Lotikxane

 

 

Bêrîvan Al

 

 Mala pîrê sitara pîrê ye

 

Tenê nexwîne, hîn jî bibe xaltîkê!

 

Bêrîvan Al- 05/11/09- Amed- Li ser bextê esrarkêþ û cilêtçîyên bajarê Amedê be, dibêjin parlamentera DTP a Amedê xaltîka me Aysel Tugluk, a ku ji þildim bildima Tirkî pêve nizane û qet niyeta wê tune zimanê Kurdî jî hîn bibe, wê di roja “Rojên Edebiyata Navnetewî” de qaþo ji bo piþtgirîya zimanê Kurdî romana Þivanê Kurmancan a Erebê Þemo bixwîne û lotikekê bavêje.

 

Ji bo piþtgirîya zimanê Kurdî xwendina çend rêzên romana Þivanê Kurmancan ha! Wey bavoooooo wey bavo xaltîkê! Aferîn û her bijî! Te mesele safî kir.

 

Îcar hûn dên û bala xwe bidinê gelî xwendevanan, xaltîka me Tugluk xanim li ser navê Kurdan di meclîsa Tirko de ye, xwedêgiravî yek ji berdevkên Kurda ye, rojekê tenê jî jê re nebûye meraq ku zimanê Kurdî hîn bibe, lê wê ji bo piþtgirîya zimanê Kurdî çend rêzan ji romanek Kurdî bixwîne. Ma îcar ev ne þoreþ e gelî xwendevanan?  Hînbûna zimanê Kurdî jê re ne derd e, þildim bildima Tirkî zimanê wê ye, ji zarok, ciwan û mezinên Kurdan re dibe nîþana asîmîlasyonê û wê rabe ji bo piþtgirîya (ev çi piþtgirî ye nizanim) zimanê Kurdî ji bo xatirê civata hazir çend rêzan bi Kurdî bixwîne. Hehey, wey ez bi qurbana vê helwesta þorbenîskî bim.....!

 

Îcar ezê pirsekê ji we bikim gelî xwendevanan. Destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bersiva van pirsên min bidin:heta tu van þîretên min nexi serê xwe

 

Kesî dîtiye ku parlamenterek Tirk, Ereb û Ecem bi gelê xwe re bi zimanê Ingilîzî, Çînî yan Japonî axivî be? Kesî dîtiye ku yekî Tirk dev ji zimanê xwe berdabe û aþiqê zimanê dagîrkerên welatê xwe bûbe? Çima tenê em Kurd dijminê ziman, adet û toreyên xwe ne hewarê? Çima kesên ku derhemek Kurdayetî di ruhê wan de tuneye dibin rêvebir û nûnerên Kurdan ji bo xatirê xwedê?  Çima rewþennebîr û siyasetnezanên me aþiq û evîndarên ziman, rabûn û rûniþtina dagîrkerên xwe ne hayho? Ma hema ji nav dinya û alemê ev pelûla koletî û kêmþexsîyêtê bi serê me Kurdan de rijiyaye xwedêo?

 

Axir, baþ yan xerab, ez helwesta xaltîka xwe Aysel Tugluk pîroz dikim û hêvîdarim gava  romana Þivanê Kurmancan bixwîne, roman ji destê wê nekeve û li ber bê neçe.

 

Û ez ji xaltîka xwe re pêþniyazekê jî dikim.

Piþtgirîya zimanê Kurdî bi xwendina çend rêzan nabe. Hîn bibe xaltîkê, hîn bibe. Bi Kurdî biaxive, bi Kurdî bixwe û vexwe, bi Kurdî bifikire, bi Kurdî lotik û zîtirkan bide xwe û bi Kurdî xewnan bibîne. Yan na, ez bi serê te û Kemalîstên bajarê Tûncelîyê kim, wê marê min bê xewna te haaaaaa!

 

 

 

Kî dibê evîna rasteqîn tune?

Bêrîvan Al- 19/07/09- Dîlok/Entab- Gellek ji me gava serpêhatîya evîna Mem û Zînê, Ferhad û Þîrîn, Siyamend û Xecê, Leyla û Mecnûn di pirtûkan de dixwînin, bawer dikin ku ew evîn tenê çîrok in û di rastîya jîyanê de evîna rastîn tineye. Ji ber ku di serdema îro de evîn û evîndarî bûye wek lîztika zarokan û destpêk û xilasoka wê nexuyaye, yekcar kes hew bawerîyê bi hebûna evîna rasteqîn tîne. Lê ev bûyera ku li bajarê Dîlokê qewimî, hebûna evîna rasteqîn carek din raxist ber çavan.    

De binerin bê evîn çawaye û keç û kurên ciwamêran ji bo evîna xwe çawa canê xwe didin.

Li navçeya Þehîtkamîl, taxa Þîrînevler a bajarê Dîlok (Entab) a bakurê Kurdistanê, xortê bi navê Muhîttîn K (22) û dilgirtîya xwe, ji ber evîna xwe xwe bi darekê ve daliqandin û koçberî meskenê evîndaran bûn.

Herdu evîndaran, gava dîtiye ku malbatên wan ji evîna wan re dibin asteng û nahêlin ew bigihên hev, ruhê þîrîn kirine qurbana hezkirin û evîna xwe û xwe bi hevre daliqandine, destê xwe ji vê jîyana gewrik kiþandine.

Îcar hûn dibînin bê êþ û azara evînê çawaye ne wilo?

Birastî ev evîn û evîndarî çawaye ka hûn ji min re nabêjin gelî lotikvanino? Ez 27 salî me û hîn jî nizanim tam û lezîza evînê çawaye lo. Ji kerema xwe kesê ku pelûla evînê bi serê wî/wê de rijiya be, bila ji min re behsa wê quzilqurta evînê bike ji bo ku ez jî bibim xwedî tecrûbe û serpêhatî babam, waweylê! Gelo evîn ji þorba nîskê xweþtir e? Yan wek goþtê birajtî ye?

 Na na canim, wilo nabe… Evîn, evîn, evîn, hella hellaaaaa ya siphan ella! Law ev  ne wek mehîra bi sîr be babam?

 

 

 

Nîlufera me lotikek xweþ avêt ellawekîl

 

Bêrîvan Al- 21/01/09-Amed-TRT6 ji hinekan re bû derd û kezebreþî û ji gellekan re jî bû þanazî û dilxweþî. Kurd bi piranî weþana TRT6ê wek gavek erênî û lotikek pîroz dinirxînin. Lê helbet hinek jî, ji ber ku ne di bin kontrol û bandora wan de ye, wek îxanet û cehþîtîya kulturî bi nav dikin û didin zîtirka.

 

Axir, çi dibe bila bibe, cehþîtî dibe, pîroz dibe nabe tiþtekî din, lê ez wek îmana xwe dizanim ku weþana TRT6ê xizmeta pêþdeçûna zimanê Kurdî dike û wê hest û moralekê bide ku keç û xortên me wêribin li zimanê xwe vegerin, îlhamê jê bistînin û ji sloganên terîqetî xelas bibin. Qe nebe belkî em bi xêra weþana TRT6ê li adet û toreyên xwe yên berê, li rêz û qîmeta ku berê hebû vegerin û wê alozîya civakî ji holê rakin. 

 

Welhasil canim, Kurd civakek mezin e û helbet wê fikrên cuda, nerînên ne wek hev jî derkevin holê. Lê mesele ew e ku divê em her tiþtî di bin kontrola xwe de nebînin û her Kurdê ku bixwaze xizmeta ziman û kultura xwe bike wek xayîn û cehþ bi nav nekin. Divê em ji bîr nekin ku, her gav û helwestên Stalînwarî bi xwe re dijberî û antîpatîyekê jî tîne, dibe sedema rêlibergirtina demokrasîya nava civaka Kurd û Kurdan mehkûmî hest û helwestên nebaþ jî dike. Ji ber vê, ez dibêm berî her tiþtî demokrasî ji Kurdan re lazim e.

 

Pêwiste berê Kurd demokrasîya navxweyî pêk bînin û piþtre demokrasîyê ji xelkên din re bixwazin. Lê mixabin em lotikên berevajî davêjin. Ji xelkê re demokrasî lê ji Kurdan re Stalînîzmê dixwazin. Ramana „Yan ji min e, yan xayîn e“ di civaka me de bûye wek nexweþîya kansêrê û ketiye can û bedena me. Ev jî bûye sedem ku Kurd mecbûr bimînin xwe li alîyekî bigrin, bixwazin nexwazin lotikên bêdilî xwe bavêjin û bibin goka nav lingên herdu alîyan. Bibin hevalê Xelo dibin „terorîst“ û bibin hevalê Celo dibin „cehþ û xayîn“. Ev jî ne li xêra Kurdan lê li xêra dijminên Kurda ye. Ev 30 salin ku evê nexweþîyê xwe li can û cesedê me pêçaye, em dikin û nakin Kurd ji vê nexweþîyê azad nabin yan nayên azadkirin.

 

Çi digot rehmetî pêþewa Qadî Mihemed? Digot:

 

 „Kurdistan mala her Kurdekî ye, mafê tukesî nîne hesûdîyê li himber endamên wê malê bike. Ger hûn zanibin  kesek kare di wê malê de karekî bike, dev jê berdin bila bike“.

 

Îcar bihêlin qerdeþim, bihêlin bila her Kurdek li gora karîna xwe xizmetekê ji çand û zimanê xwe re bike…..

 

Welhasil, mesele me li ser lotikvana Kurd, hunermenda germik û nermik Nîlufer Akbal xanim bû.

 

Nîlufera me ji malpera Rûdawê de gotiye:“Mezintirîn þer þerê kulturê ye. Di berxwedana Agirî de Kurd nebûn yek û serhildan têk çû. Çawa Celadet Bedirxan dît li Agiriyê Kurd têkçûn, xwe da xebatên çand û ziman, ez jî wisa! Madê min ji siyasetê xeliya ye. Ez Kurd im, muzîsyen im, karê min muzîk, ziman û kultur e. Siyaseta kesî min eleqedar nake. Heta ji min hat ezê xizmeta muzîk, ziman û kultura xwe bikim. Dijminê herî mezin asîmîlasyon e û þerê herî mezin jî þerê kulturî ye“.

 

Îcar gelî lotikvanan, bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa, li gora min jî dijminê herî mezin „asîmîlasyon“e û þerê herî mezin jî þerê kulturî ye.

 

Werin li Kurdistanê bi çavê serê xwe bibînin, heger asîmîlasyonê qûþ li Kurdan neqetandibe û dijminê riknê milletê Kurd ne asîmîlasyon be, ez bi tiþtekî nizanim.

 

Nenerin çend nivîskar, hunermend û rewþenbîrên me bi Kurdî diaxivin û dinivîsin. Piranîya me, heta bi kal û pîrên me jî ketine ber lotik û zîtirkên asîmîlasyonê û malik li wan viritî ye. Tew ev serokên me, qaþo siyasetmedar û generalên me hene ya, ewan qirra zimanê Kurdî anîye, bi þildim bildima Tirkî siyaseta Kurdî dimeþînin û xizmetek baþ ji asîmîlasyonê re dikin.

 

Di þûna ku em dijminatîya TRT6, weþana zimanê Kurdî û hunermendên wek Nîlufer Akbalê dikin, em dijminatî û dijberîya wan Tirkên ku di nav tevgera Kurd de bi navê Kurdan pêl serê Kurd û zimanê Kurdî dikin bikin, ne bixêrtir û pîroztire cîgerlerim?

 

Yan hesabê malê û sûkê li hev dernakeve?

 

 

 

Soza xwe bîne cî, emê te li ser serê xwe kin xaltîka Emîne

Bêrîvan Al- 16/08/08-Amed- Li ser bextê rojnama Azadîya Welat be, dibêjin di pîrozbahîya salvegera rojnama Azadîya Welat de hevseroka DTP xaltîka me Emîne Ayna xanim gotiye:”Cîgerlerim, ji ber ku ez bi Kurdî nizanim û di þevek têkildarî Kurdî de wek Kurdekê bi Tirkî diaxivim, pir xemgînim. Ez ji bo vê yekê rexne li xwe digirim. Ez soz didim ku di sala bê de di 15`ê Tebaxê de dema ez derketim pêþberî we ez bi Kurdî biaxivim. Ji ber milletek bi zimanê xwe dibe millet. Lazime em hemi li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo vê jî divê hemi Kurd Azadiya Welat bixwînin." Filan û bêvan.

   Rast û derew, xêr û guneh di stuyê rojnama Azadîya Welat de be, lê heger xaltîka me Emîne xanim ev gotin gotibin û li ser soza xwe bimîne, bi hersê telaqên mêrberdanê ezê wê li ser kolîna xwe kim û ji bo xatirê çavên wê li ber strana “oynama þiqidim þiqidim” govendê bigrim.

   Henek li alîyekî xaltîka Emîne, lê nasname û ziman hebûna milletekî ye. Îcar li ser soza xwe bimîne, dev ji wî zimanê “þildim-bildima Tirkîya Kemalîstan” berde û kêfa cewrikên dêlegura Asenayê li me neyne qurban.

Bi vê wesîlê ez salvegera rojnama Azadîya Welat jî silav dikim û xizmeta wan a di derbarê zimanê Kurmancî de pîroz dikim.

 

TEVKURGê da bin dûvê dewletê

Bêrîvan Al- 30/06/08-Amed- Kurd êdî li xwe û dîroka xwe, li paþeroj û pêþeroja xwe xwedî derdikevin û bi mêranî diparêzin. Berî bi çend rojan li Amedê serokên þoreþa 1925an Þêx Seîdê þehîd û hevalên wî hatin bibîranîn û lotikek li dewletê ket.

 

Beþdarên civînê ewqasî xweþ peyivîn, gotinên rast û xweþ gotin ku bawer bikin hêsir ji çavê me gindirîn. Bi taybet parêzer  Sitqi Zîlan pir eþkere hebûna Kurd û Kurdistanê parazt û da xuyakirin ku divê Kurd êdî rastîyên xwe eþkere bêjin û li hebûnên xwe xwedî derkevin.

Di serî de Sitqi Zîlan, Îbrahîm Guçlu, Mihyedînê Batmanî û gellek ji beþdaran dîtinên xwe anîn zimên û brînên me kewandin.

 

   Sitqi Zîlan di gotinên xwe de anî zimên ku piþtî îdamkirina Þêx Seîd û hevalên wî ne Kurdayetî û ne jî misilmantî winda nebûye û nabe jî. Tirk, Ereb û Farisan tu maf nedane Kurdan û ev maf ne di dijî hiqûqa mirovatîyê ye. Wek her milletî mafê Kurdan jî heye ku bibin dewlet û di dewleta xwe bi bi azadî û serfirazî bijîn” filan û bêvan.

 

Werhasil, TEVKURDê dîsa lotikek bêîman li dewletê xist û tirr ji wan berda. Bawer bikin heger her Kurd bi vê mêranî û bi vê dilgermîyê li doza xwe xwedî derkeve, wê tirr ji Kemalîstan bê berdan û emê rojek zûtir ji wan xelas bin

 

Çi ji pakêta Recebo derket?

Bêrîvan Al- 28/05/08-Mardînqapî/Amed- Dibêjin "terîya sa rast nabe". Yanî, tu terîya sayekî (kûçikekî) heft salan têxi qalib û jê derxi, dîsa wek xwe dimîne. Îcar ev jî mesela me û rayedarên dewleta Tirko ye. Hilbijartinên herêmî nêzîk dibin û serokên partîyên Tirko yeko yeko berê xwe didin bajarên Kurdistanê. Çima? Ji bo dîsa Kurdan bixapînin û bi pakêtên virt û vala me gêjo-mêjo bikin. Îro Recebo hat, sibê Denîzo tê û dusib jî Dewleto, Hirço û Keftaro.

  

Ez serê we neêþînim. Ji zûde min ji Lotikxanê re nenivîsandibû. Ma yabo siyasetmedarên me dihêlin? Em bûne wek mirîþka gêj bavê mino, wîî! Me xwe li Lotikxanê û Kurdperwerîya wê girt lê li xweþîya hinek alîyan neçû. Rabûn kozik û kemîn danîn pêþîya me çend lotikvanan û ji me re gotin "hûn îlkel mîllîyetçî ne - neteweperest in, Lotikxane ruhê Kurdayetîyê di dilê we de geþ dike, serê we diþo û dike wek çeqilmast" filan û fîstan. 

  

Werhasil, me jî hinekî xwe sisto-misto kir û xeletîyek kir. Piþtî me fêhm kir ku çeqilmastê Lotikxanê ji dew û mastê gellekan xweþtir û þîrîntir e, em li xeletîya xwe poþman bûn û va dîsa em dibin îlkel mîllîyetçî bavê min! Ez bi serê bav û brê xwe kim, Kurdayetî, Kurdayetî û heta bi mirinê jî dîsa Kurdayetî! Kuro ma serê bênamûs dire gorê qardaþim? Hema bila rojek bi namûs be û ne jiyanek bênamûsî be û hûn sax!

  

Werhasil,mijara min li ser sermezinê Recebo bû. Sermezinê ku bûk di çavê wî de hatiye û çavê wî bûye wek zotika mirîþkê, hat Amedê û dîsa çend derewên qirase kirin. Îcar qaþo bi pakêtekê hatibû haaa! Me jî digot qey birastî mêrik biaqil bûye û wê hinek reformên demokratîk bike. Lê çi aqil û çi hal. Mêrik dîsa rabû wek papaxan gotinên xwe dubare kirin û got: Pirsgirêk aborî ye lan! Pirsa Kurd, mafê wan dîsa bi aborîyê ve girê da.

 

Bi kurt û Kurmancîya gewrik, Recebo dîsa tirrek kir û ji pakêta wî çi derket hûn zanin? KUNDIR!