Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Brano,

Sipas ji bona we ku we ez jî nekirim parsek. Lê divê hûn ji min bawer bikin ku ez ê tu caran nebin parsek. Lê divê carna mirov rastiyê jî bêje. De îcar xwedê quweta we li ser serê kurdan kêm neke. Wêneyên min ê berê hûn dikarin di vê nivîsê de jî bi kar bînin.

 

Silav û rêz, ji karê were berdewamiyê dixwazim.

 

Çima rexne?

 

 

 

Bûbê ESER

 

"Di dinyayê de tu tiþt nîne ko tekûz bît. Di hertiþtî de, nemaze di karên nû dest-pêkirî de, pirê caran, kêmanî heye. Heke te ew kêmanî dîtin, hima dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya danîyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.

Hilweþandina sitûnekê hêsanî niye. Huner di rastkirina sitûna xwêl de ye."

 

Celadet Alî Bedir-Xan

 

Rexne ji bona pêþketina civatan e. Rexna ji bona þaþ û çewtiyên pêþî li pêþveçûna civatan dike, dibe. Rexne ji bona serraskirna mirovan û tunekirina dîtinên çewt e. Loma jî jiyan bi xwe, di nava rexnan de ye. Eger di jiyanê de rexne tune bin, ew jiyan ne jiyan e. A girîng ew e ku mirov rexnan çawa bi kar tîne, ji bona çi dibêje. Li ser çi esasî têne holê. Bi karanîna rexnan, niyet û mebesta mirov çi ye, eþkere dibe. Ji ber vê yekê ye ku pêwîstiya rexnên dilsoz û rind hene. Erkên ronakbîran yek jê jî ew e ku dema rexneyek hate kirin, lazime li ser wê rawest in. Lê bikolên da ku ew ji bona çi hatiye kirin, fêr bibin. Ew mijarên dibin hedefa rexnan, dibê bi awayekî zelal bêne diyarkirin ku mirov bikaribe wan bi hevre çareser bike.

Loma dibêjim; pêwîst e, ew kesên ji xwe re dibêjin; ez ronekbîr im, civaknas im û siyasetmadar im, ji merheleya rexnên ne cih de derkevin û ji bona rexnên baþ ku bikaribe civatê bi pêþde bibe, bikevin nava hewldanan. Her wisa jî divê ew rexnên ji terefê gel û kesên dilsoz de tên, guhdarî bikin. Li ser kêmaniyên heyî û ji bona karên hevbeþ munaqeþeyên taze vekin. Di nava xwe de, di nava gel de têkevên rê û rêbaza hevtêkiliyan. Da ku zûtirîn rêya xebatên bi hevre, yên qenc û delal ji bona gelê xwe têxin jiyanê. Her wisa ji ew hevtêkiliyên mirovan wê bibe egera çareserkirina problemên heyî.

Lê çi mixabin hin henin, xwe weke kesên bi derd û êþên gelê xwe ve mijûl dibin, rêdidin û di eslê xwe tu karekî nakin. Lewra jî kesên weha tim xwedî rexnên ne di cih de ne. Lewra jî gilî û gazind bûne perçeyek ji jiyana wan. Kesên weha ji her tiþtekî nû ku dest pê dibe, gazin dikin. Ji her pêþketineke nûjen ditirsin. Lewra jî kesên weha ji damezrandina saziyên neteweyî û ji afirandinên nû bi tirsin. Bi teybetî di civatên paþdamayî de kesên weha bi  eþkereyî tiþtên baþ diparêzin lê  bi dizî jî ji bona ew nûjenî bi ser nekeve çi ji wan tê dikin.

Rexne  jî rûmeteke xwe, cih û qîmete xwe heye. Dema mirov di tiþtekî de kêmaniyek dît, li xebatên þaþ rast hat, mirov rexna bike, di cih deye. Lê divê mirov bizanibe ku rexnan çawa bi kar bîne. Di rexnan de divê mirov cih û zemanê wê jî baþ bizanibe da ew rexne nebe egera nebaþkirina kesan, dem û dezgehên neteweyî.

Eger em bixwazin baþûrê welatê me bikeve nava civatên modern û pêþketî, divê mirov bi her awayî ji dem û dezgehên xwe re bibe alîkarî da ku ew jî karên xwe rehet bikin. Lê eger mirov di wan karan de kêmanî dît, divê mirov bi awayekî baþ, qenc û çêker rexne bike da ku ew rexne cihê xwe bigere. Tiþtê çewt û þaþ rast bibin.

Îro  rewþa welatê me ê azad di rewþeke teybetî de derbas dibe. Di nava vê taybetmendiyê de jî divê mirov hay ji xwe û rexnên xwe hebe ku zerarê nede dem û dezgehên xwe. Divê mirov di rexnên xwe de tenê wan tiþtên li gor xwe þaþ dibîne rexne neke. Eger mirov xwest tiþtekî rexne bike divê mirov baþ li ser wê rawest da ku kar û zerara wê dê çibe, hesab bike. Rexneyên serûber ji fêdê bêtir wê zerarê bide xwediyê xwe û welatê azad.

 

Lê çi mixabin ku hin henin ji bona xebatê nekin û rehetiyan wan xerab nebe, ew tim di nava rexnan de ne. Bi tonan rexnan dikin ku çima kar neyê kirin. Bi sedan pêþniyaran tînin û dibên bila xebateke weha (li gor xwe þiklekî didinê) bê kirin. Lê çi ecêb e ku kesên weha bi xwe tucarî di nava hin karên ew bi xwe pêþniyar dikin de jî xuya nakin.

Hevalno, hogirno, dost û hevwelatîno! Îro rewþa welatê me ê azad pir zelal û eþkere ye. Astengî û sergêjiya ku îro welatê me di navdeye diyar e. Dijminên me çawa dixwazin vî perçê azad ji holê rakin, xuya ye.  Loma jî gelek ji kesên me îro kor bûne, kerr bûne, lal bûne. Mejiyên wan tevli hev bûne ku wan astengiyên li pêþberî welatê wan e nabînin. Ji ber vê ye ku ez dibêjim; ji bona kesên me yên weha, çavên ku bikaribe dûr bibînin, rengên cûrbe cûr ji bona gelê xwe hilbijêrin pêwîst e. Guhên dûr bibihîzin, xweþ guhdarî bikin û çewt fêm nekin, bo me lazim e. Zimanekî rind, delal, xweþ û mejiyakî neteweyî, me divê.  Hewcedariya me bi rexneyên dilsozane ku wê fêda wan ji pêþketina gelê me re hebin, heye. Pêkanîna wan di destên ew kesên ku dibêjin; em nivîskar in, ronakbîr in, rêber in, siyasetmadar in, hunermend û ozanên vî welatî de ye.

Eger van kesên me li hev bicivin, ji dêlva rexnên ne di cih de bikin, bêjin ku em ê çawa alîkariya perçê azad bikin, rawest in, wê baþtir be. Hûn bawer bin, ewên di demek kin de rêyên ji bona pêþdeçûna welatê xwe  bibînin. Pêwîstiya van kesên me, ji dêlva rexnên ne di cih de bikin, li gel pêþniyazên xwe yên baþ, dîtinên xwe yên rast  û ji bona welatekî demokratîk, bînin zimên, heye. Îro ji bona ji nû de avakirina vî welatê me kar û xebat divê. Eger em, nivîskar, rewþenbîr, hunermend û ozanên vî welatê azad bi hevre li hemberî hemû astengên li pêþberî gelê me ne, rawestin, em ê wê demê bibin xwedî welatekî pêþketî.

Bila neyê ji bîr kirin ku li cihanê ji me kurdan pê ve tu neteweyekî weke me ku bi nufûsa xwe qelabalix û hîn piraniya erd û xelkê xwe  azad nekiribin nema ne. Azadî heqê me ye jî. Em jî bi hevre xebat bikin, hewl bidin, ji dêlva rexnên ne di cih de, xwe bera nav qada xebatê bidin. Ji ber ku hîn sê perçên welatê me nehatiye azadkirin. Ji bona azadiya wan, divê em vî perçê azad bi pêþve bixin, xurt bikin da ku sibê ev ji bona yên din bibe alîkarî.

Mirovên me yên zana û têgihiþtî gelek in. Hunermend û ozanên me pir in. Rêberên me hindik bin jî, dema em, li gor dîtin û nerînên wan î ji bona gel pêþkêþ dikin, xwe bi rêz bikin û xwedî lê derkevin û wan di nava gel de belav bikin, wê serketin ya me be.

 

08/10/2007- Baþûrê Kurdistanê