<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Þirîkên stratejîk

Av.A.Dîlan- 18/07/08-Enqere- Emerîka û xalê me Bûþh dîsa dixwaze navbera xwe û Tirkiyê nerm bike û kirîvantîyê bi hevre detnin. Têkilîyên ku ji ber sedema baþûrê Kurdistanê sar bibûn, germtir dibin û herdu alî jî dixwazin piþta hevdu bifirkînin û bûyera çewalan ji bîr bikin.

Werhasil, dibêjin þêwirmendê George Bûþh ê ewlekarîyê bi çenteyên reþ û sor hatiye Tirkiyê û dest bi hevdîtinan kiriye. Piþtî hevdîtin û lotikên piþta perdê, mêro derketiye pêþberî çapemenîyê û gotiye:“Sayin Tirko qardaþlarim, me berî niha ji ber hinek sedeman xistibû hev û ji hev dernexistibû. Lê tiþtê çû nedin dû, ji niha û pêde emê ji hev derxin û dest bi pêvajoyek nû bikin. Heta ji me bê emê çewalan nexin serê we. Lê ku bêhemdî me çewal ketin serê we jî, li ber xwe nekevin. Çunkî hûn fêrî çewalan bûne û êdî xwedî tecrûbe ne“ filan û fîstan.  

Di derbarê terorê de jî gotiye:“Cîgerlerim, em bi biryar in ku bi Tirkiyê re serêþa PKK ji holê rakin. Me serokê PKK li ezmanan gerang, welat bi welat danî, li Kenya kir mêvan, lê xuyaye aqilê wan nehatiye serê wan. Vê carê emê li Marsê ciyekî ji wan re peyda bikin ku têkilîya wan û dinyayê ji hev qut bibe“ filan û dîsa fîstan.

Werhasil, Emerîka û Tirkiye dîsa dixwazin kirîvantîya xwe xurttir bikin. Îcar kî di dawa kê de sunnet dibe xwedê zane.