Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Wê go pênc me go naaaaaa!

Hesen Almas-31/01/08-Amerîka- Lotikvana xwînþîrîn, bedewa axirzemana, Alessandra Ambrosîoya ku bi xweþikbûna xwe jina min li ber çavê min reþ kiriye, salê 5 milyon dolar ji þîrketa Vîctorîas Secret distîne. Malxerabê ewqasî li ber dilê min þîrîne ku, ez karim ji bo xatirê lotikek wê xwarina mehîrê jî li dê û bavê xwe heram bikim ellawekîl! Offffffffffff, belkî hûn bawer nekin, lê gava ez çav li wê bêbavê dikevim, yekser xwêdan bi min dikeve û dikevim taya mirinê.

Werhasil, bi kurt û Kurmancî, bela xwedê jinek wek Ambrosîo bikira qismetê min û bela lastîka doxîna þerwalê min tuneba û hew! Werhasilî kelam, Alessandra Ambrosîo xanim ji Vîctorîas Secret ê salê 5 milyon dolaran distîne.

Me jî rabû emaîlek jê re þand û got: “Weyla em bi qurban bûnê, bi xwedê û pêxember 5 milyonên me tunene. Lotikxane þîrket û eþîretek feqîr e, bi nan û pîvazê debara xwe dike, em nikarin 5 milyon dolar bidin te. Lê ku kakacanên baþûr bi xêra dê û bavê xwe çend bîdon ji petrola Kerkûkê ji me re þandin, emê wî çaxî hesabê qelenê te bikin. De were bi xêra dê û bavê xwe ji bo xwendevanên me jî çend lotikên nermik û germik bavêje” filan û fîstan.

Xanimê heta niha jî bersiva me nedaye. Xuyaye sergiranîyan dike da ku xwe giran bifroþe me.

Erêêêê, erêêêê......Erê dinyayê, ma vê heyamê kî qûna xwe bi feqîr û birçîyan paqij dike yadêêêêêêê....!