Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Beytikê spî

Çûko- 11/10/08- Zelanda- Heta niha me tenê çûkên beytik ê gewrik dîtibûn. Ji xwe li Kurdistanê ji beytikên gewrik pêve kesî rengekî din nedîye. Lê li Zelandaya Nû beytikên reng spî jî derketine holê û ev jî ecêbek nuh e. Li gora ku pispor dibêjin, peydabûna beytikên spî di milyoncarê de yek e.

Wênekêþ M.Liyod ê Zelandî tam sê rojan xwe veþartîye ta ku wêneyê vî beytikê spî kiþandiye. Li gora pispor dibêjin, sedema rengê spî ji ber xelasbûna pîgmentên reng „leucîsîm“ in.

Gava pîgmentên reng (malzarên ku reng çêdikin) ji taqat bikevin û hew karibin reng çêkin, laþ û beden dest bi spîbûnê dike û ev piþtre dibe wek nexweþîyekê.

Welhasil, me berî mirina xwe beytikên spî jî dîtin û xelas. Êdî mirin bê neyê ji kîrê kerê we ve…..