<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Serê du beranan di beroþekê de nakele

 

Nûrojê Hebizbinî- 23/06/08-Êlih- Belê, ji bo radestkirina mifteyên 1250 xanîyan Kasimpaþali Reco hat Êlihê (Batmanê) û dîsa çend derew ji xelkê re kir. Recebo dîsa çîrokên bratîya sexte û goþt û nenûkê dubare kir û 7 hezar ehmeqên me jî jê re li çepikan xist.

 

Îcar lotika xweþ lotika pankartê bû. Rayedarên AKP ê herêma Qozlixê li ser pankartê bi Kurdî „Bijî Tayyîp“ û „Bijî serok“ nivîsandibûn. Yanî qaþo dixwestin xwe li ber dilê Kasimpaþali Laz Reco þîrîn bikin. Lê gava Recebo çav li gotina „Bijî serok“ ketiye, serê xwe li dîwarê otobozê xistiye û ji zêrevanên xwe re gotiye:“Di vî welatî de du serok nabin lan! Yan Îmralî û yan ez! Zû herin wan pankartan biçirînin zûûûû“ û zêrevanên wî jî pankartên Kurdî daxistine.

 

Îcar serokê beledîya Qozlixê Hikmet  Bahþî gotiye:“Hella hellaaaaaa! Yaw min tiþtek ji vê helwestê fêhm nekir qardaþim, di vê dema ku TRT amadekarîya weþana Kurdî dike, çima pankartên bi Kurdî dan hev yaw! Me tiþtekî siyasî nenivîsandibû bavo, wîî!“ filan û fîstan.

 

Yaw qardaþim, sayin Hikmet Bahþî, ma hewceye hûn tiþtên siyasî binivîsin cîgerim! Kuro lawo ma hûn bi qûna Recebo nizanin hêê? Ma hûn nizanin ku sermezino ji Kurd û Kurdî heznake haaa? Ê law we gotiye „Bijî serok“, lê kîjan serok babam? Helbet wê Recebo aciz bibe wîî, ma di Tirkiyê de du serok çêdibin? Gava we gotiye „Bijî serok“ Recebo rasterast serokê girava Îmralî fêhmkiriye ellawekîl! Ji ber wê jî ji zêrevanên xwe re gotiye:“Ûlan ma benden baþqe serok wardir lan?“ û pankart dane hev.

 

Êêêêêê sayin Kurdên AKP î! Ev Recebo ye oxlim, çep nîþan dide lê rast dixe we haaaaa! Law me „qiz qereçî den xatûn olir“ babammmmmmm!