<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Serê du beranan di beroþekê de nakele

Mihemed Soran- 23/05/08-Silêmanî- Em Kurd ecêb in. Gava tiþtekî ku em pê dakevin nemîne, îcar em radibin bi hev dikevin û gora hev dikolin. Werhasil, dibêjin pirsgirêkên nava YNK serî hildane û xwe dane der. Bi taybet nîqaþ û devavêtina navbera kak Newþîrwan Mistefa û kak Mela Bextiyar bûye wek þerê navbera Georg Bûþh û Ûsama Bîn Ladîn. Herkes dibê ez û ez. Çima?

Xwedêgiravî Newþîrwan Mistefa 15 milyon dolar ji YNK biriye, pê weþanxane vekiriye filan û bêvan. Newþîrwan jî xwedêgiravî gotiye: “Ez þirîkê hertiþtê YNK me baba, min can û malê xwe di ber YNK de daye, heqê kesî tuneye zimanê xwe dirêj bike” filan û bêvan.

Werhasil, dibêjin Mela Bextiyar jî ketiye kozik û çeperê û xwestiye ku bersiva Newþîrwan Mistefa bide, lê boxê berana kak Kosret Resûl Elî destê xwe li masê xistiye û gotiye.”Stoooppppppp! YNK malê her Kurdê wepatperwer e kaka, mafê tukesekî nîne ku YNK parçe bike û tifaqa navbera YNK û PDK xira bike. Min aciz nekin yan na ezê serê we li binguhê dîwaran xim haaaaaa!” filan û bêvan.

Werhasil, kak Kosret helwestek Kurdewarî danî û lotikek li herdu beranên din xist. Bijî! Birastî jî ji vê seetê û pêde heqê tukesekî nîne ku Kurdan parçe bike û ji bo berjewendîyên xwe tifaqa navbera YNK û PDK têk bibe.

Haaaaa, yaw birastî jî, yanî kak newþîrwan Mistefa 15 milyon dolar biribe çi bûye haaa? Pê weþanxane vekiriye û dîsa xebata Kurdewarî dimeþîne kaka, wîî! Ma berdaye zikê xwe? Mêrik jiyana xwe di ber YNK de da, hema 15 milyon dolar lê xweþ helalbin û hûn sax! Li þûna ku þîrketên Tirkan wan peran bixwin, bila Kurdek bixwe bixêrtire kaaaaaaaa!