Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Kurtegotinek

 

Ev pirtûk ji gotinên stiranan pêk tê. Li cem miletên din, diyardeya nivîsandina gotinên stiranan, bêtir tê naskirin. Di kurdî de, hema hema navên ku tenê di vî

warî de bi giranî kar kirine, nayên dîtin. hebin jî, pir kêmin. Ango zemîneke xurt tune ku afirênerê vî hunerî pala xwe bidê û berhemên xwe yên nû pêþkêþ bike. Gotinên stiranan ne helbestin, lê ji giyanê helbestê ne dûrin, ne pexþanin, lê ji taybetmendiyên pexþanê ne dûrin. Hunereke wisaye ku cihê xwe di navbera helbest û pexþanê de digre. Ji destpêkê de, di qada stirana kurdî de, kurdan guh nedaye destnîþnkirina xwediyên gotinên stiranên xwe. Piraniya caran mafê nivîskarên stiranan li ber bayê navûdengiya stiranbêjan çûye.

Dem hatiye ku kesên têkildarî qada muzîk û stirana kurdî vê kêmasiya mezin ji holê rakin û hîmek ji hîmên bingehîn yên stiranê, ku gotinên wê ne, bi awayekî, bê parastin. Bê guman pêwistiya me kurdan jî bi karekî wisa heye ku gotinên stiranên me nemînin girtiyên CD û kasêtan, belê weke pirtûk jî bêne berhevkirin û çapkirin.

Ev pirtûka Kerîm Ehmed jî, di vê çarçovê de gaveke di riyeke dirust û dirêj de.

Helîm Yûsiv