Bêwar Brahîm

 

      

Pênûs û pêvajoya rewþenbîrîya Kurdî

 

 

Di gelek deverên teng de û di nav astengên dijwar de , jiyan piþta xwe dide mirovên ku rû le rû bi þer û berên bê soz re  dikevin cirîdê de , kovan û keseran ji xwe re dikin palpiþt û zilindarîyê ji xwe re dikin þerbet , can mîna kewên rebat berdidin asmanê cangorîyê , bê dûdilî kefenê mirinê bi dilêrî li ser milên jiyana xwe datîn in .

Gelê Kurd , ta vê xulekê jî ne serbixweye ,  hêj mafê çarenûsiya xwe wernegirtîye , girîngtirîn sedem ji bo berdewamîya jîndarîya doza me ew bû ku  pêþeroj li me bi xwedî derkeve , em jî mîna miletên vê cîhanê bibin xwedî  nexþe , bi azadî , aramî û tenahî bijîn , lê her ku rojên vê pêþerojê li me derbas dibûn ,  jiyan reþtir  û tarîtir dibû , dîrok li me dizîvire , xwe vedigerîne , dijminên gelê Kurd weke demên rabirdû dibin paþmêr li piþta hev  , bi tund û bi dijwarî pilan û operasyonên tewanbar li ser welatê me  ji her çar alîyan ve bê cudahî dimeþîn in , hemû hêzên aborî û watedarî  diçewisîn in , ji bo armancên xwe yên setemkar û bidestxistna encamên serketî û girîngtirîn armancên wan ewe ku nexþeyê Kurdistanê ji nav nexþeyên welatên cîhanê winda bikin .

Di pêvajoya rewþenbîrîya Kurdî de , rola Pênûsê di bilindtirîn ast de bû , ji bo pêþvebirina tevgera rizgarîxwaza welatê me , çendî rola siyasetmedaryê bilind bû , lê bandora Pênûsê ji gelek bandorên din berztir û bi hêztir bû , bê guman Pênûsa seydayê Cegerxwîn yek ji wan Pênûsan bû , ku bi roleke mezin rabû ji bo pêþvebirina tevgera miletê Kurd bi tevayî û li Baþûrê-Rojava bi taybetî , akama Pênûsa wî , berê keç û xortên me da ser rêka ziman û wêjeya Kurdî , îro em hewcedarî hevgirtinê ne  , em ne hewcedarî vekirina derîyên  mijarên  hetsyar û  lawaz in , û di rewþa me ya evro de ,  ne pêwîste ku ji hevdûrxistin bibe semyanê dozekê weke  doza me .

Çareseriyên rastexwe ewin , ku em karibin bi dilêrî , bê tirs û bê saw  , pelên hiþk û zer ji darên awat û hêvîyan biweþîn in , bi kêmanî em þaþîyên xwe , ji xwe re nasdar bikin û hewl bidin van þaþîyan çareser bikin  .

Di rabirduwa tevgera  rewþenbîrîya Kurdî de , siwarên  dêrîn ku xwedîyên Pênûsên zêrîn bûn , rêk û þivîlekên ku li pêþîya me girtîbûn , hem vekirin û hem ronî kirin  , belê îro di nava van astengên tund û dijwar de , em nikarin gazî wan siwaran bikin û doza alîkarîyê ji wan bixwazin , em nikarin ji wan mirîyên zindî re bibêjin :

 

 

- Ji wê xewa þêrîn þiyar bibin û werin bi hawara me de , dijmin dîsa li me bûne yek .

 

Bi tenê em karin ji xwe - em zindîyên mirî - bipirsin :

 

-  Gelo , çima em bi destên xwe , wan rêk û þivîlekan digrin , ewên ku wan siwarên leheng bi xwîn û bi xwêdana xwe li pêþîya me  vekiribûn  ? çima em wê ronahîyê reþ û tarî dikin , geh bi hay û bi mebest û geh bê hay û bê mebest ?

 

Ev 23 ê sal li ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re derbas dibin , û hêj em li avêtina gavekê li pêþ digerin ku ronahîyê bide cihên reþ û tarî , lê em dibîn in ku em bi deh gavan li paþ vedigerin û þûn û þopa wê gava li pêþ winda dikin .

Pênûs ne alaveke birîndarkirinê ye , eger hewcedarî hebe ku ev Pênûs bibe Niþter , bela ev niþterî bikeve xizmeta saxlemîya tenduristîya Ziman û rewþenbîrîya Kurdî  , Pênûs alaveke hestyare , yan wê di nav tilîyên xwediyê xwe de bibuhje û bibe ronahî , yan wê bibe Agir û xwediyê xwe bisotîne , pirrengî ciwantirîn þaristanîye , bela em pirreng bin , lê bela bingeha vê pirrengîyê sipî û zelal be , da ku ronahîya rengan biçirise û di sînga Asman de bibe kolkezêrîn .

Di bawerîya min de resentirîn çareserî ji rewþeke weha re ewe , ku her yek ji me , ji hêla xwe ve , Derwêþê Evdî di kesayetîya xwe de bibîne , cangorîyan bide û  bi dilêrî Fincana Qehwê ji destê Edûlê bigre û pêvajoya berxwedanê berdewam bike , eger em li giyanê Kurdewarîyê bi xwedî derkevin , gerek berîya her tiþtî di rojeke weke rojên evro de , em ji Rom û Ecem û Ereban re biçesipîn in , ku ew nikarin hevgirtina me ji hev tarûmar bikin ,  ronahîya Rojê nayê embar kirin  û miletê Kurd bejna xwe ji asteng û kulibandinan re natewîne , tevî ku dîrokê tundî û dijwarî li me kiriye , lê emê bi hevgirtina xwe , ronahîya felat û azadîyê li welatê xwe vegerîn in .

 

* Ev gotin , di roja 22.10.2007 an de  , li ser gora Seydayê Cegerxwîn min xwend , di gel helbesteke xwe bi navê ( Semayek li ser peravê yadîyan ) .

23/10/2007-Qamiþlo

 

 

Nivîsên berê

  ji bo madeya 140 î, 500 giyan zindî ne, ne mirî ne  

Havîne, Gul û kulîlkên buharên kuþtî  ji nû dipiþkivin, ew xwezî û omîdên tî û lêv zuha, li ber stûnê mirada, qewalên aþtî û mirovahîyê ji pêxemberên dîtî û ne dîtî re dixwîn in, xaka xwînlî û zevîyên qoqên enfalkirî ronahîya agir û berfê li hev dihûn in, dikin, kolkezêrîn û di sînga asmanê welatê birîndar de radixîne, çirsûk û tîrêjên roja azadiyê, li ser  boyerên xembar û xwekujîya mirovahîyê dibarîne.

***

Havîne, pênûsên  Erebê Þemo, Casimê Celîl, Þakiroyê Xido, Eskerê Boyîk, Celîlê Celîl, Casimê Celîl, Haciyê Cindî, berfa Sêbîrya ji ser xwe dimalîn in, û berê xwe didin  Çira mîr Tehsîn Begê Êzdîyan, ku di himbêza  çiyayê Þingalê de, bi dilopên hêsrên birîndaran re û bi xwîna þehîdên sivîl re diçirise.

Ev pênûsên cegerdar, deftera xewnên Kurdayetiyê li ser textê maf û dadiyê vedikin û pel bi pel ji bext û wijdanê dem û dîrokê re dixwîn in.

***

Havîne,  resentirîn Kurd Êzdîne, îro  xwîna wan li ber kelkela vê germa dijwar difûre, hawar bi hawarê re  ji  sînga azadiyê bilind dibe :

-140 rûbar ji  vê xwîna pîroz îro diherikin, 140 xwezî  îro li ber van rûbaran wê kad bibin, 140 milyon karwanên rêka felatê wê bibin qurban ji bo azadiya welatê rojê, ji bo serketina mirovahî û wekhevîyê .

***

Havîne, wê Kerkûk û Xaneqîn, Musil û Diyala, li ber siha çiyayê Þingala dilêr 140 carî dara Zingilan bihejîn in, wê ava kaniya Sipî û kaniya Zemzemê li mîrên mêran bigerîn in, wê dilopên xwîn û xwêdana ku ji aniya vê Havîna dijwar   diherike, bi Ala felat û azadiyê ku li ser banê Perlamentoya Kurdistanê li ba dibe zuha bikin, û birînên dev vekirî bi sirûdên azadî û serxwebûnê derman bikin.

***

Havîne, li Þingala dilêr ,  500 giyanên Kurdên Êzdî ,  bê sûc û bê guneh vemirîne, îro peristgeha Laleþê bi 140 derîne, ev derî  ji bo pêþwazîya qurbaniyên madeya 140 î  li piþtê vekirîne . Bela Terorîst bawer mekin, ku ev qurbanî bê xwedîne, xwîna wan di mista destê dîrokê de zuha nabe, ev xwîn pîroze, hem sore, hem keske, hem zêrîne, ji bo navê Kurdayetiyê jiyanên bê hejmar kirine qurban, bela Terorîst bawer mekin ku Þingal serê xwe ji gef û sîxuran re ditewîne.

***

Havîne, xwîna Þewket Þêx Yezdîn îro bi qêrîne, tilîyên Pîr Xidir Silêman bi pênûsa diwêt reþ re xemgîne, hawar û gazîya Zorab Aloyan di guhên bê guhan de hêj dilorîne : ( werin … werin em ÊzdÎne … ).

Dîrok, riya xwînê li ber jiyana rêwîyên rojê radixîne , lê jiyan xwe naspêre  mirinê, bi ronahîya roja xwe reþtarîyê dimalîne, wê ev dîrok Stûnê mirada li kêleka Dîwarê Serhejên bicivîne, bela her welat zanibe ku miletê Kurd ne Sinnî ne, ne Þîî ne, bela zanibin ku miletê Kurd nijadperestê doze ne, û  ev doz Kurdayetîye, daxwaza wê  ya pêþîn û dawîn azadî û serxwebûne .

22. 08. 2007

 

 

Li nav dilopên hêsrên mirinên nemir

xwezîyên avahîyê zelaltir dibin 

 

 

Bi himberî ku mirin hevwindabûne , eynî vê mirinê hevcivandine , xwezîyên windabûna bê dîtin , di hevcivandinê de diçirisin , dikin gazî :

- Em berdevkên Þêrgelên tevgera azadîxwaza Rojê ne , em pêmayên sirodên niþteman-perwerên dozê ne , em vedenga dengê peyvên stûxwar in , em delavin ji dilopên hêsrên zuha re . 

Di hevcivandinên li ber siha mirinê , civatên hevokan têne pînekirin , mirov hest dibe ku zelalî , bi þorahîya ava hêsir û rondikan zelaltir dibe , belê dema hêsir li ser  afraneran be , wê zelalî hêj zelaltirîn bibe .

Emê hewl bidin bi dilopên hêsrên bêmiradiya xwe , hinek þivîlek di Çiyayên asê de vekin , bi ronahîya hêsrên pêvajoya nifþên kevnar û dêrîn - ku bê guman seydayê Keleþ mirovek ji wî nifþê zêrîn  bû - pêþerojên ku hê bi rê ve hatî ronî bikin .

Ji kevntirîn dem , Baþûrê-Rojavayê welêt , resentirîn bingehe ji rewþenbîriya Kurdî re , mezintirîn û kurtirîn nimone , li ser rola vî beþê pîroz di pêþvebirina ziman û çanda Kurdî de , ku Mîr Celadet Bedirxan , li nav Gulgenimên zevîyên wê û li ber siha Lat û Zinarên wê , tîpên latînî afirandiye û dengê (  Hawar ) a xwe  bilind kirîye .

Îro nivîskar , helbestvan û rewþenbîrên Baþûrê-Rojava , bi ser bilindî hebûna xwe bi hebûna tîpên latînî û bi hebûna ( Hawar ) ê diçesibînin , lê pirsa ku birînê li þûna birînê vedide ewe , Mîr Celadet Bedirxan û Hawara xwe resentirîn bingeh ji bo me danîn , gelo me çi avahî li ser vê bingehê ta vê kêlîkê avakirin e ???

Seydayê Keleþ û hevalên rêbaza xwe , derbarî kêþeya ziman û çanda Kurdî , bi ser bilindî bi rola xwe rabûn , di dema tirsê de , ku  avanî dihatin wêrankirin û kesekî newêrîbû navên Kurdî li zaroyên xwe bikin , wan bi zaimanê Kurdî dinîvîsandin , vajî wê ku îro avanîya peyva Kurdî diranên tirsê hildike , navekî Kurdî nemaye ku me li zaroyên xwe nekirine , lê sed mixabin nivîsandina bi zimanê Kurdî , li nav pêngavên di cih de mayî de dîl maye , hewldanên gavavêtina li pêþ , bi paþ ve dimeþe , sîstemên giramêr û rastnîvîsandinê ji hev tarûmar dibin .

Omîd û hêvîyên ( Hawar ) ê ew bû , ku ronahîya tîrêjên pênûsên Baþûrê-Rojava , biba tiryaq û jehra pênûsên ku ji nav damarên mejiyên fanatîk dibare  paqij kiriba , mîna fanatîkiya mejîyê Ferhad Þaklî û hevhizr û bîr û bawerîyên wî .

Lêêê , sed mixabin , ku îro em di rewþenbîrîyekê de dijin , ku ji sinc û pirensîpên rewþenbîrîyê pir dûre , gavên bê pîvan ber bi dîrokeke raman rihin û temen kin davêjin , bi ser de jî em bi poz bilindî dibêjin :

- Em nevîyên Mîr Celadet Bedirxan in , em zaroyên kovara ( Hawar ) ê ne , em gavan tavêjin bê ku em li pêþîya xwe mêze bikin .

Di bawerîya min de , ev mafekî rewa ye ji nifþê Seydayê Keleþ re , ku vê navtêdanê bikin sembol û bi anîya pêvajoya xwe vekin , bi dilsozî  erkê netewperwerîya xwe pêk anîn , îgoîzimên xwe kirin gorîdan ji kar û xebata xwe re , lê îro piranîya îgoîzmên li ser riya vê pêvajoya pîroz , gul û kulîlkên kar û xebatê ji xwe re dikin gorîdan , bê guman ewarteyên berz û bilind hene , lê avahî li ser bingehan ava dibin ne li ser ewarteyan  .

Gelo , me çi nûbûn darijandîye ser nûbûna destpêka pêvajoya ziman û çanda Kurdî ? eger em piranîya nivîsînan rêdakt bikin , emê raserî sedên þaþîyên biçûk û mezin bibin , ji xwe bêhnok , xal û pirsok  û …hwd em li hinda wan jî ranawestin  , belê malwêranîya mezin ewe ku em di nava van þaþîyan de noq bibin û Gemya çareserkirinê þikestî be , pirsa dijwar ku cihê daxê be ewe :

- Gelo , emê kengî rexneyên ji bo avakirinê ava bikin , û rexneyên wêranîyê ji kok ve wêran bikin ? emê kengê rêbaza dû rû  û dû zimanîyê ji ji ser bedena Intelektul û Intelginisa xwe rakin , û li þûna wê ,  rêbaza wan nifþên muqedes ji nû ve bi çesibîn in ?

Destpêka nûbûnê , çareserkirina þaþiyan e , di her welatanên pêþketî de  de , qatên Intelektul û Intelginis , serekên gelên xwe ne , di hizir û ramanê de  , di bîr û bawerîyê de  , di huner û afirandinê de .

Wê hêvî hebe , ku komcivandinên Intelektul û Intelginisa Kurdî li Baþûrê-Rojavayê welêt ,  li ber siha mirinên nemir , þivîlekek bi ronî be , ji destpêka nûbûnê re. 

               

    

Li nav pêlên mirinê , Stêrên geþ sermed dibin  

 

( Seydayê Keleþ , ji giyanê Te re )

 

 

Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê ,

Qamiþlo , xwezîyan dike gilî û gazî …

Li nav toza oxirên bê dawî ,

Di gel rijandina stêran jî ,

Lê…, ew Stêran ji asmanê xwe narijîne ,

Li ber pêlên mirinê ,

Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê ,

Hefsarên þînîyên hêsir gerim û

Þivîlek û dolikên rondik zuha …

Li nav çiroskên pertew û ronahîya

Mirinên spehî …

Diçirisin û ronî didin .

 

*     *      * 

 

Kat bi kat … , di hembêza hêvîyan de ,

Qamiþlo , reþbînîya mirinê geþbîn dike

Mirinê dixemilîne , xweþik û sbehî dike

Li nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar ,

Li ber bêhna avê û xakê …

Rêkên dûr û dirêj ,

Xwe li pêþîya me û dijminan radixînin ,

Lê… derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye ,

Birînên me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar ,

Xwezîyên me yên pel çilmisî ,

Pel bi pel … diweþin ,

Bi tenê hêvîyek ronî hûr

Ji piþt asoyan diyar dibe ,

Ku rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike .

 

*      *       *

Dem bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad ,

,Qamiþlo , þînîyên bê war û hejar …

Dike Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de .

Li ber rûbarê ava destnimêja Þêx Maþûqê Xeznewî

Kelkela germa havînê , bû buhareke ne mir ,

Mirin bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleþ de ,

Ew dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir .

Ew dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de .

 

 

* Bi navê navenda PEN a Kurd , bi helkeftina çil rojiya  koçkirina helbestvan seydayê Keleþ , em sersaxiyê ji malbat , dost û hevalên seydayê Keleþ re dixwazin , ji Yezdanê pak û dilovan hîwadarin ku cihê wî buhiþta rengîn be . 

 

 27 -07 -2007

 -----------------------------------------------------------------

Darbesta termê dewleta Tirk û pêvajoya tevgera rizgarîxwaza Kurdayetiyê li bakurê Kurdistanê

 

Di daxwazên tenhayî û aþtîyane de, sebir û aramî, bingehên sereke ne ji avakirina roleke berbiçav ji armancên van daxwazên mirovane re. Lê, daxwazên azadî, serxwebûn û nasnameya welatan, bawerîyên dilêr û pola ji wan re pêwîstin, ji bo ev welatên ku li nasname û azadîya xwe digerin, karibin bingeheke qewîn ji xebata tevgera xwe û paþerojeke bê tirs re ava bikin.

Piþtî dirêjahîya kar û xebata salên bêwestan, ji bo peydakirina warekî serbixwe û berbiçav ji Bakurê welêt re, îro roj eynî karê bêwestan li ber xwe dide, ku ne biweste û ne bikulibe.

Dewleta Tirk, piþtî ku têra xwe ava gola Wanê  çikand, li þûna wê avê, xwîna gelê Kurd rijand û bi taybetî rewþenbîr û ronakbîr, îro dixwaze xwe  li ber çavên cîhanê bike feriþt û dîsa li ser hesabê xwîna gelê Kurd, lê bi þêweyekî diplomatik, xwe li nav raya navneteweyî bike welatekî aþtîxwaz û demokratik.

Dema min nûçeya girtina mamosteyê birêz Haydar Iþik ji rex dewleteke mîna dewleta Almanya ve bihîst, bi tewana hevaltî û rêberîya wî ji rêxistina PKKê re, ku ev rêxistin li nav qada navneteweyî qedexe ye, rastexwe pencên deweleta Tirk yên jehrkirî li ber çavên dîroka çûyî û dîroka hemdem, ya vê dewletê xwe di çavên mirovahîyê de careke din so kirin.

Îro gelê Kurd tev, di wê bîr û bawerîyê de ye, ku dewleta Tirk, þerekî qirêj, ji þerê çekdarî qirêjtir û gemartir, li Bakurê welêt organîze dike, girîngtirîn armancên vî þerî, kuþtina hest û giyanê inteligensên resen e, û vemirandina raman, bîr û bawerîyên intelektuelên payebilind e.

Dema ev dewleta xwînrêj û xwînmij, bixwaze kesayetîyeke balkêþ, yan rêxistineke xwedî cih û bi nirx di nava civaka Kurdî de, ji ber çavê xwe winda bike, yekser kirasê mirovahîyê li bedena xwe dike, û dengê hawarên sexte berdide asman, ku - xwedê giravî - terorîst bela xwe ji wan bernadin. Ev terorîst kî ne gelo? Bê guman tev keç û xortên Kurdin, ku jiyana xwe bêhampa ji bo roja azadîyê dikin qurban, ji bo felat û wekhevîyê. Eger ev leþkerên serê çiyan îro bûne terorîst, gelo çima dewleta Tirk sedemên rast û durist ji vê terorîstîyê re, ji raya giþtî re diyar nake ???

Ji bo du peyvan, li dirêjahîya 20 rojan hikûmeta Tirkiyê rojnameya

(Azadiya Welat) girt, ji ber ku ew yekemîn rojnameya rojane ye di dîroka gelê Kurd de, bi zimanê Kurd - tîpên latînî belav dibe, ew bi þev û rojan li ser pêyan radiweste, ji bo pêþvebirina pêvajoya çand û zimanê Kurdî, dema mafê rewþenbîrî, çandî û rojnamevanî, li dewletekê, ku xwe demokratik dibîne, werin qedexekirin, mirov dikare çi navî ji bilî terorîstiya hizir, bîr û bawerîyê lê bike ?

 

Ji bo kurdperwerîya birêz Ebdula Demirbaþ, ku wisa miorvhez û aþtîxwaz e, ji bo doz û daxwazên wî ji pirrengîya çandî û zimanî, vê dewleta dîktator ew ji karê þaredarîya Sûrê avêt.

Ji xwe ne hewcedare, ku mirov basa gefên wêrankirina bajarê Heskîfê bike û veþartina Kurdayetîya dîroka  resen ya keleha Bedlîsê ji rex vê hikûmeta bê wijdan ve.

Ev kurttirîn nimûne bûn, derbarî þerê Tirkiyê yê gemar li ser zanist, inteligens û intelektuelîya kurdî, ji xwe kiryarên wê yên þofinîzim û xwînrêj bi rêka oparasyonên wê yên leþkerî, derbarî sivîlên Kurd nayên hejmartin.

Girîngtirîn pirs ewe, pêwîstbû ku qada nevneteweyî bi xwe ji xwe bipirse:

- Ev qada ku wisa þerê terorê dikin, çima rê dane û didin dewleteke mîna Tirkiyê, ku mezintirîn make ji teror û terorîstan re? Miletekî mîna gelê Kurd dagirker bike? Bi hezaran keç û xortên wan di binê zindanan de bikuje û birizîne ? Zevî û çiyayên wan biþewitîne? Gundên wan wêran û bê jîn bike? Gelo ev ne terorîstî bi serê xwe ye ???

Ev dewlet dixwaze, di bin siha teroristîya PKKê de, armancên xwe yên biçûk û mezin, bi cih bîne , lê mezintirîn armanca wê, wêrankirina herêma Kurdistana azad e, ji xwe armanca wê ya ji mezintirîn mezintir ewe, ku  Kerkûka dilê Kurdistanê bike Kerkûka dilê Tirkiyê.

Piþtî gotinên dilêr û mêrane, yên serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî derbarî Baþûrê Welêt, Tirkiyê har bûye, bi gezan dire tixûbên Baþûrê Kurdistanê, General, siyasetmedar, Ertist, Qirag, Stirî û Kevirên  vê dewletê, bi þev û rojan dixebitin û kar dikin, ku tewan û gunehan biafirînin û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li her çar alîyên Welêt û li tevayî cîhanê bi van guneh û tewanên amadekirî, li nav qada navneteweyî  bi sûc û tewan bikin  û pirsa doza Kurdayetîyê xerab bikin.

PKKê, beþeke ji tevgera miletekî, eger ew terorîst bin, bê guman tiþtekî dewrebare ku miletek ser û ber terorîst be, mezintirîn guneh ewe ku ev milet di bin pêyên dewletek terorîst de, mîna Tirkiyê, di nava birîn û golên xwînê de, bi dirêjahîya çerx û salan binale.

Mamoste Hayder Iþik mirovekî Dêrsimî ye. Dêrsimê rojekê ji rojan xwe radestî dewleta Tirk nekir û serê xwe ji oprasyonên wê re netewand, dema ku pênûs di çavên dijminan de dibin kelem, wê ev dijmin bi hemû hêzên xwe ve, vê pênûsê, ne bi tenê biþkînin, lê wê bisotînin û xulîya wê di binê heft deryayan de bitemirînin.

Pênûsa mamoste Haydar Iþik, li ser sînga dewleta Tirk, mîna çiyayê Dêrsimê ye û ji lew re doz û xwesteka wê ewe, ku vî çiyayî bi çi þêwazê be, ji ser sînga xwe bide alî.

Li ser maseya berjewendîyan di navbera Almanya û Tirkiyê de, mamoste Haydar Iþik bi tewana hevaltî û rêberîya rêxistinekê, ku ji rex raya navneteweyî ve qedexekirî ye, hatîye tewanbarkirin.

Îro tevgera rizgarîxwaza Kurdayetîyê, li çar alîyên cîhanê, hêdî…hêdî nêzîkî hev dibe û ber bi kombûneke birayetî ve diçe. Ev nêzîkbûn, berjewndîyên Trikiyê ji hev tar û mar dike, sekeratên mirina wê li nav qada navneteweyî kêlîk bi kêlîk nêzîk dike, zordarîya desthilata wê ji ser kezeba miletê Kurd dide alî.

Emê di wê hêvî û bawerîyê de bin, ku rojek berî rojekê ev tirs û lerizandina Tirkîyê pêk were û beþekî din ji Kurdistana þêrîn û zêrîn felat û azad bibe.

Pêwîste her pênûseke Kurd û bi taybetî pênûsên ji Bakurê welêt, girtina mamoste Haydar Iþik bi kûrbînî di ber çavan re derbas bikin û bi dilekî ji pola vê kiryarê þermezar bikin, bê dudilî, destên serketinê bilind bikin, dengên xwe bikin yek deng û guhên dewleta Tirk bi bangên xwe kerr bikin, ku pênûsa kurdî gihaye wê radeya ku dewletên mezin li ber dilopên diwêta wê dihejin û dilerizin.

Azadî ji hemû girtîyên rêka felat û kurdayetîyê re, bi taybetî xwedîyên pênûsên zêrîn, ku raya azad ji bo wan av û nanê rojê ye, mîna mamoste Haydar Iþik.

 

17 - 07 - 2007

         

Li nav pêlên mirinê ,

Stêrên geþ sermed dibin  

 

( Seydayê Keleþ , ji giyanê Te re )

  

Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê ,

Qamiþlo , xwezîyan dike gilî û gazî …

Li nav toza oxirên bê dawî ,

Di gel rijandina stêran jî ,

Lê…, ew Stêran ji asmanê xwe narijîne ,

Li ber pêlên mirinê ,

Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê ,

Hefsarên þînîyên hêsir gerim û

Þivîlek û dolikên rondik zuha …

Li nav çiroskên pertew û ronahîya

Mirinên spehî …

Diçirisin û ronî didin .

 

*     *      * 

 

Kat bi kat … , di hembêza hêvîyan de ,

Qamiþlo , reþbînîya mirinê geþbîn dike

Mirinê dixemilîne , xweþik û sbehî dike

Li nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar ,

Li ber bêhna avê û xakê …

Rêkên dûr û dirêj ,

Xwe li pêþîya me û dijminan radixînin ,

Lê… derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye ,

Birînên me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar ,

Xwezîyên me yên pel çilmisî ,

Pel bi pel … diweþin ,

Bi tenê hêvîyek ronî hûr

Ji piþt asoyan diyar dibe ,

Ku rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike .

 

*      *       *

Dem bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad ,

,Qamiþlo , þînîyên bê war û hejar …

Dike Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de .

Li ber rûbarê ava destnimêja Þêx Maþûqê Xeznewî

Kelkela germa havînê , bû buhareke ne mir ,

Mirin bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleþ de ,

Ew dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir .

Ew dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de .

 

 

* Bi navê  Navenda PEN a Kurd û bi navê nûnerîya Navendê   li Baþûrê-Rojavayê Kurdistanê , em sersaxîyê ji malbata Seydayê  Keleþ  re dixwazin , û ji hemû dost û hevalên wî re , ji Yezdanê dilovan lav û tika dikin , ku cihê wî buhþta rengîn be

 .

------------------

Ezela ber bi rojê ve

 

Di wê þeveqa sar û cemidî de , serê xwe ji bin lihêfa xewnên sipî û kabûsên reþ derxist , li navbera maxên beþtên þikestî , tebabekî , mêze kir , li xurînî , çixareyeke stûr pêça û bi agirê birçîbûnê vêxist , û hêdî …hêdî , dûmana çixareya xwe berda binê lihêfa sar û cemidî .

Dîwarên jiyanê , li ber çavên wî , bûn neynikên þikestî û kerizî , dîmenên zelal dikirin perçe .. perçe .

Bi laþekî giran , bi hestekî birîndar û dudilî , xwe girêda û berê xwe da cihê kar .

Zêrevaniya imbarên Genim , di / Mîra / de , karekî zor giran bû li ser milê wî , lê agirê birçîbûnê , goþt û hestiyan dide ber þewata xwe .

Di gel ku ew mirovekî bi wijdan û dest paqij  bû , lê …, Iblîsên perîþaniyê  car..caran berê wî didane çewalên Genim , her carê têra tenûreke nan , bi xwe re dibire malê .

Bi sedema vî Genimî , Miþk ji mala wî xalî ne dibûn , bibûn ji kufletê malê .

Jin û her sê zaroyên wî , ne li malê bûn , rahiþte beroþeke orte , hineke ji Genim xiste binê wê , û li ser tifika zilim û zorê , bi rûnê stiriyên beyabanan , hêdî ..hêdî  qeland , û bi jehra reþ û sipî , ew Genim tevda û li hev xist .

Ji reqreqa tav û birûskên xedir , xiyanet û xapandinê  , reqreq û lêdana deriyê malê , ku bê kilît bû , ew di cih de lerizand , lê … dema çav bi koma leþkerên dewletê ket , kevçî ji destê wî kete erdê û çavê wî ziq mane vekirî .

Susret û lerizandina wî dûm nekirin , , ew bi dahf û bêhnan , li pêþiya xwe ajotin ziandanê , bê pirs û bersev , laþê wî di nav Darên lêdanê de , bû mîna kirasekî rizyayî , tiþtek ji dijûn û siqêfên wan seh nekir , bi tenê dengeke derbasî guhê wî dibû :

 

- Haaaa … dizê Genim , Tû û kê hevparên hevin ?! hûn Kurd ji berê ve diz û xayinin !! Te ev ceger ji ku ve aniye , ta wisa bi tonan Genim ji dewletê didize ??!!!!

Di gel ezara êþkence û lêdanê jî , lê … , qamçiyên peyvên wisa , dil û  giyanê wî birîndar kirin , kawî û kerameta wî ji hev tarûmar kirin , nemerdî nekir û got :

 

- Em Kurd , ji we û rêberên we  bi þeref û romettirin , min bi tenê çend çeng genim , bi xwe re dibire malê , lê… hûn welatekî ji Genim û Petrolê  didizin ûûû …???

Sed mixabin … , ku peyva dawîn , di gewriya wî de , bû qêrîn û hawar , di bin darên lêdanê de , bi vemirandina qêrîna dawîn , mûma canê wî vemirî .

Mîna laþekî , yê lawiran , termê wî avêtin dawiya Pîkabekê zinger-girtî , û bê mehder ew avêtin ber deriyê mala wî , dema cîran lê kom bûn , berê Tifingên xwe dane wan û gotin :

- Laþê vî Segî !! bê deng , ji derveyî bajêr veþêrin , me silogan û xwepêþandan navên !!!

Piþtî meþiyan , cîranan rahiþtin termê wî û derbasî malê kirin , lê ji susreta qederê , terim ji destên wan hate xwarê , dema çav bi her sê zaroyan û diya wan ketin , li dora beroþa Genimê qelandî bibûn terim , ku ji birçîna binê beroþê paqij kiribûn  .

Cîranan , çar gor , di hindirê malê de kolan , ew  veþartin , deriyê malê bi zincîra perîþaniyê girtin û meþiyan .

Buharan tovên xwe belav dikirin û diçûn , havînan werzê xwe hiltanîn û bi kelkela rojên dijwar re dibuhijîn , Payizan pelên xwe rût dikirin û bi bayê re difiriyan , ewrên zivistanan barên xwe datanînin , bi berif û baranan re dibariyan , demê kir û ne kir , ku navê mala wî , di nav rûpelên ferhenga jibîrkirinê de tomar bike , nikarîbû .

Ji akama zilim û zorê , ta roja îro , tovê tiþtekî li þûna mala wî kad nade , lê … çar darên Berûyan , bi serbilindî , vîn û deyaxê , bi berbangên rojê re û bi ronaka azadiyê re , li ber ava nejbîriyê , þaxên wan dikenin û pelên wan diçirisin .

 

* Ev çîrok min bi zimanê kurdî afirandîye  , û di kovara Nûbûn ê , bi þaþî di beþê wergerê de hatiye belav kirin .            

25/05/2007

 

 

 

Emê kengî bi yek dengî , bibêjin :

Naaaaaa ji kuþtina jinan re ???!!!

 

( Ji giyanê Dûaa , Fatîma û xuþkên wan re )

 

 Ji ber ku evîn  û azadî , du damarên hestyarin di dilê jiyanê de , ta bi mirovên xerab jî nikarin giyanê xwe ji van her dû dmaran bê par bikin .

Boyerên li ser evîn û azadîyê di jiyana gelan de bê pîvan û hejmarin , ew  hewldanên bê rawestandin , ku li ber xwe didin  ji bo kuþtin û noqkirina , daxwaz û hêvîyên azdî û evînê , tev beravêtî bûne ,  ji ber mafdarîya van her du dozan , li nav tevgera jiyanê bûne lat û hêman , çendî tavên dijwar , ji barana xwînê bi ser wan ve bibarin , ne azadî û ne evîn serê xwe ,  ji radestî û dewrebarîyan re na tewînin .

Rojhilat beþeke dûmangirtîye di vê jiyanê de , ew her û her di ezmona pêþvebirina xwe ya civakî de têkdiçe .

Miletê Kurd netewek mezine , di nava tevgera Rojhilat de , ew di  bin nîrê , sê civatên cuda de , û di bin agirbestên setemkarîya wan de dijîn , cih girtine , vê cudahîyê , zererek mezin gihandîye civaka Kurdî , wek pejirandina irf û adetên ku qet di dîroka me de , cihê xwe ne girtine .

Di pêvajoya azadîyê de , beþek ji armancên netewa gelê Kurd pêk hatîye , lê zevîyên evîn û hezkirina paqij û zelal , mîna çolistanekê bi stirî û kelemper mane , ti guhdarî lê ne hatnie kirin , ta ku bûne þikeftên tarî ji daxwazên dexsok û bi kîn re , û bi taybetî derbarî jinê .

Bê guman , kuþtina jinan , ne ji irf û adatên gelê Kurde , lê di bin akam û bandore Ola Islamê , ev adet di nav xwe de xwedî kirine , bê ku hewl bidin bi analîzeke zanistî , piroblemên derbarî jinan çareser bikin .

Dema bavê Fatîma Sahîndal ew li welatê Siwêdê kuþt bi mebseta þûþtina namûs û þerefê , hingê raya giþtî ya Siwêdî , ew boyer bi tundî þermezar kir , û bi dilekî sotî gelê Siwêdî Fatîma di nava Qurinfilên sipî de kefenkirin û li kinîþta Opsala veþartin , lê sed mixabin ku li Kurdistanê , li bajarokê Baþîqa , Dûaa keça 16 e salî , bi kevirên kerr hate recim kirin û di bin pêyên  hov de hate veþartin .

Piranîya mêrên ku jinan di bin perdeya namûs û þerefê de dikujin , xwedî mebestên veþartîne , eger derkevin holê , hingê wê berjewendîyên wan têk herin , piranîya van perjewendîyan bi ezperistîyê ve girêdayî ye .

Em tev zanin ku ayetek taybet derbarî kuþtina jinan di Qurana pîroz de hatiye  , ev ayet  taybet ji bo gelê Ereb daketîye , ji ber wan keçên xwe , di roja çêbûna wan de bi saxitî bingor dikirin , da ku ew keç di mezinbûna xwe de namûs û þerefa malbata xwe nelewitîne , lê di irf û adetên gelê Kurd de ,  boyerên wisa qet di dîroka wan de xuya ne bûne , vajî wê , di kultur û folklorê me de , dastan û çîrokên evîndarîyê bê hejmarin , piranîya wan ji Olên cudane mîna / Derêwêþê Evdî û Edûlê / û

 / Meryema File / , ji xwe di warê erotîk de , bi dehan þanik û dîmenên cor bi cor , di nava piranîya Lawik û Heyranokan de xemilîne .

Pirsa ku di nava pirsan de hatîye þewitandin , em derbasî sed sala 21 ê bûne , dem hatîye guhertin , çima gelê Kurd adeta kuþtina jinan di nava civaka xwe de ta roja îro hiþtiye û tovê wê ji kok ve ranekirîye ? çima hewl nadin ku vê adeta xerab , ku bê sinc û bê pirensîpe , ji nav rûpelên jiyana xwe bavêjin ? çima wisa bi gendelî , bi tembelî û sersarî kultur û folklorên xwe jibîr dikin , û cilbabê hizr û ramanên dijminan li xwe dikin ?

Ev jinên ku di bin þûrên tewna namûs û þerfê de , têne kuþtin , bi du cihan iþkencê dibînin :

 

1- Iþkenceya kuþtinê bi xwe

 

2- Iþkenceya sîkolojî , ku berî kuþtinê û piþtî wê , bê recim kirin , bê telqîn , bê þûþtin û kefen , bê veþartin , bi tenê ava þûþtina wan dijûn û barana ji tifan be !!!

 

Wê çavên hêvîyên me li wê kêlîkê be , ku piþtî Kurdistana azad bûye xwedî  destûr û Perleman , destûrekê taybet derxîne  , derbarî kuþtina jinan , bi mebesta þûþtina namûs û þerfê û bi fermî dengê xwe tevlî dengê me bike :

- Naaaaaa ji kuþtina jinan re …

Ta wê kêlîkê , emê Qewl , Lavij û Ayetaên ku xwendina wan li ser Jinên kuþtî qedexene bixwînin , di serê wan de ( Dûaa ) ku bi wî þêweyê hovane bi kevirên bilok hate recim krin , û bi rondik û hêsrên ji çavên mirovahî û mehrebanîyê dibarin , emê can û cendekên wan ji ava tif û agirê dijûnan tahir bikin .

 

30/ 04 / 2007

 

* Piþtî min ev gotar di malpera navenda PEN a Kurde belavkir , nû boyera bûka qurinfulên sipî yên Siwêdê

þehîda hemdem li nav gelê Europî / Fatîma Sahîndal / hate bîra min , min jî xwest wê boyerê careke din bînim bîra xwendevan .

 

Semayek li ser peravê yadîyan

 

( ji rojekê  re, di sînga seranserî salê de jîndare, ji ronahîya yadîyên her Adaran re, di roja 14 ê xwe de)

 

Bi tenê pirsên hiþk … ,

Li kolanên temenkî bê payîz,

Dêhinbûna rojên bê oxir,

Di nav diranên tirsê de dicûn.

Serma û seqema li ser

Kevîyên Payîzan … ,

Dikin Eqîqeyên sor û

Li nav pîzotên

Agirê bengîniyê vediþêrin.

Temen,

Embare ji þînî û þadûmanîyên

Jiyanên serketî û têkçûyî re ,

Bê nav û bê navnîþan … ,

Bejna xwe ji

Refên hêvîyan re ditewîne,

Rêdûrîya di navbera

Dil û dengên hestyarên dozan de …

Dibe pêl û

Hiþkbûna pirsan,

Li ber xwe dibe.

Kêlîkên pîrbûyî,

Daxwazên basikþikestî ,

Çirayên ber-vemirandinê,

Fermêskên þermîn,

Li ber sekeratên mirinê …,

Tev bi hev re dibuhijin,

Dibin zivistanên seqet,

Li ser gopalê reþbînîya jiyanên ketî,

Di bin darbesta

Dilêriya demên dêrîn de,

Hêdî … hêdî … dimeþin ,

Lê … Rêkên pîroz … ,

Di bin pêyên seqet de, xwe ranagirin,

Serê xwe hildidin û li ber xwe didin,

Da ku temen,

Karwanê pêvajoya

Jiyanên ronahîyê …

Bigihîne nav baxê zindîstanê.

Daxwazên xakê, 

Hêsrên dîrokê,

Adarên yadîyê,

Sirûdên azadîyê û

Girnijandinên evîndariyê,

Dikin ewrên ramûsanan û li ser

Baxên dilsozî û wefadarîyê

Dibarînin ... dibarînin …

 

11 / 04 / 2007 Qamiþlo

 

Xilmaþiyeke li ber agirê Newrozê

 

Mûmeke ji xewnên azadiyê ji seydayê hêja û dilsoz re,

mamoste Mustefa Reþîd

 

 Mamoste,

 

Te, ji min pirsî : Ka te çi li ser Newrozê nivîsandiye?

Bê guman, ez niakrim mîna kekê xwe yê mezin mamoste Kakþar Oremar gotareke zanyarî li ser Newrozê binivîsim.

Lêêê …, ji nasbariya zor û setema li ser vî welatî û Ji kîmkîma evîna siruþt û deyaxa wê, tenha ez karim agirê vê Newrozê , bi Bilûra Buharên geþ û bi hêvî re, bi sirûdên xewnên ezel re, bi agirê lawînî û dilsoziyê re , gurr bikim.

 

Lorînekê, ji kelkela dilên dayîkan,

Heyranokekê, ji jenîna dilên evîndaran,

Hawar û qêrînekê, ji azara girtiyên zîndanan, û êþa birînên birîndaran.

 

Ji lorînê, wê cobarên hêsrên deyaxê, bifûrin û biherikin,

 

Ji Hyranokê, wê Mem û Zîn , ên hemdem – bêyî ku gustilên xwe bi hev biguherin – di hembêza her Newrozeke zindî de, gulîzarên evîn û xoþewîstiyê, bi ava ramûsanên ber-êvarên bê xatirxwestin, avbidin.

 

Ji Qêrîn û hawarê, wê refên Kevokên sipî, bê tirs û bê saw, bi doza felat û azadiyê re, hêviyên aþtî û tenahiyê re, di asmanê Kurdistanê de bifirin.

 

 

**********

 

Mamoste,

 

Newroz, þeveke bê xew û bê razane, bi þevbuhêrkên mest û þehlewend re, buharê li ser keviyên lêvên sermediyê dibuhujîne.

Em sirûda xakê, di guhê demên dêrîn û yên nûjen de hiþyar dikin, hêvî û xweziyên bûyî, di mista destê jiyanê de dikin xak, li nav wê xakê, em tovê jiyanên nû diçînin û ji hebûna xwe, em hebûnê diafirînin.

Dijminan xwestin, me li ser rêkên windabûnê peya bikin, lê hebûna me li wan bû volkanên peqiyayî.

Xwestin me bikin êzing, ji agirê Nwerozên me re, me bikin qurban ji daxwaz û xwezîyên me re, lê Agirê Newrozê li me bû ronahî, û li wan bû reþtarî.

Efsaneya Ronahî û Tariyê, di dilê buharên me de bû sembol ji deyaxa hilmet û berxwedanê re, ji pîroziya netewe û niþtimanê re.

 

 

**********

 

Mamoste,

 

Li ber agirê vê Newroza geþ, Te pirsek ji baxê dilsoziyê  kir , li ser rewþa Pênûsê li nav tiliyên Jinên Welatê me ?
 

Min ji Te re, got :

 - Ew pir ji nivisîna li ser evînê, hez dikin.

 

Te, li min vegerand :

 

- Ohhhh …, ma çi ji eþq û evînê xweþtire?.

 

Erê Mamoste,

 

Te, rast got …

Bi Pênûsa Jinên welatê me, li her çar aliyan bê cudahî, ronaka tîrêjên evînê tê vejandin û zelaliya wê zelaltir dibe, mîna zelaliya dildariya Kejal Brahîm Xidir, ku weha ji evîndariyê re nivîsandiye :

( Dibêjin : Ewên ku tilîyên xwe, rojê pênc caran þil nakin, gawirin.

Ji ber, bê destnimêj dimînin.

Di her pênc qamên nimêjê de, ez tiliyên xwe, bi barana çavên Te diþom, û li ser rûpelê dêmê Te … nimêja evînê dikim …)

Te dît mamoste ? Eve evîn, bi pênûsekê, li nav tilîyên Jinekê ji welatê me.

 

 

**********

 

Mamoste,

 

Pirsên xewnan, mîna rewrewk û leylanên bê tixubin , li ser þopa tîbûna rojên çol û beyabanan , derbas dibin.

Lê xewnên azadiyê, agirên geþ û nevemirin, ji geþbîniya dilê jiyanê re,

ew ne tenê geþbîniyê vedijînin , ew zingara li ser kilîtên felatê bi camkaxeta deyaxê paqij dikin , þîniya ku di çavên rojan de, bi cih bûne diþon , rêkên vegerê li ber xewnên reviyayî, vekirî dihêlin û li þûna her keser û kovanekê , þitlekê ji darên tenahî û aramiyê diçînin.

Newroz, bingehtirîn xewn bû ji bo felat û azadiya Gelê me, aliyek ji vê xewna nemir pêk hat, bi hêviya wê rojê, ku roja Welatê Rojê, bi hêzên ronahiyê re, di asmanê azadiyê de, bibe yek Roj, û Tîþkên vê rojê, li çar goþeyên vê Cîhanê bibin semyan.

 

Mamoste,

 

Min Mûmek, ji hêsir û girnijandinên vê Adarê, bi pîzotekê ji agirê Newrozê vêxistiye, û ez wê  li ser maseya Zanyarî û polîtîka Kurdayetiya resen datînim.

Û bê guman, Tu endamekî payebilindî, li nav karwanê vê pêvajoya

pîroz.

 

Bi hêviya ku rojên miletê Kurd tev cejin û Newroz bin

 

20 / 03 / 2007

 

 

Raperîneke ji Tîþkên Rojê

 

Li þûna golên xwînê , emê darên Berûyan biçînin

Li þûna termên þehîdan , emê gund û bajaran ava bikin

Li þûna her hawar û qêrînekê , emê xwendin û zanînê , bi ronak bikin … 

 

 

Îro li Qamiþlo haware ,

Wê Pêwanên Bayê ,

Li zingilên nêvroja xwînlî bidin ,

Hawarnameyên bê Efser û Leþker …

Di navbera mirin û dewrebariyê de , bilind bibin ,

Dehlên Berûyan , li nav pêlên agir ,

Wê bi deyax  , rewa û geþ bibin

Hêsir û rondikên 40 milyon Kurd ,

Li ser pirên westayî

Bi ronaka xwîna Qamiþlo re biçirisin ,

 

*****  

 

Îro li Qamiþlo haware ,

Xwîna birînên reþ ,

Bi barana Gulleyên bê soz û  mehder re … difûre ,

Bi dilêriya dilê Raperînekê , ji tîþkên rojê , dike hawar ,

Rûbarên hêsran , li ber mûmên yadî û nejbîriyan …

Dibin perçe-ewrên sipî ,

Gol û gelîyên xwînê ,

Bi mêrxasiya  þar û þirûsta daxwazên mirovahiyê re ….

Dibin wirz û zeviyên Omîd û hêvîyan ,

Lewendiyên Dayikên Þehîdan û tarayên Bûkên serbixêlî ,

Dibin kevokên sipî  û li ser milên demê xwe datîtinin .

 

*****  

 

Îro li Qamiþlo haware ,

Wê Adar ji Adarê re bibêje :

Welatê rojê , di dilê xwe de veþêre ,

Eger dilê Te çirandin ,

Di kezeba milet de biparêze ,

Eger kezeba wan sotandin ,

Doza azadiyê …

Di dengê Giyanê wan de tomar bike ,

Wê mendehoþî , li ber þoreþên dewrebar radest bibe ,

Erd û asman zane , ku ew Qurbaniyên xwe

Dikin pir , di navbera Mij û Dûmanê de ,

Lê Em Qurabniyên riya aramî û felatê ,

Di dilê roja sermed de , dikin sembol .

 

*****

 

Îro li Qamiþlo haware ,

Kêlên li ber Gorên Dîrokê

Bê nav mane ,

Zaroyên Rojê ji arê birçîbûnê …,

Nêrgizên firotinê bi nanê þewitî re duxun …

Ta bûn Zeviyên bê ber û boran ..

Li ser peravên mirinê ,

Lê mêrxasî di can û cergên wan de ,

Dibin ronak , ji Tîþkên Rojê re ,

Dibin pola , ji piþtgêriya Dozê re ,

Ji nav xaka bênderên Interriyê

Ta bi serê kaþê Hilêliyê …

Wê dergehê Qamiþlo ,

Ji her çar aliyan ,

Li ber  Hîsî , Horî û Mîtanîyên hemdem vekirî be ,

Wê Dîrok , Zendên xortên Rojava ,

Bi Berbangên rohilat re ,

 ji bajarên dilêrî û cangoriyê re bike sitûn ,

Wê Bahoz , hovitiya þevên tarî ..

Bi xwîna kulîlkên Adara xwînlî tahir bike ,

Ala mirovahiyê bi bayê Felatê re li ba bike .

 

*****

Îro li Qamiþlo haware ,

Nexþeyê xewnan , di gerdena Çiyayan de ,

Dibin welat ,

Û welat , di hembêza azadiyê de ,

Dibe Ayet , Qewl û Lavij …

Îro wê Amed , Hewlêr û Mahabad ,

Tariya þevên xwe , bi qêrînên yadiya Qamiþlo ronî bikin

Îro emê biskên porê Þehîdan bi tiliyên demê þeh bikin …    

Îro wê hawarnameyên Þêr û Lehengên serfiraz ,

Ji ser peravê çemê Dicle ,

Ta bi ser kupê çiyayê Qasiyûn ,

Efsana dilêriya Þehîdên Qamiþlo

Ji erd û asman re bixwînin ,

Kurdistan bi giyanê xwe yek perçe ye ,

nabe Goristan … nabe Goristan .

 

 13 / 03 / 2007

 

Jenîneke bi deng ji damarên Kurdayetiyê 

( Guleke þermîn  ji navenda çanda Laleþ ê re , ya çand û rewþenbîriyê )

 Kurd û Kurdistan , mîna çiyayên berz û bilinde , ku di bin pêyên zilim û zorê de ji hezarên salan ve nehatine qirkirin , ev nav bûye duriþmeke zêrîn li ser zimanê dîrokên dêrîn û hevçerx , di pêvajoyên serhildan û berxwedanên vî miletê leheng de , rojekê netewa xwe binpê nekiriye , Kefenê cangoriyan li ser destan  bû , û di nav dryayên ji xwînê pêvajoya xwe berdewam dikir .

Yek ji karwanên vê pêvajoya serfiraz , ji bo parastina ziman , nijad , kultûr û pêmayên gelê Kurd , Ola Êzdiya ye , ku ta roja îro ev Ol bi nijadpirsteke Kurdewarî , Kurdayetiyê li har çar aliyên cîhanê diparêze .

Ji ber ku gelê Kurd , hewl dide bi rojgara golobalîzmê re bimeþe , û ji þoreþa hevçerx û pêþveçûnê bêpar nemîne , rêbazên hemdem li pêþiya riya xwe datîne û þivîlekên ku paþvebirinê li ser geliyê pêþketinê rast dike , bi ronakbîriyê digre .

Ji ser dema , gotina ronakbîrê Emrîkî  Samoêl Hintington (dijberiya Þaristaniyan ) û ta roja îro , welatên rojhilat hewl didin ku vê nerînê û hem jî nerînên welatên Rojava , bi taybetî Emerîka û Uropa , ji ser xwe bi tevayî , û ji ser Ola Îsalmê bi taybetî bugherînin , lê boyerên 11 / siptembrê / 2001 ê , ew hewldan bi xwe re herifandin , nav û rola Ola Îslamê li nav wan kambax tir bû , bi wê derba xedar Rojavayî bi birînên miletên bindest hestdar bûn , hingê bi ber firehî rê li ber mafxwazên doza miletan , mirovahî, aþtî û tenahîyê vebûn  , ew reþtariya li ser miletên bindest bû ronahî , di pilanên avahiyên nû de welatên Rojava dest bi pirojeyê Rojhilatê mezin kirin û nexþeyê nû ji Rojhilat re li ber xwe

danîn .

Bê guman , gelê Kurd , mezintirîn netewe li Rojhilatê , ku li nav dewletên cîran hatiye perçe kirin , lê .. di gel vê perçekirinê jî , rojekê vî miletî netewa xwe bi netewên din re ne buhujandiye , ji bilî Ala Kurdewariyê tu Alên din  hilnedane – ez boyerên serdema Xaçparêz û Osmaniyan u hwd ..nayênim zimên - , rojekê Ala olperistiya fanatîk û hiþk  cihê xwe li nav rêzên azadîxwazên Kurdistanê ne girtiye û ez ne bawerim wê rojekê cihê xwe bigre .

Eger mirov , nerînekê intelektol , bide rewþa miletê Kurd li tevayê cîhanê û bi taybetî li Baþûrê Kurdistanê , piþtî ketina Bexdadê di Nîsana 2003 an de , wê bighêje  serencamekê kûr û bi havil , ku ne Ol , ne Êl û Hoz  nikarin giyanê Kurdayetiya li nav gelê Kurd biçirînin , ev bîr û bawerî yekemîn stûne ji bingeha azadiya Kurdistanê re .

Li devera Þêxan ê , ku nû ji bin destê rêjîmeke zordar rizgar bûye û ronaka azadî û zanyariyê bi derengî gihiþtiye wê deverê , bi sedema boyereke civakî , ( Dara Zingila ) li meydana Melek , li geliyê Laleþê , li zingilên hawaran da , da ku her dilsoz û welatperewrên Kurd li ser dûmana reþ ku ji agirê xezeb û fêlbaziya dijminên gelê Kurd , ku li asmanê Þêxan hilbû bizîvire , û destê alîkariyê dirêjî vemiriandina vî agirî bike .

Bê guman , hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmasî di vemirandina  vî agirî de nekir  û helwîsta Mîr Tehsîn Beg ê Êzdiyan , bi rêbaza Kurdayetiyeke resen û aqilmendiyeke hekîm ,  agirê dijminên gelê Kurd li erd-bejiya wan vegerand .

Hewldanên wan pencên jehrkirî , di bin perdeya boyerekê civakî de , ku  xwedî armancên çiravî bûn bi van helwîstên cegerdar tev têkçûn  , ew armancên reþ , mebesta pêþîn û dawîn ji wan re , çirandina can û giyanê Kurdayetiya miletê Kurd e , ew nizanin ku Êzdî resentirîn koke , ji bingeha miletê Kurd re û çiyayê Þingalê û devera Þêxan perçeyeke pîroze ji xaka Kurdistana azad , ew nizanin ku têkçûn û çirandina di navbera Sinee û Þîee de , li nav gelê Ereb û bi taybetî li Îraqê , nikare rêka cogên têkçûnên wisa , li nav miletê Kurd veke  û bi taybetî li Baþûrê Kurdistanê , ku bûye Qublegeh ji hemû Kurdên cîhanê re .

 Li cîhanê tevî , eger miletek hebe xwedî dû Hec , ew miletê Kurde , dema ji Heca musilaniyê li bajarê Mekkê vedigerin û berê xwe didin Heca Kurdayetiyê li geliyê Laleþê , bi ava Kaniya sipî destlimêj digrin û li ser zeytûnên darên Þêx Adî difitirin .

Dema Papa yê Vatîkan Binidêkt ê 16 an , di simînereke xwe de , li bajarê Miyonix  li Almanya , li ser zimanê Impiratorekî Bîzentî , rexne li Ola Îslamê kir , agirbestên xwepêþandanên welatên Rojhilat careke din rijiyan sikak û kolanan , û kopiyeke pirokratîk ji Fîlmê karîkatorên rojnamevan Karistin Yostê yê Danimarkê , careke din derket holê , bê guman karên wisa hov û ne þaristanî , dibin daxên reþ li ser aniyên welatên xwe , miletê Kurd  di mijarên wisa de ji xwe haydare , ne vexwarina zemzem û ne ya zilindarê di peyalên Olê de , li xwe heram kiriye , ku Selahedînên hemdem li nav me peyda bibin jî , wê ji Amedê ta bi Mehabadê rizgar bikin , da ku kesek nema bibeje :

Selehadînê Eyûbî bi serket

Bû lehengekî Ereban

Ku têkçûba , wê biba Sîxurekî Kurd ..

Ev armanc ji dewletên ku Kurdistan dagirkirine , berz û zelale , lewre hewldanên fêlbaziyên xwe çalak dikin û li saza oldariya musilman û êzdiyan didin , lê .. ava Kaniya Sipî li ber tofana ava Reþ paqij û zelal dimîne , eger di nav qada navnetewî de nîþana musilmaniyê herdem Þûrê serbixwîne , nîþana Kurdayetiyê aþtî û tenahî û aramîye .

Ji bo ku boyerên wisa nexweþ li nav gelê Kurd nema peyda bibin , ev dueya ku li bal Êzdiyan ji bo mirinê ye , lê min ji bo jiyanê bi kar aniye , jiyaneke bi aþtî û aramî di hembêza welatê tenahiyê de ,

Di hembêza Kurdistana pîroz de :

 

Ji dost û dijminan , þermîn nebin ,

Ji xaniyan , bê dere nebin ,

Ji Mêray , bê sere nebin

Ji Çiyan , bê gelî nebin ,

Avên Kaniyan , li we zuha nebin ,

We behr , li Buhiþtê hebe ,

Deriyê dojehê , li we venebe .

 

Sed hazar carî Amîn , ji bal Yezdanê jorîn

 

24 / 02 / 2007

Qamiþlo