<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Bihuþt Kurdistan e, lê cehennem li ku ye?

 

Fernandez Perez- 31/05/08-Madrîd- Di Tewrat, Incîl û Quranê de tê destnîþankirin ku bihuþta Hz. Adem û Hz. Hawa Kurdistan e. Me ew zanîbû. Lê niha astrolog û ezmanzanê Spanî Bertomeû Gerb bi nameyekê dide zanîn ku birastî jî bihuþt Kurdistan e.

 

Bertomeû Gerbê ku di sedsala 15an de jiyaye, nameyek li dû xwe hiþtiye û di van rojan ew ew name di rojnama La Voz de Galîcîa hat weþandin. Name ji alî Profesorên Zanîngeha Valencîa Julîan Benavent û Josep Todero ve hatiye wergerandin. Di nameyê de eþkere tê gotin ku „Bihuþta Dinyayê – Paraîso Terrenal“ welatê Kurdistanê ye.  

 

Werhasil, bihuþt li Kurdistanê ye, lê cehneme li ku ye gelo? Li gora astrolog û ezmanzanên Lotikxanê jî cehneme li derûdora Kurdistanê ye û dergevanên cehnemê jî Tirk, Ereb û Ecem in. Tirk, Ereb û Ecemên ku derûdora bihuþtê (Kurdistanê) pêçane û bihuþta rengîn di nav xwe de parçe kirine, bi bê perwatî bihuþtê li Kurdan dikin cehneme. Lê zêdebûna ser kezebê jî ev e ku Kurd bi xwe jî li bihuþta xwe xwedî dernakevin û wê pêþkêþî dijminên xwe, zebanîyên ber devê cehnemê dikin. Berjewendîyên kesayetî, malbatî, eþîr û partîyetî kiriye ku bihuþta rengîn, Kurdistana delal bibe hol û gasîna lotikên dijmin.

 

Ez serê we neêþînim, xwedayê mezin Kurdistan kiriye bihuþta dinyayê. Lê Kurd ji vê bihuþtê bêpar in. Her çiqasî baþûrê bihuþtê hêdî hêdî ji bin dest û lingên zebanîyên cehnemê derdikeve jî, lê bihuþta gewre hîna jî bi ax û nalîna serxwebûnê dinale wesselam!