|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Beþîr Melle
Ey felek
Kulîlka baxê terîqa xiznewî
Bîn veneda li vê gulistana xelet
Li keþtiya rast û heqîqî bû xwedî
Êku þûrê Elî hilde ka xelet ?
Menbera lefz û îbaratê te þêx
Doza itqa vî gelî bûye xelet !
Þêx Seîd Seyid Riza bi qadîre tên
Þopa van pîrê mezin nayê xelet
Þêxê min hem sazê Mûsa Enterî
Qamiþlo xwiþka Amed be tê xelet?
Wa bira Tirk û Ereb û Farisan
We verþand taca Selahedîn xelet
Em li neslê Ehmedî tim bûn xwedî
Ji bo iþqa me we maþûq dît xelet
Hêzê tarî dane ser rêça zulmat û kufriyê
Heyfa vê xwîna temîz birje xelet
Her bi van xeltên we em bûne þehîd
Naçine Quds û Þamê em xelet
Merheba bi rêça Huseynê Kerbela
Mîr nakevin hebs û zindana xelet
Navbera kufr û îmanê mûyeke
Þêx neketî vê mesafatê xelet
Xwîna xwe kir donê mûmek sermedî
Rewþen û pêta wî da eksa xeket
Þêxê min yara xwe dîtî bê xeme
Pîrê zana vê dizanin bê xelet
Pê dizanin tu þiyarî na mirî
Jîr nakevin tucarî xwên xelet
Ji bo bîranîna Þêx Maþûqê Xiznewî
02/06/2005
Qamiþlo….
Li bajarê Qamiþlo
Êvara newrozê da
Rijya xîna sê bira
Bû ronak û pêtî da
Qîz û xortên qehreman ketin meþa Mihemedan
Sûnd dixwin ranawestin ta bistînin tola wan
Bû ronak û pêtî dan
Ser pelê deftera min
Bûn aha kesera min
Þûna van sê kulîlkan
Qîz û xortên qereman ketin meþa Mihemedan
Sûnd dixwin ranawestin ta bistînin tola wan
Bi bîna sê kulîlkan
Xweþik dibe doza min
Ronî dibe roja min
Di vê roja pîroz da
Qîz û xortên qehreman ketin meþa Mihemedan
Sûnd dixwin ranawestin ta bistînin tola wan
Di vê roja pîroz da
Rewþa rindê deng veda
Bi navê her sê çiran
Di dîlana êgir da
Qîz û xortên qehreman ketin meþa Mihemedan
Sûnd dixwin ranawestin ta bistînin tola wan