Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

             

Em amade ne serokatîya we bikin qurban!

Pîrkemal-24/12/07-Lotikxane- Evê ezezî û nexweþîya serokatîyê malik li Kurdan biriye mîratê. Hema bêjin di nav Kurdan de kesê ku bi çavê serokan li xwe nenere tuneye. Hûn niha herin ji þivanekî Kurdistanê re jî bêjin, ewê bixwaze bibe serokê partîyek yan eþîrekê. Yanî, kes nabê dewê min tirþ e, kes naxwaze bibe esker. Tev dixwazin general û mareþal bin.

Werhasil canim, dibêjin germîyek wek agirê cehnemê di navbera partîya HAK-PAR û KADEP ê de çêbûye û xwedêgiravî herdu partî dixwazin bibin yek, xwîna xwe li dawa hev xin û bibin krîvên hev. Helbet ji Kurdan re ji yekîtî û tifaqê girîngtir û xweþtir tiþtek tuneye. Tifaq û yekîtî dermanê hemi pirsgirêkan e. Nexasim milletek wek milletê Kurd ji herkesî zêdetir hewceyî yekîtîyê ye. Lêêêêêêê? Ku ev nexweþîya serokatîyê jî tuneba, tu derdekî me nedima ellawekîl!

De neyse, dibêjin serokê HAK-PARê Sertaç Bûcak li Almanya bajarê Troîsdorfê konferansek daye û mizgînîyek daye beþdaran ku di navbera herdu partîyan de têkilîyên germ çêbûne û komisyonek jibo yekîtîyê hatiye amade kirin. Lê di mesela serokatîyê de hinek pirsgirêk hene ku hê çareser nebûne filan û fîstan. Dîsa nexweþîya serokatîyê!!!!????? Dîsa heman çîrok û çîvanok!

Yaw brê min, qurban û heyran, heger hûn li ser serokatîyê li hev nekin û çareserîyekê nebînin, bi soz, bi sê telaqên jinberdanê, em wek Lotikxane amadene serokatîya we bikin! Ne bila þîþ biþewite û ne kebab cîgerlerim! Yan hûn jî wek DTP du serokan ji xwe re derxin, û yan jî rê ji Lotikxanê re vekin!

Ma wê serok ji me derkeve, pekkkkkkkkk! Bi sê telaqan emê qûnê li Dewlet Bahçelî, Erdogan û Denîz Baykal biqetînin, xelas!