Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Beza bi tifing û pêxîzankê Bîathlon

Cembelîyê Botî- 17/09/08-Gever-

Li Tirkîyê ev bûn du mehe beþek spora millî ya zivistanê vebûye. Ev beþê sporê li Tirkîyê nû ye. Antrenorê wê Necip yaþar (Kel Mehmûd) sêzde salin spora pêxizankê dike. Þeþ salan li Hekarya berpirsê sporê yê fexrî bûye. Heta niha sed û bîst madalya wergirtine. Ev bû du mehin jî bûye Antrenorê Bîathlona millî ya Tirkîyê. Hejmara  werzîþvanên wê deh kes in. Du ji wan Geverî ne. Yek keçek Kurdan e û navê wê Þebnem Over e,  yek jî xortek Kurd Ayhan Arslan e.

 

Ev spor me di fîlimên ajanan û James Bondan de didîtin. Niha jî bûye beþek spora sivistankî ya Olimpîatan. Qaîdeyên wê sporê ev in. Bi pêxizankê (pêkole- xîdor) biþemitin (biselin- hûlîsin), bi xizankê bazdin û bi tifingê li ser pîyan an jî dirêjkirî li armancê xin. Çi jin be çi jî mêr, divê her yek sê caran li ber yek bidin. (berberîyê bikin.)

 

 

Nîþanka wan  50 m dûr e. Jibo serpêyan mezinahîya nîþankê 115mm, jibo dirêjkirî jî 45 mm ye. De vêcar nebêjin „hema Geverî dibêjin du kîlo toz yek otobos“. Bi xêra wê toz û otobûsê li Kurdistan û Tirkîyê, heta li hemi welatên Misilman îmza xwe tavêjin bin bûyerên pêþîntirîn.

 

Hêvîdarin wê ev xortên me di pêþerojê de jibo me madalyên navneteweyî bînin.

 

Ma em çi bêjin. Geverî hem rûyê me reþ dikin hem jî spî dikin.

 

Dê bajon xortino bajon em bi we re.