Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Kurê Temer Remezan „Koçer“ beg ne di zindanê daye!

 

 

Binav Sindî-27/01/09-Duhok- Em Kurd newêrin dîtinên xwe rasterast û eþkere bêjin. Wek mirîþka gêj li me hatiye û ji ber hindê jî em rastîyan jî berevajî dikin, awira gelemperî û xelkê Kurd dixapînin.

 

Çawa ku kîroþk ji ber tajî û miþk ji ber pisîkê direvitin, em kesên ku dixwazin rastîyan bêjin jî ji ber lotikên parêzar, mîr û wezîrên xwe direvin, xwe vediþêrin.

  

Beriya cend rojan kurê parêzgarê Duhokê, bîst zêrevanên bavê xwe dan pey xwe û çûne qutabxaneya Nûhat ya zimanê Inglîzî ya li Duhokê. Wan hurmeta qutabxaneyê þikandin û teqe li qutabiyan kirin. Sê qutabiyên brîndar gihandin nexweþxaneyê û çendîn qutabiyên ku brînên wan sivik bûn û bi quntaxên tifeng û boksên zêrevanan brîndar bibûn, newêran bicin nexweþxaneyê jî. Di medyaya Kurdî de jî behsa wê yekê dikin ku kurê Temer Kocer di zîndanê daye!!.

 

Lê rastî eve ye. Kurê parêzgarê Duhokê Temer Remezan „Kocer“ di odeya rêveberê gistî yê polîsên Duhokê da dinivist, xwarina wî jî ji restauranta (Shindoxa) dihat û noke jî li mala bavê xwe dinivit û li bazaran digerit, bêyî ku kes wî nas bike.

 

Helbet parêzgar li Duhokê nebû ku bikare vê tawanê veþêre û ji niþkave serok Barzanî gihiþte wî bajarî. Xelkê jî her ji destpêkê gazinde ji xemsariya parêzgar kiribûn. Evca dema ev bûyer jî qewimî, serok zanî ku rewsa Duhokê çawaye û gazindên xelkê jî fêmkirin, lewma biryar da ku kurê parêzgar bihê zîndankirin û ji ber ku polîs û asayisa Duhokê jî hemû grupa parêzgarin, lewma Barzanî biryar da komîteyek ji Hewlêrê bihê lêkolîna vê babetê bike.

 

Lê mixabin her ji þeva yekemîn kurê parêzgar nema di zîndanê da, belkû li odeya rêveberê giþtî yê polîsên Duhokê mabû û spêdê jî xwarina wî ji restauranta (Shindoxa) hat û pisþtî ku serok vegeriya Hewlêrê, kurê Temer Remezan jî vegeriya malê, bi wê merca ku xelk wî nebîne heya ku komîteya ji Hewlêrê tê, wê demê divê ew vegere zîndanê!!?

 

Mixabin ku husa hurmeta biryarên Serokê Kurdistanê tê girtin!!!??

 

Çi kesê ku dibe parêzar, mîr û kizîr, xwe li ser serê xelkê Kurd dike beg û axa û destkeftîyên gelê Kurd dike bin xizmeta malbata xwe.

 

Îcar ka Kurdperwerî, ka demokrasî û ka dewlet?

 

 

 

 

Ez mam û Temer Remezan jî ma

 

Binav Sindî-23/10&/08- Duhok-

 

Ji ber wan lotikên ku min di Lotikxanê de, li Parêzgarê Duhokê xistibûn, reþekên wî li min digeriyan û dixwestin min nasbikin, min bigirin û hîna jî li min digerin. Lewma min biryar da ez welat bi cî bihêlim û biçim welatê ku Lotikxane lê ye. Evca çend caran min hewil da ez ji Kurdistanê derkevim, lê mixabin hewlên min bê fayde bûn. Du cara ez ji Stanbulê vegerandim. Evca min got niha bese û ez li welat mam.

 

Berî demekê lotikvanên parlemana Îraqê, yasaya helbijartinên parêzgehan pejirandin. Keyfa me gelek hat û me got dê helbijartin bihên kirin û dê parezgarek dî ji bo Duhokê bihête danan. Evca pêwîst naket em biçin derve, çunkî çûna me ji tirsa Temer Remezan bû, evca madem ew nemîne, ma em dê çin çi?

 

 Lê piþtî wê, gotin dê helbijartin tinê li Îraqê hên kirin, wate li parêzgehên Ereban, lê li Kurdistanê helbijartin nahên kirin. Ango digel mana min, lotikvanê Duhokê Temer Remezan jî ma.

 

Evca diyare xwedê wesa hez kiriye ku ez bikevim davên parêzgar.. de bêjin xwedê neke xwendevanîno, çunkî davên wî weke aþê tehîna Zaxoyê ne, keviran jî dihêrin. Ya sittttttttttar xwedê me biparêze…..