Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Bîranîna koçkirina Barzanî yê nemir li Hengelo
HENGELO, 1/3 2008 — Evro di dîroka Kurdistanê de rojeka dîrokî ye, berî 29 salan Mistefa Barzanî yê nemir emrê xwedê kir. Barzanî yê nemir bi salan ji bo tevgera bizava azadîxwazî ya Kurdî xebat kir û serkêþê Þoreþa Eylul ya mezin bo ko li 11 Eylola sala 1961 destpêkir ta meha Adara sala 1975 dema nekse bi þoreþê keftî. Barzanî yê nemir wezîrê pêþmerge î bo sala 1946 di komara Kurdistanê de bi serokatiya nemir Pêþewe Qazî Mehemed, temenê Komara Kurdistanê yek sal kêþa û Komara Kurdistanê hate dagirkirin, Barzanî yê nemir bi 500 pêþmergan ve koçberî Soviyeta berê bo ta sala 1958.
Li 16 tebaxa sala 1946 Barzanî
yê nemir Partiya Demokrat ya Kurdistana Îraqê avakirin û her wesa Yeketiya
Qûtabî û Lawên Kurdistanê ji li jêr serokatiya vî rêberê nemir hate
damezirandina li 18 Subata sala 1953.
Yek ji destkeftên herî mezin di dîroka Kurdistanê de bi serokatiya Barzanî yê
nemir bo di rêkeftinama 11 adarê ya sala 1970 bo ko di navbera Kurdan û hikumeta
navendî ya Îraqê hate îmzakirin û Kurdan autonomî wergirt.
Barzanî yê nemir rêbazek pîroz tomar kir û ko ta evro ji mûfa ji wê rêbazê tê
wergirtin û bi milyonan Kurd qûtabîyên rêbaza Barzanî yê nemirin.
Dîroka Barzanî nemir bêsinore û ta roja evro ji li Kurdistanê û seranserî cîhanê
koçkirina wî tê bîranîn.
Evro lijna Hollenda ya Partiya Demokrata Kurdistanê li bajêrê bajêrê Hengelo
sêmînarek çêkir li ser koçkirina Barzanî yê nemir, dê vê sêmînarê de sê mêvanên
taybet hebûn yek ji wana rojnamevan û wênegirê Fransî François Xavier Lovat,
rojnamevan û wênegirê Hollendî Michiel Hegener û rewþenbîrê Kurd Edîp Çelkî û
her wesa gelek kesayetiyên din wek nûwênerên partiyên siyasî û berpirsên komelên
cemawerî amade bon.
>> Michiel Hegener
Piþtî peyva bi xêr hatinê, Michiel Hegener li ser hevdîtina xwe kir li gel
Barzanî yê nemir di sala 1973 li geliyê Gelalê axift û got:
- Sala 1973 min beþê cêgografiyê di xwend li
zankoya Utrecht ê û di wê salê de min li gel 7 qûtabîyên din biryar da
trumbêlekê bi kerin û biçin Hacî Omran, min li Hacî Omran çav bi Barzanî ket,
bejna wî ne gelekî bilind bo lê ew mirovekê gelekî bi heybet bo.
-Dema çavên wî bi çavên min di ketin min
hizir dikir ko ew çavên teyrê bazî ne, lê di heman demê ew gelekî mirovekê aram
û mêvanperwer bo.
Her wesa
Hegener got ko ewan carek filmê xwe yê orîginal winda kir û wana kopiyeka wî
filmî dabon Komeleka Qûtabîyên Kurd li Swêd û eger ew filme li cem kesekê hebit,
ez hêvîdare peywendî li gel wî bikin.
François Xavier Lovat ji di berdewamiya sêmînarê de behsê xwe kir li gel Barzanî
yê nemir û got:
- Berî 45 salan min çav bi Barzanî ket û min
3 mehan jiyana xwe li gel Barzanî, Barzanî daxwaz ji min kir em yariya satrincê
bikin û me kir, lê Barzanî ji min bir.
Xaviet Lovat got wî çav bi Îsê Sûwar ji ketiye.
Michiel
Hegener
>>François Xavier Lovat, ev pitruka di destê
wî de wî çêkiriyê û wêne Barzanî yê nemir wî bi kamera xwe girtiye
Mamoste Edîb Çelkî ji bi dirêjî li ser dîroka binemala Barzanî û rolê wana di
bizava azadîxwazî ya Kurdî de axift.
François Xavier
>>Mamoste Edîp Çelkî
Rojnamevan û wênegirê Fransî François Xavier Lovat erþîfeka berfireh ya hey
ji wênên domkûmenterî yên Kurdistanê û Barzanî yê nemir, ta niha wî gelek pirtûk
çêkirinê li ser doza gelê Kurd û bi taybetî li ser Partiya Demokrat ya
Kurdistanê.
Michiel Hegener ta niha pirtukeka bi navê: ''Çiya wek hevalbend'' li ser Kurdên
Îraqê ya nivêsî û eval ji dê pirtuka wî ya bi navê: Kurdên Îraqê dê çap bit,
sêmînarê 4 demjimêran vekêþa û zêdetir ji 500 kes amade bon.
Nivêsîn û wêne:
Dîndar
Koçer
Edîp Çelkî