av.A.Dîlan- 30/06/08-Enqere- Dibêjin Alîkarê Serokwezîrê Iraqê kak Berhem Salih, civînek bi wezîrê dewleta virqo Kurþat Tuzmen re çêkiriye û piþtî civînê herdu derketine pêþberî çapemenîyê.

Berhem Salihê me gotiye:“Canlarim û cîgerlerim, wê dezgeha wezîrên Iraqê ji bo avakirina Iraqê îhaleyên nû veke. Emê erk û desthilatdarîyê bidin Serokwezîr Nûrî El Malikî da ku di serî de van îhaleyên qirase bide dewletên cîran û di serî de jî bide Tirkiyê“ filan û fîstan.

Ê tabî canim, ma kî wêre û kî dixwaze bela dewletek mîna Tirkiyê hov bîne ser xwe bavê min, wey! Hema çend îhale, çend bîdon petrol û çend qirûþan têxin bêrîka wan û bela wan ji xwe vekin û hew newlo!

Werhasil, kak Berhem Salihê me tiþtekî ji bîr dike ku, Tirk ne îhaleyan lê petrola temamê Iraqê jî bistînin dîsa têr nabin û wê her desttêwerdanên xwe bidomînin. Çima? Kurdistan kaka Kurdistan! Ma heta gotina „Kurd“ li ser zimanan be, Tirk bela xwe ji we vedikin canekem?

De neyse, îhaleyên we li ser xêrê bin rebbî! Hema carekê bi xeletî îhaleyekê bidin Lotikxanê jî qardaþim, ma em ji Eyþika Ereb in wîî!