<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Silavek germ ji kûranîya dilê Kurdekî windabûyî Goran Silêmanovîç- 01/08/08- Bosna Hersek- Berî hertiþtî silavan li brayên xwe yên Lotikxanê û li temamê Kurdan dikim. Ez Kurdek ji Kurdên Bosna Hersek im, yanî Goran Silêmanovîç im. Niha hûnê bêjin: Ma Bosna Hersek û Kurd? Lê di rastîya xwe de, di dema dagîrkirina dewleta Osmanî de gellek Kurd li Bosnayê hêsîr man û di nava demê de asîmîle bûn û winda bûn. Kal û pîrên me tek tûk Kurmancî zanin, lê em nifþên nû xwe wek Tirkên misilman dizanin û mixabin lotikên bêîman li me ketine. Min Lotikxane di internetê de dît û nas kir. Tek tûk gotinên Kurmancî jê fêr dibim û ev jî îlhamek mezin dide min û çend hevalên min. Piþtî min ji dapîra xwe fêhm kir ku esl û binyata me Kurd in, kizînî bi kezeba min ket û dilê min bi halê min þewitî. Werhasil, ez vê nivîsê bi Tirkî diþînim lê ku hûn wergerînin Kurdî û Kurdan bi me bidin hisandin, ezê xwe bextewar bibînim. Qe nebe bi vê rêyê ezê xizmetekê ji milletê xwe re bikim û bi we re di têkilîyê de bim. Ez ji niha de doz û tekoþîna we û brayên xwe yên Kurd pîroz û destek dikim. Bi silavên germ ji kûranîya dilê Kurdekî windabûyî Goran Silêmanovîç 01/08/08-Bosna Hersek
|
|