<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

    Baþûr an jî em kurd, azadiyê heq dikin?

 

                                                               Brahîm Xelîl Sirûcî

                                                           brahim-xelil@hotmail.com

30/05/08- Stenbol-

 

Pir caran ez li ser rewþa me kurdan, a ku em anha di navde ne difikirim. Pir neheqî ji aliyê dijminan ve li me hatiye kirin, tehde, zilm, kujtin, talan. Ev tiþtên ku li me hatine kirin-ne bi xezaba qandî ê me- lê bi þiklekî li xelkên dî jî hatiye kirin. Bes a ku li me bûyî xezeb e, ecêb e, tu lê difikîrî, mêjî te disekine, tu ji insaniyetê rik digrî.

 

Ev tiþtê ku min weke xezeb bi nav kir, sebeb bi raya min em bixwe ne, yanî ferqa trajediya hatî serê kurdan ew e ku sedem piranî kurd bixwe ne. Bi navekî dî; kurd liyaq in, kurd vê heq dikin. Kurd ew kurdin ku tu li wan û serboriya wan dinêrî, nabêjî “heyf”, gelek caran dibêjî “misteheq”. Ev gotineke giran e, belkî halê normal yek  vî tiþtî bi van peyvan bîne zimên ez e rabim pê re þer kim. Bes werin em destî xwe deynin ser ujdanên xwe, heqiyê bêjin, a rast bêjin, we giþkan gelek caran negotiye “em kurd vê zilmê heq dikin” ?

 

Ez hinekî fikirîm û min xwest bersiva çima em vê rewþê heq dikin, bibînim. Min têra xwe jî gelek bersiv û sedem dîtin. Çendeka bi serî zimên ez qal bikim. Anha tevgera bakur ev 30 salin têdikoþe, em dev ji rexnekirina siyaset û riya têkoþîna wan berdin, tenê tevgerê çav xwe kin. Ew xortana rabûn ji bo miletê kurd, dev ji mal, mulk, dê, bav, jin, zarok, kar, û hwd beradan, li gor safiya dilê xwe, bi nêteke pak, ji xelkê xwe re tiþtine baþ bikin, an xirabiya ku weke ewrên reþ ezmanê welêt dagiritinî biqewutînin. Tiþtên pir baþ kirin, dikanîbûn hîn pir tiþtên dî jî bikin, lê li hember wan pirsgirêk, arîþe derketin, û ew pirsgirêk birayê wan bûn, yanî kurd bûn, qorîcî bûn. Erê ez hîna jî di wê qenaetê de me ku heta qorîcî nebin ,ekserî tirk nikane bi wan çiyan ve hilperike, pêþ de here, encameke baþ ji operasyonên xwe bi dest bixe. Yanî li hember vê tevgera ku ribsedsaleke heye, astengî qorîcî ne. Kurd xwe bixwe ne.

 

Em hinekî dûr herin, destpêka salên 1900 î. Bifikirin ew miletê ku hejmara wan ne sedhezarek bû, rabûn li hember Osmanî serî hildan, doza serxwebûna xwe kirin, bi ser ketin, lê ew kurdên ku wê çaxê nifûsa wan 3-4 milyon bûn, haya wan ji þerê dinê tinebû. Þerê herî mezin bo wan ,þerê  li hember birayên wan bûn. Bawer bikin, ji bo pir kurdî dijminê herî mezin birayê wî ê ku ji dê û bavekî ne, yanî birayê wî ê heq bû….çiqas wehþeteke mezin! Dinya rabûye bi hev ketiye, xelk cihê lê dijîn êdî çavê wan têr nakêye, radibine dest dirêjî erdên xelkên dî dikin e, kurd jî di wan gund û xiraban de bi dijminatiya birayê xwe… rewþa mirovê kurd ev e. Anha jî ne wisa ye? Weleh pir neguherîn kurd, anha biçin gundekî winê bibînin ku nîvê wî gundî bi hev re xeber nadin, nexweþî di navbera wan de heye, û ew kesana ihtîmaleke mezin meriv, xizm an birayê hev ê heq in. De ji xwe re li þoreþa senayiyê binêrin, têkoþîna karkerên li Emerîka binêrin, fabrikayên ku têne ava kirin binêrin, pêþketinên teknolojîk binêrin û li kurdan binêrin, gelo wê  li zora Xwedê neçûya ,heger kurd bi ew halê xwe bibûna dewlet?

 

Nezan bûn ne wisa? Ev bersiv têrê dike ku mirov li wê wextê binêre û kurdan bêqusûr bibîne? Bi ya min na! Qusûrên wan gelek in. Çima nezan bûn? Ji ber rêber tine bûn. Rêber di her miletî de hene û bi qasî hev in. Lê kurdan qîmeta wan nizanî bû, yan xelkê îxanet li wan rêbera kir, yan jî -dîsa- birakî wan îxanet lê kir. Îxaneta birakî an jî komek bira(ev dibe malbatek be,dibe eþîrek be,dibe komek eþîr bin) pir meþhûre, ez hîç naxwazim bi nav bikim, lê dîsa bikim da ku bila gotnê min li hewa nemînin; Mîr Bedirxan biraziyê wî lê kir, Þêx Seîd banecaxê wî û eþîrên elewîya lê kir, Seyid Riza eþîrên sinî lê kirin, serhildana Îhsan Nûrî paþa de, li çiyayê Agirî dîsa gelek eþîr bûn alîgirên hezên tirk, dibêjin û min xwendiye ku wexta Komara Mihebadê de pir kurdan alîkarya dewleta Îranê kirye, gelek eþîran yan li dijî komara nû bûne, yan jî laqayd mane, û hîna gelek mînakên nav nehatî kirin….

 

Li ser kurdên baþûr jî çend “mixabin”an bibêjim. Mele Mistefa, xwedê heye ku wî camêrî heta nefesa xwe ya dawî bi dilekî pak û bi xîreteke mezin ber xwe da. Lê hûn zanin gelek eþîrên ku anha pir ferdên wan di parlemena Kurdistanê de ne, li dijî Berzanî bûn. Cahþ bûn, hevriyên Sedam bûn. Zilma li kurdên baþûr hatî kirin, malûma hemû dinê ye. Lê wan rabûn ew zilm ne bes e ha!... xwe bixwe hev kujtin, du partî ji xwe re ava kirin, kirne du perçe erd, du hukmet, du artêþ, û ew “du” yana bi çavê dijmin li hev dinêrîn, ku digihîþtine hev a ku dianîn serê hev ji a dijmin ne kêmtir bû. Vê dawiyê bi saya hin xêrxwazan herdu alî li hev hatin êdî ku çiqasî li hev hatin, Xwedê zane. Rabûn di rûxandina rejîma Sedam de rol girtin, baþ kirin, encamên baþ bûn, ku dilê hemû kurdan pê xweþ bûn. Lê ew xweþî di qirka me de ma, em pê þa nebûn…

 

Anha wexta min ev nivîs dinivîsî hevalek hat ba min sekinî, gelek caran çûye baþûr, bila ew hinekî biaxife;

 

    “……wele gelek tiþt hene ku ez bibêjim, bes hema çendeke ku di bîra min de bînim ziman:

 

1-  Em kurdên bakur dema diçin wir, di serê me de Telebanî-Berzanî ev ferq tine, lê wexta tu diçî wir tu mecbûrî xwe nêzikî aliyekî bikî û  te xwe nêzikî kîjan alî kir, êdî aliyê din nema slav didin te.

2- Wexta tu bi wan re li ser tiþtekî dipeyîvî, li ser projakê, li ser karekî, eleqe nîþan didin, sozan didin û dibêjin “be ser çaw”. Heger wan got “be ser çaw” wer zanibe ku derew e, nake, nade, naçe..te fêhm kir?

3- Gelek hevalê min hebûn li Ewropa karsaz bûn ,dewlemend bûn, welatperwerê xas bûn, bi eþq bi evîn hatin Kurdistanê þuxul kirin, anha hemûyan îflas kirye. Perê xwe nikarin bistînin. Kurdên baþûr cûdatî dixin navbera xwe û ên ji bakur hatinî. Kurdên bakur ji xwe hesab nakin. Ferq û cudatiyeke barîz heye.

4- Mesela jinê de, tê bêjî qey hîç di jiyana xwe de jin nedîne. Di wî warî de pir birçî ne, û hevalên min ên jin gelek gazin di vê mijarê de li min kirin. Radibin ji bo namûsê jinên xwe dikujin, heger namûs heye, manûsa xelkê giþ heye, û namûsa ew jinên ku tên seredana baþûr jî heye., ne wisa?

5- Tu diçî wir, hunermendên bakur nas nakin, hema hemû stranbêjên tirk nas dikin, guhdarî dikin. Televizyonên tirkan pirtir tamaþe dikin. Li kuçe û kolanê wan pirtir dengê muzîka erebî û tirkî tê.

6- Aliyê paqijiyê de pir qelsin. Li her derê gemarê ro dikin. Xwarinên xwe de paqijiyê berçav nagrin. Helbet ne hemû, lê piranî wisa ne.  Devê xwe vedikin û her “axa bi wîna þehîda hatî avdan” dibêjin, yaw madem ew ax pîroz e, wê qirêj neke, qîmetê zanibe, daran biçîne..

Û ya herî dawî tiralî. Pir pir pir tiralin. Sibê heta êvarê zilamên 40-50 salî li qehwexanan, li ber deriyan rûdinin tizbî dikþînin, karekî nakin. Hukumet lazime alîkariya wan kesan neke, ew qas tiþtên ku bikin hene, lê ew wisa ji xwe betal betal rûdinin…….”

 

 

Ev ne gotinên min in, wek ku min got, heval ev anîn ziman û min nivîsî, ji ber ez hîna neçûme Baþûr e.

 

Erê, birao, xuþkê, ez xwe bixwe fikirîm bê ka çima em vê zilmê heq dikin û ev tiþtên li jor me bi serî zimên qal kirî hatin bîra min.

Hêvî.. hêvî.. dîsa hêvî… ez hêvî dikim xwedê me liyaqî tiþtên baþ bibîne û wan tiþtên baþ bike para me.