Lotikxane |
Têbinî: Kekê me Binav Sindî ji Duhokê ji me re dinivîsîne. Ew mesûlê nivîs û nûçeyên xwe ye. Bi þertê ku rexne di sînorê rexneyê de bimîne û dijminatîya kesayet, dem û dezgehên Kurdistanê neyê kirin, em rê li ber nivîsandin û nivîskarîya kesekî nagirin. Lotikxane
Binav Sindî
Ava hêdî me ecêb jê dî |
Bo serokê Kurdistanê!
Her heyvê 709 moçe li fermandeya Duhokê hinda dibin
Navên dorên duwazde hizar pêþmergan li fermandeya Duhokê ya leþkerê Kurdistanê hene û li devera Badînan belav in. Eve çend heyv bûn hevalekî me bi deqîqî çavdêrîya xerckirina moçeyên wan dikir û li dûmahîyê þiya (karîbû) misoger bizanit ku bi kêmî 709 navên xeyalî yên pêþmergan li fermandeyê hene ku li çi cihan dewamê nakin û pirtirîya wan kes nas nakit.
Tiþtê serincrakêþ di vê meselê da ew e ku nêzîkî 550 ji wan navan ji eþîreta Mizîrîyan e. Ew jî eþîreta serokê fermandeya Duhokê ye û moçeyên hemiyan jî diçin bêrîka wî û sikritêrê wî jî li pêþ wî îmza dikit. Pileya van pêþmergan di navbera (pêþmergê asayî û efser bi pila Ra`îd) daye û moçeyê wan jî di navbera (300.000 heta 600,000) dînara ye. Anku (250-500 dolar) û heyvê ji 200 hizar dolaran pirtir dike.
Ez bi rêka Lotikxanê hîvî û daxwazê ji serokê Kurdistanê dikim ku ew bi xwe vê meselê vekolit, ne ku çi lijnan dirust kit, çunkî rastîyan nabêjinê û dê veþêrin.
Ji xwe eger ev axaftina min direw derket, ezê xwe wekî tawanbarekî teslîm bikim.
Rêz û silav
Binav Sindî
11.12.2009- Duhok
Silav û rêz brayên ezîz__
Beri her tiþtekî ez daxwaza saxlemiyê bo sernivîskarê Lotikxane dixwazim, min guh lê bûye ku ew tûþî persîva berazan bûye. Ez hîvîdarm ew xeber rast nebit û tinê bo henek hatibit belavkirin.
Ji bilî wê, ez dixwazim hindek têbiniyan bidim û omêda mine Lotikxane van têbiniyên min belav bikit.
1 - Supasiya her sê hevalên xwe yên hêja dikim ku eve pitirî sê sala ye harîkariya min dikin û gelek caran ez ji tengaviyan rizgar kirime.
2 - Gelek kesan e-mail û name bo min hinartine û keyfxweþî û piþtevanî li min kirine bo wan tiþtên ku ez dinivîsim. Ez daxwaza lêborînê ji wan dikim ku min bersiva gelekan ji wan nedaye. Ji ber ku ez zû bi zû e-maila xwe venakim û wexta ez vedikim jî ez diçim derveyî malê, da kes bi min nehisit. ez supasiya wan dikim.
3 - Hindek kesên kêm jî her ji destpêkê ve, xeber û axiftinên seqet gotine û dibêjin, min çi cara bersiva wan nedaye û ez nadim jî. Çonkî se direyin û karwan bi rêya xwe diçin.
4 - Ew berpisên ku ez hindek gendeliyên wan diyar dikim, ez daxwazê li wan dikim ku bo lêgeryana min zehmetê nedin xwe û para jî nedine hindek kesan ku medhên wan bikin. Çonkî eger karên baþ bikin, pêdivî nakit dirav xerc kin. Sed kesên wek min wê bê pare reklamê bo wan kin û rûyê wan spî kin.
5 - Hindek malper daxwazê dikin ez bo wan jî binivîsim û amadene gelek harîkariya min bikin. Belkî di van heyaman da bo wan jî binivîsim. Bes min divêt supasiya Lotikxanê bikim ku ji mêje dergihê xwe bo me vekir da em babetên xwe têda belav bikin û ezê berdewam bim.
6- Supasiyek taybet bo wan kesên ku xwe gihandine nav împaratorên berpisên gendeliyê û zanyariyan didin min.
7- Van rojan ezê xeberekê wek hevalên Lotikxanê dibêjin (germik û nermik) li ser gendeliya berpirsekî amade bikim. Ez bawer dikim wê keyfa xwendevanan pê bêt, çaverê bin
Xudê harîkarê dilsozan bit
Binav Sindi
02.12.2009- Duhok
Temerê me dest avêt rojnamegerîyê
Binav Sindî- 01/10/09-Duhok- Lotikvanê mezin yê Duhokê kekê me Temer Remezan, vê carê bi rastî hewil didet lotikek bê îmanî li gelê Kurdistanê û bi taybetî li rewþenbîrên Duhokê bidet. Wî biryar da rojnameyek rojane ya Kirmancî (Badînî) li Duhokê damezrînit û tinê kesên ku hez ji „Jajî“ diken, dê bibitin karmendên vê rojnamê.
Navê rojnamê (War) e. Herwesa dost û heval û birayê gendeliya Temer Remezan, Fazil Omer dê bîte sernivîskarê wê. Bi gorey axaftinên xelkê, ew rojname dê pitir giringiyê bi jiyana malbata Temer Remezan û Koçeratiyê det. Herwesa dê li ser wan giyayên baþ bo pezî û çawaniya zêdebûna þîrê bizna û dirustkirina penîr, mast, qeymax û bi taybetî jî Jajiyê koçeran yê orgînal.
Kesên nêzîkî lotikvanê xudanê rojnamê dibêjin: „Ji ber ku dema Temer Remezan ya parêzgariyê nêzîke xilas dibît, evca wî hizra damezrandina rojnamekê kir ku bersiva xelkê bidet eger carekê tiþtek li ser hat nivîsandin. Ji ber ew dizanît ku wî di 4 salên borî da gû kire bajêr û parêzgeha Duhokê û Kirmanc 20 salan li piþt Soranan hêla“.
Waaaaaaaaa ev mirove bi çûna xwe jî bela xwe ji xelkê Duhokê venaket, ma te çi dî divêt Temerê bira? Ne te hemî tiþt bir, kompaniyên core û cor li Duhokê te danene ser navê xwe û malbata xwe, têra te û hemî koçera heta hetayê..
Dê bes e, ma heta kengî xudê heqê hejara ji we çêket?