<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Sêvfiroþê Qesra Spî

Hesen Almas- 24/05/08-Waþîngton- Serok Bûþh ji xwe re pîþe û seneetek din dît. Mêrik biaqile qardaþim, ji niha de amadekarîya bazirganîyê dike ellawekîl!

Ji ber ku wê êdî serok Bûþh nikaribe carek din bibe serokê Emerîkayê, îcar dixwaze bi rêyên din bibe xwedî desthilatdar. Ew jî bazirganî ye.

Çawa ku serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji serokkomar bû serokwezîr û serê hefsêr berneda, mîster Bûþh jî dixwaze bi rêya bazirganîyê di siyaseta Emerîkayê de xwedî gotin be.

De neyse, dibêjin mîster Bûþh li bexçê Qesra Spî dest bi nasandina fêkî û zebzeyên Emerîkî kiriye û ji xelkê xwestiye ku heta fêkîyên Emerîkî hebin ew fêkîyên welatê din nexwin. 

De em zêde dirêj nekinû serê we neêþînin. Li wêneyên serok Bûþh binerin hûnê meselê fêhm bikin canim cîgerim.