Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Nekeve nav karwanê parsekan kekê min,ne layiqî te ye!

 

 

Cemîlê Çargurçik- 03/10/07-Swêd-Belê, kekê me, gula Dêrika Çiyayê Mazî Bûbê Eser, gazindnameyek pir vekirî nivîsand, weþand û kumê xwe danî ber xwe. Bûbê Eser di 23.04.2007an de terka welatê Swêd kiribû, bi dilekî germ û serîkî zelal berê xwe dabû Kurdistana azad.  Xuyaye hesabê malê û sûkê li hev derneketiye û wek kekê me Arif Zêrevan bêhnteng bûye, li çûna xwe poþman bûye û dest bi lotikên nermik û germik kiriye. Her çiqasî lotikên Arif Zêrevan sînorên lotikan derbas kiribûn û bibûn zîtirk û pehîn jî, lê þikir ji Xwedê re ku lotikên kekê me Bûbê xeta sor derbas nekirine û tên daqurtandin.

   Werhasil, Bûbê Eser di gazindnama xwe de vekirî diyar nake bê ka ew bi îmkan û têkilîyên xwe çûye perçeyê azad yan na? Lê di gazindnama xwe de hinek kes û dezgehan di bin tohmetê de dihêle. Ger tohmetên Bûbê Eser bi bingeh bin, wê demê divê ew kes yan jî dezgehên ku jê re soza hinek tiþtan dane lêborîna xwe jê bixwazin û xederîyeta wî telafî bikin. Na heger Bûbê Eser bê delîl û bingeh wan kes û dezgehan dixe bin tohmetê, wî çaxî tiþtek tenê ji kekê me re dimîne. Ew jî ew e ku lêborîna xwe ji wan kes û dezgehan bixwaze û wek hinek kesan nekeve nav karwanê rewþenbîrên parsek. Li gora ku ez Bûbê Eser nasdikin, Bûbê ne ew kes e ku qîmet û kesayetîya xwe jibo çend qirûþan bifroþe.

   Heger birastî nûnerên partîyek desthilatdar yan jî nûnerên hikûmeta Kurdistanê ew dawetî Kurdistanê kiribin û xwedî lê derneketibin, eyb û kêmasîyek mezin e. Lê ku kekê me Bûbê Eser bêyî ku soz û peymanekê ji nûnerên wan dezgehan bistîne û rabûbe berê xwe dabe baþûr, wî çaxî jî “lam û cîm” jê re ne lazim e.  Helbet dil dixwaze ku hikûmeta Kurdistanê alîkarîya hemi nivîskar û rewþenbîrên Kurd bike. Lê ku neke jî mafê me tune em þûrê xwe bikþînin û di vê dema nazik de þerê wan bikin.

  Li gora ku em pê zanin, rojnamevan û nivîskarên baþûr wek meaþ mehê 200-300 dolarî distînin. Li gora ku Bûbê Eser jî di asta nivîskaran de tê dîtin, heger Wezareta Þehîd û Enfalan mehê 200 dolar pêþkêþî wî kiribe, ne qebhetek mezin e. Mehê 1000 dolar bidana baþtir dibû, lê ku nedan jî dinya xerab nebûye.

 

Kekê me Bûbê Eser di nivîsa xwe de dibêje:” Min heta niha li gor îmkanên xwe yên þexsî gelek kar kiriye. Qederê 200 malên anfalan ziyaret kiriye. Lê êdî teaqata min ya þexsî têr nake ku karê xwe temam bikim. Eger min zanîba ku wê rewþ weha ba; hûn bawer bikin qet nedihatim. Lê hatime di þertên nexweþ de dijîm, lê ji bona wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir ku pê bawerim, berxwe didim da ku karê xwe biqedînim. Ji rêveber û desthilatên me yên vir kesek ne li halê min dipirsin, ne jî dizanin ku ez bi karekî weha ve rabûme. Di eslê xwe de dizanin lê naxwazin bizanibin. Tenê Wezerata Þehîd û Enfalan Çinar Se´d Abdula xwest ku mehê 200 dolaran bide min, min jî ew qebûl nekir. Ji ber ku 200 dolar tu birînan derman nake. Ez li vir têgihiþtim ku ji bona berpirs û rêvebiran karê nivîsandinê ne girîng e, heta zerare jî.
   Kurtasiya gotinê ew e ku li ser her Kurdekî ferze ku îro ji bona perçê azad xebatê bikin da ku ew xebat ji perçên din re jî bibe rohnî. Bibe rohnî da ku ew rohnî tariya perçên din jî hêdî hêdî rake. Xurtbûna baþûr wê berxwedanên perçên din bihêztir bike. Ji ber ku Kurdistan yek perçe ye. Lê îro erkê mezin li ser milê rêvebir, hikûmet û berpirsên welatê me ê azad e. Eger ew berpirsiyariyên xwe bînin cîh wê hemû kar weke tê xwestin bi rêve here. Ya na….”
Filan û bêvan.

   Ev gotin tiþtên xweþ in. Lê divê neyê jibîrkirin, li ser her Kurdekî ferz e ku “ ne ji bo peran” perçê Kurdistana azad biparêze. Mixabin îro paraztina perçê azad ji gellek rewþenbîr û nivîskaran re (em bi gelemperî dibêjin) bûye bazara berjewendîyê. Gava herder ji wan re geþt û seyran be qedr û qîmeta rêvebirên Kurdistanê digrin, lê gava qirik li wan ziwa dibe, ne perçê azad dimîne û ne jî rêvebirên wê. Ev helwest jî helwestek nerast e.

 

   Werhasilî kelam, ez ji kekê xwe re a dawî bêjim. Madem taqata te nemaye û 200 dolar têra xebata te nakin, bilêta xwe bibire, li hespa kihêl siwar be û berê xwe bide Stockholma gewrik. Tu çawa bi biryar û îrada xwe çûbe baþûr, wilo jî vegere kekê mino, ma kesî destê te girtiye, naaa! Na heger tu naxwazi vegeri û liberxwe bidi, here ber devê derîyê parlamentoya Hewlêrê û têkeve rojîya mirinê. Kakacanên me ewqasî jî ne bê wîjdanin lo, helbet wê xêrxwazek xwedî li te derkeve canim...

 

De haydê, serketin brakoooo....!

 

(Haaaaaa, berî ez ji bîr bikim, Arif Zêrevan di malpera xwe de lotikek qirase li te xistiye û dibêje:” Bûbê Eser çû baþûrê Kurdistanê lê belê niha ew pîs-pîs poþman bûye“.  Te fêhm kir ne? Yanî “Ew pîs” (Bûbê Eser) pîs poþman bûye.Yan ez xelet fêhm dikim????????????????????????????????????????????

De yabo ew ne karê min e, îþê me bi we tuneye qurban. Piþtre nebêjin Cemîlo fesadî kir û em bera hev dan haaaa!

------------------------------------------------------------

 Nivîsa Bûbê

 Eger min zanîba

                                                                                                    Bûbê Eser

Zanebûn tiþtekî weha ye ku mirov bi saya wê kêm þaþiyan dike û bi xêra wê jî mirov xwe pêþve dibe. Pêþveçûn û têgihiþtina mirovan jî ji bona çareserkirina probleman weke derman e. Lê çi mixabin ew derman jî bi dest her kesî nakeve. Ji bona mirov jî bibe xwediyê wî dermanî ango zanînê divê mirov gelekî bixwîne û xwe zane bike. Kesên zana jî deh caran difikirin û carekê dikin da ku þaþiyan nekin. Der dora xwe aciz nekin, malbat û mirovên xwe neêþînin.

Berî ku baþûrê Kurdisanê azad bibe, em kurd li seranserê cihanê li mistek erdê azad digeriyan û ji bona bidestxistina wê me gelek bedel dan û hîn jî didin. Lê wan bedelên hatin dayin jî ji bona me azadiya perçê baþûrê Kurdistanê anî. Bi azadiya vî perçî hemû kurdan kêf û þahî girtin, govend gerandin da ku êdî ew jî bûne xwedî dewlet. Ev heqê wan jî bû. Lewra her kesekî xwest ku li vê azadiya heyî xwedî derkeve û ji bona parastina wê heta ku jê hat kar û xebat kir. Kir û hîn jî dike. Ji ber vê yekî bû ku hinan bi perayên xwe xwestin li vir kar bikin û beþdarî avadana welatê xwe bibin. Hinan sûnd xwarin ku êdî ewê ji bona parastina vî perçê çi erk bikeve ser milê wan bikin. Hin jî hin berxwe didin da ku di karên xwe de bi ser kevin.

Ji ber vê yekê bû ku ji perçên din nivîskar, hunermend, þanoger û hw. hatin da ku wê trajediya baþûrê Kurdistanê tê de derbas bûbû bi pênûs, awaz û bi þanogeriya xwe bînin zimên. Bînin zimên da ku cihan bêtir wê fêm bike û ji bona avadana welêt bi alîkariya baþûrê Kurdistanê ve rabe. Loma jî li ser hukumeta me ferz e ku piþtgiriya kesên weha bike da ku ew jî bikaribin bi rehetî êþ û trajediya gelî xwe ya ku tê de berdas bûye binivîsînin, bilîzin û bînin zimên. Ji ber ku piþtî þerê çekdarî û azadiya welat, þer dibe þerê pênûsê da ku em welatê xwe bixin nava dewletên pêþketî û demokrat.

Ji bona vê yekê ye ku roj bi roj ji bona pêþeroja welatekî xurt û jinûdeavadana wî, gelek rewþenbîr bûne xwedî pêþniyarên delal. Lewra jî hinan li gor xwe tiþtnî kirin. Hin jî hîn berxwe didin da ku bi pênûsa xwe ji bona gelê xwe xizmetê bikin. Lewra gelek nivîskar ji perçên Kurdistanê yê din berê xwe berbi perçê azad ango baþûrê Kurdistanê ve kirin da ku li welatê xwe bi cih bibin ku xizmeta gelê xwe bikin. Erkê ji wan tê xwestin bînin cih. Ez bi xwe jî yek ji wan kesên ku hîn jî berxwe dide da ku xizmetê bikim im. Lê hûn ya rastiyê bixwazin kesên weha li baþûrê welatê xwe bêqîmet in. Berpirs û hukûmeta Kurdistanê qet qîmeta kesên weha nagire. Alîkariya wan nakin da ku ew bi ser kevin.

Li ser pêþniyara desthilat û rêvebirekî baþûrê Kurdistanê ku ew bi xwe jî ji malbata barzaniyan e, ji bona ku ez bikaribim romanekê li ser wê trajediya 8 000 enfalên barzaniyan biafirînim roja 23.04.2007an ji welatê Swêd li baþûrê welatê xwe bûme mêvan. (Ji ber ku ez bi xwe jî yekî ji Barzanî me û ji bona min ew rêbaza Barzanî rêbazeke pîroz e. Eger hin bixwazin wê xerab jî bikin divê mirov bi hemû hêza xwe li dij kesên weha rawest e.) Li devera barzan û li bajarokê Bilê bi cih bûm. Ji ber ku rûniþtvanên vê deverê hema hema hemû jî enfal in. Lewra li vir mayina min biryareke gelekî di cih de bû. Ji ber dîtina malên enfalan û li gel wan têkilî danîn wê baþtir ba da ku romana xwe biafirînim. Her weha jî bû. Niha jî di gelek þertên zor û zehmet de berxwe didim da ku bikaribim bi pênûsa xwe xizmetekê ji gelê xwe re bikin. Min heta niha li gor îmkanên xwe yên þexsî gelek kar kiriye. Qederê 200 malên anfalan ziyaret kirî ye. Lê êdî teqata min ya þexsî têr nake ku karê xwe temam bikim.

Eger min zanîba ku wê rewþ weha ba; hûn bawer bikin qet nedihatim. Lê hatime di þertên nexweþ de dijîm, lê ji bona wê rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir ku pê bawerim, berxwe didim da ku karê xwe biqedînim. Ji rêveber û desthilatên me yên vir kesek ne halê min dipirse, ne jî dizane ku ez bi karekî weha ve rabûme. Di eslê xwe de dizanin lê naxwazin bizanibin. Tenê wezerata þehîd û enfalan Çinar Se´d Ebdula xwest ku mehê 200 dolaran bide min, min jî ew qebûl nekir. Ji ber ku 200 dolar tu birînan derman nake. Ez li vir têgihiþtim ku ji bona berpirs û rêvebiran karê nivîsandinê ne girîng e, heta zerar e jî.

Kurtasiya gotinê ew e ku li ser her kurdekî ferz e ku îro ji bona perçê azad xebatê bike da ku ew xebat ji perçên din re jî bibe rohnî. Bibe rohnî da ku ew rohnî tariya perçên din jî hêdî hêdî rake. Xurtbûna baþûr wê berxwedanên perçên din bi hêztir bike. Ji ber ku Kurdistan yek perçe ye. Lê îro erkê mezin li ser milê rêvebir, hukumet û berpirsên welatê me ê azad e. Eger ew berpirsiyariyên xwe bînin cih wê hemû kar weke tê xwestin bi rêve here. Ya na….