Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Civîna çepkan

 

Bêstûn ê Xemxwar-  20.10.09- Bîelefeld-

 

Civîn ji bo kom kirinê,

 kom kirin ji bo axiftinê,

axiftin ji bo axiftinê,

em kevîn serêþ û kiþkiþandinê!

Hemû di valahiyê re tê derbas kirinê,

weka civateke li qehwa þivana bê gerandinê,

her wisaye karê me li vê jînê.

 

Tevgerekê ji yên me Êzîdiyan, berî hilbijartina serokatiya bajarê Bielefeld  bê çêkirin civînek li dar xist. Ewan çend kesên Alman vexwendin wê civînê, yek ji wan „Pitt Clausen“ bû, yê ku niha serokê þaredariya Bielefeld de.

 

Civînê dest pê kir, niha birêz Pitt Clausen wê dîtin û helwesta xwe ji were bêje. Hemû rabûn ser xwe û jêre bi dest û lingan li çepka dan.

 

Yekî gote wan:„De rawestin, rawestin bese vêca, welah ti dibê daweta kurê Xafil Axa ye yaho!“

 

Pêþî berdevkê Pitt Clausen axifî û got:

 

„Gelî penaberên ji tirsa mirinê reviyaye, berî niha me goristanek dabû we, hijmara we zêde bûye û emê goristanê ji we re fereh bikin, ta têra we bikê.“

 

Yekî li civînê di ber xwe de got:

„Sitara Xwedê,  berî niha Cihû bi gazê kuþtin, behwer bikin vê carê wê sabûnê ji me çêkin.“

 

Dora Pitt Clausen  û axiftinê ye:

 

„Gelî miletê ji ber tevkujiyan û fermanan mayîn, ez nikarim ti tiþtî ji bo we bikim! Dema ez bibim serokê þaredariyê, ezê zagonekê derxim ku çi zaroka memik ji dev derkeve tek bi zimanê Almanî biaxive.“

 

Bi vê gotina wî, kesek neaxifî ji miletê bayê birî, serî þor kir û hêvî birî.

 

Yekî ji endamê Caritas li hemberî gotina Pitt Clausen rabû û got:

„Tu zanî tu çi dibêje? Bi vê gotina xwe tu gulekê li ber serê Hîtler diçîne!“

 

Hekîm li taliya civînê rûniþtibû, ewî jî got: „Yaho, merov tiþtekî ji van fam nake, ew dixwazin carek din rih berdin ber dînasor û dixwazin civaka me  tine bikin.   Çima ma qey em ji dînasor xerabtirin yaho!„

 

Berpirsiyarê civînê gotiyê: „Bavê mino dengê xwe hilnede!“

 

Neyse, yekî din destê xwe hilda ku pirsekê ji Pitt K  bike.

Berpirsiyar gotiyê: „Xwarzê qurban, tu pirsan jê nekin! Tek bikenin û jê re li çepka xin!“

 

Xemo ê germik ê wekî min gote berpirsiyarê civînê: „Yabo bi xwedê ku em pirsan jê nekin, dema hilbijartinê, ezê dengê xwe bidime xwefiroþê San Paulî, ez nadime wî, ma qey em hatina ber dengê wî? Ma wê stiranên Meyrem Xan ji me re bêje ji bo em guhdarî bikin.“

 

Berpirsiyar lê vegerand û got: „Kuro we tûrikê pirsan ji mal bi milê xwe vekiriye û hûn hatine li serê me valakin! Me ev civîn li dar xist tek ta Alman bên bi me re rûnin û em guhdariya  axiftina wan bikin.”

 

Xemo ê germik, rabû ser xwe û gote berpirsiyar: „Heyran, madem guhdar kirine, tu dikare li mala xwe kasêtek Þehban deyne ser tilvizionê û tu kare di ber re bikene jî! Heyran, werin hiþê xwe! Gelek siyasetmedar li gor berjewendiyên xwe dimeþin, dilê wan bi tu kesî naþewite, ew dikarin diya xwe mikiyac bikin û bifroþin bavê xwe“.

 

Berpirsiyarê civînê lê vegerand û got: „Weyla bavê mino, behra aqilo  hahahahaa!!