Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

  Pirtûkek nû

Sîrwan H. Berko                 JIYAN HELWEST E (Nivîsarên rexneyî)

 

Ji nav weþanên do li Stenbolê bi navê „Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ yekemîn pirtûka rojnamevan Sîrwan H. Berko derket.

 

Di vê pirtûkê de 21 nivîsarên rexneyî yên bijarte hatine weandin, ku nivîskar ew di du salên dawiyê de di Malpera Amûdê (www.amude.com) de weþandine.

 

Sîrwan H. Berko di pêþgotina pirtûka xwe de dinivîsîne:

 

“Di nav me Kurdan de rewþeke wilo peyda bûye, ku pir kêm kes diwêrin ji neheqî û xerabiyên navxweyî re bêjin na. Kesê ku vekirî nerîna xwe bêje, ew rastî hemî þêweyên êrîþ û çewisandinan tê. Hêzên kurdî yên xwedî desthilat bi mebest Kurdan ji bo berjewendiyên xwe dixapînin, wan di tariyê de dihêlin.

[...]

Ev nivîsar nerînine subjektîv in û teqez ne bê kêmasî ne. Ew bersiva çanda koletî, xapandin û þelafiyê ne. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîstiya me bi çandeke eþkere heye, ku mirov bikaribe þaþitiyên di nav me Kurdan de bi nav bike, bêyî ku ev yek mîna dijminayetiyê bête dîtin û mirov li ser jiyana xwe bitirse.”

 

„Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ ji 88 rûpelan pêk tê.

 

Sîrwan H. Berko:

 

 - Di sala 1977ê de li bajarê Amûdê ji dayik bûye û di dawiya sala 1990î de koçberî Elmanyayê bûye;

- xwedî û berpirsê Malpera Amûdê (www.amude.com);

- endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (dju) û Federaliya Rojnamevanan a Cîhanî;

- xebatkarê serbest ê dezgeha televizyon û radyoyê ya elmanî “Westdeutscher-Rundfunk” (WDR, Funkhuas Europa);

- peyamnêrê Kurdistanê yê rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a navneteweyî

- nivîsên wî bi kurdî û elmanî û herweha wergerên wî yên ji elmanî, ingilîzî û erebî di gelek malperên internêtê û komek kovar, pirtûk û rojnameyan de derketine;

 

E-Mail: sirwan@amude.com

 

-----------

Sîrwan H. Berko

Jiyan Helwest e (Nivîsarên rexneyî)

Weþanxaneya do

Stenbol, Beyoglu

Tel/Faks: 0212-2430153

E-Mail: doyayinlari@hotmail.com