Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Mêrdîn serê govendê dikþîne

 

Bozan Mêrdînî- 08/07/09-Mêrdîn- Dezgeha Îstatîska Tirkiyê (TUÎK), lêkolînek balkêþ di derbarê „hevduberdanê“ de kir û ferqa navbera Kurd û Tirkan derket holê. Ango, qûna reþ û spî derket meydanê û yên ku herî kêm jinên xwe berdidin Kurd in. Bi taybet bajarên wek Mêrdîn, Batman, Þirnex Û Sêrt di serê govendê de ne.

 

Di lêkolîna TUÎK ê de bajarê ku herî zêde jin û mêr hevdu berdidin, bajarê Izmîrê ye. Li Izmîrê asta hevduberdanê ji % 2.53 ye. Lê li Mêrdîn, Batman, Þirnex û Sêrtê asta hevduberdanê xwe nagihîne % 0.2 jî.

 

Li gora lotika TUÎK ê, li bajarê Izmîrê di nava salekê de 9 hezar 531 jin û mêrî hevdu berdane û qûþ li hev qetandine. Bi taybet kesên ku di navbera temenê 25-34an de ne, tirrê ji hev berdidin û piþtî ku têr ganên xwe dikin, pehînekê li der qûna hev dixin û dibêjin „oxir be“ cîgerim.

 

Li gora ku TUÎK jî destnîþan dike, hevduberdan di nav Kurdan de pir kêm e. Kurd zêdetir qedrê malbatê, qedrê jin û mêrantîyê dizanin. Lê Tirk qedrê pîvazek xerabe nadin malbat û jin û mêran. Hema kê fersend li hevdu dît, tirrê ji hev berdide û lotikên bergîlkî li nav serê hev dixin.

 

Werhasilî kelam, di mijara hevduberdanê de jî Kurdan doxîn li Tirkan sist kir qerdeþim. Îcar hûn fêhm dikin bê çima li bajarên Tirkan zarokên bîjî û xwînheram zêdene ne wilo!?

 

 

 

DTPî yan li Nisêbînê tirr ji hev berdan

 

Bozan Mêrdînî- 05/07/09- Nisêbîn- Rêxistina DTP a þaxê Nisêbînê, duyemîn kongreya xwe li dar xist û toz û dûman bi ser serê xwe xist. Kongre li salona konferansê ya Navenda Çanda Mîtanî çêbû û kesên wek Þîlan Emînoglû, Nazim Kok, Hilmî Oncu, þaredar Ayþe Gokhan, serokên navçeyên herêmê, Cîhan Sincar û gellek tirtireyên din beþdar bûn

 

Piþtî hilbijartina dîwanê, rêz li þehîdan hat girtin û serokê DTP ê bajêr Oncu axavtinek qirase kir û dest bi lotikan kir. Piþtî Oncu, dora lotikan hat ser Þîlan Emînoglû û Hamît Tokay. Van herdu lotikvanan axavtina xwe bi Kurdî kir û dilê me xweþ kir. Piþtre jî cîgerim Azîz Keskîn rapora kiryar û aborîya desthilatdarîyê xwend û tirr ji meselê berda.

 

Axir, piþtî daxwaz û hêvîyên qirase, Suleyman Çîftçî wek serokê DTP ê þaxê Nisêbînê hat hilbijartin û Songül Enüþtekin, Yildiz Orhan, Havleci Þik, Aziz Keskin, Zeynedin Þimþek û Mehmet Salih Özen jî wek rêvebir hatin hilbijartin.

 

Werhasilî kelam, ez serê we neêþînim û nekim wek dahola Þemoyê mitirb, mesela me ne li ser kongra DTP bû. Lê li ser pevçûna di kongrê de bû. Hûn zanin, em pirê caran rastîyên xwe vediþêrin û di çapemenîyê de naweþînin. Di vê kongreya DTP de jî heman lotik hatin avêtin. Di çapemenîya partîyê de behda kongrê hat kirin, lê kesî mala xwe nebir mîratê û behsa pevçûnê, behsa kulm û boksan nekir.

 

Cîgerim Elîkê Betê (em navê rastîn nadin) bi salan beþdarî kongreyên DTP nedibû. Lê vê carê beþdar bû û bi beþdarbûnê re jî yekser lotikek qirase xwar, bi kulm û buksan ketin ser zikê wî û tirr jê berdan. Li ser bextê sîxur û peyamnêrên Lotikxanê be, dibêjin kesê bi navê Adnan Erkîl jî beþdarî kongreyê bûye û ew jî ketiye ber lotik û zîtirkên hevalan. Li ser bextê hinekan be, dibêjin xwedêgiravî Adnan Erkîl hem DTPî ye û hem jî di nava xelkê de wek endamê JÎTEMê tê destnîþankirin. Îcar rast û derew di stuyê fitne û fesadan de be.

 

Ji alîyê din, dîsa dibêjin ku kevneþaredarê Nisêbînê Dr. Mihemed Tanhan ji tirsa ku lêdanê bixwe ji ciyê xwe jî ranebûye û serokê berê yê Nisêbînê Ahmet Dînç, boksek wek boksa Muhammed Qiley xwariye û tirr jê hatiye berdan.    

 

Ez serê ne neêþînim, çîroka min ji we re xweþþþþþ û ka telaþek þebeþ!

 

Aha mesela me û kongreya DTP a þaxê Nisêbînê jî ev bû cîgerlerim….. Berjewendî, dagirtina bêrîkê û hezar quzilqurtên din ketine pêþîya berjewendîyên netewî û herkes ji alîyekî ve li Kurdan siwar dibe û hûn ji min re sax….