<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Þûrkêþê Dêrika Çiyayê Mazî, li tembûrê xist bi qûna tazî

 

Cemîlê Çargurçik-13/07/08-Swêd- Yaw em nivîskar û rewþennebîrên Kurdên bakur çi cins mexlûqatin qardaþim? Yan wê devê me di nav tasa hingiv de be, yan wê baþûrî bêrîka me miþt pere bikin, yan wê xwarzê û birazîyên me têxin zanîngeh û tîmên fûtbolê, yan na emê ji wan bixeyidin û wan bidin ber lotik û zîtirkên bergîlkî. Îcar ma ev bû rewþenbîrî, bû Kurdayetî yan bû þorba nîskê?

 

Birastî em bakurî çi ji brayên xweyên baþûrî dixwazin ka hûn nabêjin? Ma baþûrîyan li talanê me xistiye? Na! Ma baþûrî bi gelemperî û li gora derfetên xwe alîkarîya Kurdên seranser nakin? Belê! Ma baþûrî karin keç û xort, xwarzê û brazîyên 20-30 milyon Kurdên bakur têxin zanîngeh û tîmên fûtbolê? Na! Ma me serê xwe di ber baþûrîyan de daye? Naaaaaa! Ma em Kurdayetîyê ji bo baþûrîyan dikin? Na! Êêêêêê, naxwe ev çi zimandirêjî, zikreþî, dijminatî û lotikên bêmane ne kaka?

 

Çima em giranîya xwe nadin plan û projeyên çareserîya pirsgirêkên bakurê Kurdistanê, lê em wek fitne û Beko ewanan tiliya xwe dixin nav kar û barê baþûrîyan cîgerlerim? Gelo hûn zanin ku em bi vê zikreþî û hesûdîya xwe rûn li ser nanê dijminên xwe dikin yan na?

 

Neyse, ji berê de dibêjin: „Heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîska ne“.

 

Li ser bextê fitne û ewanên kolanên Dêrika Çiyayê Mazî be, dibêjin rojekê kekê me Bûbê Eser, xwarzîyê xwe dide ber xwe, berê xwe dide baþûr cem wezîrê spor û xortan kak Taha Berwarî û dibêje:“Aha ji te re fûtbolgêrekî profesyonel cîgerim! Erê lîsansa wî tuneye, lê tu kari lîsansek sexte jê re çêki û wî berdi nav koma garana tîma Kurdistanê“ filan û bêvan. Û dîsa xwedêgiravî Bûbêyê me xwestiye kurê xwe ji Ewrûpayê biþîne nav tîma baþûrê Kurdistanê.

 

Em zanin ku zarokên li Ewrûpayê mezin bûbin, zû bi zû nikarin xwe li ber lotik û pehînên jîyana baþûr bigrin. Îcar gava xweþîya ku li Ewrûpayê têde mezin bûne li baþûr nebînin, çi tê serê wan hûn zanin? Xeyalþikestî dibin, dibin wek mirîþka gêj, tirr xwe di wan de nagrin û revî revî ji baþûr direvin.

 

Neyse, îcar xuyaye ji ber sedemên ku kur û xwarzîyê kekê me Bûbê neketine tîma Kurdistanê, lawkê Dêrikî rahiþtiye qelema xwe, tûj kiriye (sotiye) û wek ciwangeyê ku çav li paçê sor bikeve êrîþî matador Taha Berwarî kiriye. Bi ser ku kesê ku xortan digre tîma Kurdistanê teknîk dîrektor e û ne Taha Berwarî ye jî, lê kek Bûbê

xwestiye kerbê teknîk dîrektor di serê Taha Berwarî re derxe û berê tifinga xwe ber bi wî vekiriye.

 

Kekê me Bûbê Eser, siwarê berîka Dêrika Çiyayî Mazî, di nivîsa xwe de dibê:

 

„Li gor vê zanînê dema em li tîma sporê ya baþûrê Kurdistanê ku niha li swêd e binêrin, wê bê dîtin ku wezîrê sporê tu caran neteweyî nefikirîye û nafikire loma jî wî, yek lîstikvanekî ji perçên din nexistiye nava vê tîma ku girîng e. Ji bona ku spor bi serkev e wezîrê sporê tu hewldan nekirî û nake. Ji ber ku ew ji kurdên perçên din hez nake û naxwaze ew tu caran bi serkevin. Eger ne weha ba, îro gelek lîstikvanên kurdên perçên din hene. Gelek ji wan li ewropa jî di nava hin tîmên baþ de dilîzin. (Ez þahidim ku gelekan xwest herin welatê xwe, tîmên baþ amade bikin ango bilîzin. Hin çûn jî, lê wezîr xwedî li wan derneket. Bi þûnde li welatê xwe yê lê diman vegeriyan. Ji ber ku ew bakurî bûn) Lê mixabin tu caran ev mijar ji bona wezîrê sporê nebûye mijareke ku divê li ser bê rawestandin. Her çiqasî ew wezîrê sporê ye li ew qet ji sporê fêm nake û ji dêlva sporê ew bi karên din re mijûl e. Eger ne weha be ev çend salin ku ew wezîr e, lê ka serketina wî û ya sporê li baþûrê Kurdistanê. Ka tîma wî ya xurt û lîstikavanên zîrek. Tune ne. çima? Ji ber ku ew naxwaze… Îro bi hejmareke mezin xortên kurdan li ewropa dilîzîn. Eger wezîr jêhatî û dilxwaz ba wê ji wan tîpekî kurdistanê ya rind û delal ava kiriba. Bala xwe bidinê; ji bona Tirk bi ser kevin gelek lîstikvanên xerîb tînin tirkiye û dikin hevwelatiyên xwe û di tîma xwe ya neteweyî de dide lîstin. Lê çima em nikarin kurd weke kurdan bidin lîstin. Ma gelo çi ferqa perçeyan hene. Dagirkeran sînor xistine nava me. Lewra jî divê em wan sînorana nasnekin.

 

Lê wezîrê sporê ji bona ku  ji du mehan carekê bê swêd û zarokên xwe bibîne (ev heqê wî) û kombûnan li swêd dike, bila derkeve li welatên ewropa bigere xortan bibîne wan bibe welêt. Na ke… Çima nake divê mirov ji wî pirs bike.

 

Ji ber vê sedemê ye ku heta wezîrê sporê neyê guherandin û yekî þaraze ku bi mejiyekê neteweyî nefikire, nebe wezîr wê halê sporê li baþûrê Kurdistanê xerab be. Wê tu caran baþ nebe. Ji ber ku wezîrê niha Taha Barwerî tu caran li kurdên din yên zîrek ku bikaribin sporek baþ bikin, negeryaye û nagere. Çi pêþniyarên jê re çûne û yên wê herin wê bi cih neyne. Ji xwe spor ne di bala wî de ye. Ew li baþûr bi tiþtên din ve mejûl e. Hêvî û rica ew e ku hukumeta me guhê xwe bide vê û rojekê berî rojekê dest bavêjin vê mijarê û yekî þareza bînin. Yekî ku bikaribe bi mejiyekî netweyî bifire peyde bikin. Teng fikirandin di rojên îro de zerarê dide tevayiyan kurdan. Divê ji bona xatirê þexsan em meselêyên girîng, karên hêja û baweriya neteweyî di avê de bernedin. Divê neyê ji bîrkirin ku îro li dinyê spor rola sereke dilîze, Eger dil û daxwaz hebe mirov dikare tîma herî xurt li baþûr damezrîne.“ Filan û fîstan.

 

Belê,

 

Dîsa bav û kalên me dibêjin: „Þahidê rûvî terîya wî ye“.

 

Wek me li jorê behs kir, þahidê Kek Bûbê kurê wî û xwarzîyê wî ye. Yanî, divê me xwarzîyê wî bigirta nav tîma Kurdistanê, jê re lîsansek sexte çêkira û sextekarî bikira.

 

Birastî gelo li kîjan welatî pisporê sporê bûye wezîr ka hûn nabêjin? Ma li Tirkiyê wezîrê kultur û sporê biryara girtina lîztikvanan dide yan teknîk dîrektor Fatîh Terîm digre? (tenê wek mînak). Fatîh Terîm kê digre nav tîma xwe, kê davêje xema wezîrê kultur û sporê nîne. Di vir de dixuye ku Gardîyanê me lîztikvanekî baþ e û lêkolînek dûr û dirêj li ser ilmê sporê kiriye.

 

Yaw qardaþim, madem tu ji sporê û sazkirina tîma fûtbolê fêhm dikî, were bibe wezîrê sporê yan teknîk dîrektor cîgerim? Dev ji nivîsandina çîrokan berde û vî mezîyetê xurt derxe pêþ wî, ma tu wek Fatîh Terîm jî nayê!

 

 Madem Taha Berwarî ji sporê fêhm nake, lîsansa xwe derxe (bila ne sexte be ha) û keremke bibe teknîk dîrektor. Îcar tu baþûrîyan digrî nav tîmê, tu xwarzîyê xwe tînî, tu bakurîyan dikî kaptan, tu û kurê xwe dilîzin, hûn çi dikin bikin yabo qurban!

 

Li vir ez dixwazim lotikekê li kek Taha Berwarî jî bixim.

 

Yaw qardaþim, kak Taha, te çima lîsansek sexte ji xwarzîyê Bûbê re çênekir û ew nexist tîma Kurdistanê babam? Ma ev wezîrtî ye? Ma ev Kurdayetî ye? Ma ev netewayetî ye ha?

 

Wezîr ew e ku lîsansên sexte çêke. Wezîr ew e ku torpîlê bike û xwarzê û brazîyên Xelo û Celo têxe tîmê. Wezîr ew e ku %100 ji sporê fêhm bike. Wezîr ew e ku neyê nav zarokên xwe û li Ewrûpayê nesekine.

 

Û wezîr ew e ku nebe benîþtê devê esker û gardîyanên bakurî kakaaaaaaaa!!!!!!!