<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Li Îranê heram bû, li Tirkiyê xwe helal kir
Ebû Cengo- 05/08/08-Qamiþlo- Li ser dîn û îmanê fesadên Qamiþlokê be, dibêjin serokê Sûriyê Beþar El Esedê bejinelokî li Îranê serdana Mehmûd Ehmedînejadê bejinnîvmetro kiriye û herdu serokan hevdu bi dilekî pirr germ himbêz kirine. Piþtî serdana Îranê, Esed û xanima xwe derbasî Tirkiyê bajarê Bodrûmê bûne û xwe di ava behrê de helal kirine. Tê gotin ku li Îranê ji bêhna tirr û fissên Îranîyan bêhn bi Esed ketibû, heram bibû û þeytan pê keniya bû. Piþtî hatiye Bodrûmê, xwe di ava behrê de helal kiriye û ji toz û tirabêlka Tehranê xelas bûye. Serdana bajarê Bodrûmê û ketina behrê ji çapemenîyê hat veþartin û kes pê nehisiya. Li gor tê gotin, wê Beþar Esed bi mahneya betlanê zêdetir serdana Tirkiyê bike û di bin perdeya betlanê de bi rayedarên Tirkiyê re bide û bistîne. Werhasil, Beþarê me li Îranê heram û li Tirkiyê jî xwe helal kir.
|
|