<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


                    Bûk û xesû

           

Oskê gurrî-18/06/08-

Vê carê qaþo þerrê bûk û xeswê dîmûqratî bû! Gotinên wan ah werrê bûn:

Xesû: Tirrekê bajariye weyy, incex xwe hemra û bodra bike yadê, û bê Þêêêro ez nexweþim, îro moza ji mi re bîn, þensê mi pîsi yadê, bûkê xelkê zikê xwe bi xiyarê mêrê xwe mezin dikin, a mi xwe bi fisteq û moza dinepixîni,weyla li te belengazo Þêro0000!

Bûk:Yeeq yaeq, çi îro gotnê te nexweþin jinapê, tê bê qey tu xurifîyi law!

Xesû: Ji xwe ezê bi xurifim,tirrola Bexdê! Incex tu bixu û xwe vetirrîni, ti bûyi wek çêleka dermale wîî! Hero diro tu li cem textorê pîrekayi, tew ev bêbavana ji bo perê xwe lewleb û dermana didin pîrekê me. Ew jî qey naxwazin Kurd zêde bibin yadê, qey naynin bîra xwe ku Iirka digo zikê wan bifisînin …Bifisînin bela ev qewm zêde nebin Kurdler….kerler bimînin.


Bûk: Tew tew jinapa mi avêt ser mazotê law, behsa Kurda diki, pîrê bûyi syasî bavooo, wey tirr hela.

Xesû: Bine keçê ez bêm te haaa, ezê serê te di quzê tey bê fêde kim! Gerek ana birrek zarokê te hebana, ma tu ji çireyi keçê! Xwedê piçek mejî jî qey neda te? Þensê mini yabo, ne bi kêrî defê tê û ne bi kêrî zirnê tê. Bala xwe nadi pîrekê Tirka ku ew qehpana cot cot zaroka tînin, tew Erebê binê beryê ji xwe ew berê barþewalanin, herkê çar pênç jina tînin û dibên Cizîr tev Mêrdîna meyi. Bela pozê te biþewiti xwelîserê. Biner keçê, bi xwedê îja tu salê du cara zikê xwe bi zaroka nenepixîni, ezê du jina bi hev ri ji Þêro re bixwazim, ihiiii!

Bûk: Ji xwer li vê bêaqilê biner, nizani ku mi Þêro hevsar kiryi, gunikê wî teqilandîyi û serî bi gulik û rîban kirîyi…

Hîn gotna wê di devê wê de bû, Þêro ket hewþê û bankir: Çiyi .. çiyi yadê! Dîsa dengê te bilind bû………