<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xweþ xebere lê me ne bawere

Gerîllayê Bênav- 13/08/08-Mexmûr- Jin beþek girîng ji civakê ne. Heger bixwazin karin di civakê de rolek pir mezin bilîzin. Lê xuyaye jinên Tirk ji vê daxwazê pir dûr in. Ew jî wek mêrên xwe ji bûyeran re xemsar in, xulamên dewleta xwe ne û ji wan re þerê di navbera Kurd û Tirkan de tiþtekî îfade nake. Yanî, ji temamê Tirkan re tenê tiþtek pîroz e. Ew jî ev e: Marê ku bi min venede bila hezar salî bijî!

Dibêjin Alîkarê Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kekê me Bozan Tekîn, destnîþan kiriye ku sîstema þerê taybet a Tirk li ser êþên dayikan siyasetê dimeþîne û diyar kir ku heta dayik dest neavêjin berstûka paþayan pirsgirêk çareser nabe. Tekîn gotiye; „pêwîst e dayikên Tirk bêjin, Kurdistan ji me re çi, çi karê me li wir heye?“

Yanî, kekê me Bozan Tekîn dixwaze bêje ku „divê dayikên Tirk generalan bidin ber lotik û pehînan û zarokên xwe neþînin þerê Kurdan“. Divê dayikên Tirk bi berstuka generalan bigrin û bêjin „Kurdistan ji me re çi ûlan! Ma welatê bav û kalên me ye oxlim!“ filan û bêvan.

Birastî xweþ xebere lê me ne bawere. Ma qiz qereçî xatûn olir cîgerim? Ma jinên ku bêjin „Bîr oxlim gîttî, obur oxlimî de gonderecegim. Vatan sax olsin“ karin bi berstuka generalan bigrin û insanetîya xwe bînin cî? Naaaaaa!

Hûn dev ji dayik mayikên Tirkan berdin, kerngî go we þer daxist nav metropolên Tirkiyê û jiyana bajaran li wan herimand, aha wê gavê dibe ku dayikên Tirk rabin tapanan û bêjin: Êdî bes e!

De serketin û her bijî cîgerim!