Lotikxane

 

Çang Çîng Çong

 

 Av di þopa xwe re diherike

 

             

                  Bêhna sîrê ji Çînê difûre, ya starrrrrr!

Yek ji wan milletên ku herî zêde sîrê dixwin û bêhna sîrê ji wan tê, Çînî ne. Malmîratan tu dibê qey ji xelayê rabûne, hema sîrên kelandî, yên qelandî, yên kesidandî, yên birajtî ji bêrîkên wan kêm nabin û hema her serê nîv seetê kulmekê davêjin devê xwe.

 

Piþtî derketina vîrûs û helmewta (þewb, zekem) berazan, qedr û qîmetê sîran 40 qat î zêde bû û ji zêr, zîv, dolar û euroyan giranbuhatir bû. Çima ku pisporên nexweþîya berazan gotiye „sîr dermanê vîrûsa beraza ye“, Çînî bûne „sîrkolîk“ û bêhna miraran ji wan difûre.  

 

Axir, van heyaman mij û dûmana sîran bi ser serê Çînê ketiye û wey li wî ye ku zêdetir sîran bixwe da beraz bela xwe li wan nedin. Bi her sê telaqên jinberdanê, bêhn, mij û dûmana sîran ji dûmana febrîqeyan zêdetir bilind dibe ha. Hûn newêrin di ber yekî Çînî re bibihurin, yan hûnê ji bêhna sîran verþin û yan jî hûnê pê serxweþ bbin û bê hiþ bikevin ellawekîl.

 

Ez serê we neêþînim, þîreta min li we ev e gelî xwendevanan..

 

Îro li Çînê sîr giranbuha ye û perakî baþ tê de heye. Bi dîn û îman, bi serê Mao Zedûng û Konfîsyûs, heçê vê demê dest bavêye bazirganîya sîran, wê Çînê dagîr bike û bibe milyoner û hûn sax….

 

Îcar nesekinin, berê xwe bidin welatê „sîrkolîkan“ û sîrên xwe bifroþin qurban.

 

Haaaaaa, hûn di þûna sîran de bi xeletî kîrên xwe jî nefroþin ha, eman eman. Ji ber Çînî her tiþtî dixwin, hay ji xirrê xwe jî hebin babam…   

 

10.12.2009- Pekîn

 

 

 

 

Kurd wek Xîe Caypîng jî nayên

 

Xanima bi navê Xîe Caypîng a 46 salî, seroka mafya Çînê ye. Xanimê 16 dostikên wê hene, her þev bi zilamekî re lotik davêt û milyarder e. Di bin emrê wê de tam 15 hezar endamên mafyayê hene, Çîn serûbinê hev kiribû û kesek nemabû ku tirr jê bernedabû.

 

Axir, berî du sê hefteyan operasyomek qirase li dijî wê û çeteya wê hat çêkirin, Xîe Caypîng û 15 hezar hevalên xwe ketin xefikê, hatin girtin. Xîe Caypîng, bi 18 sal cezeê hepsê hat darizandin û ket qulika hepsê.

 

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan. Jinikek rabe çeteyek mafyayê saz bike, di bin emrê wê de 15 hezar kes bixebitin, 16 dostikên wê hebin, milyarder be û dewletek wek Çînê ziravqetandî bike. Ma îcar ev ne huner û marîfet e?

 

Û Kurd?

 

Ew siyasetmedarên ku her roj partîyekê saz dikin û yekê xira dikin, ev qiraseyên zilamên simbêlboq ên ku di gotinê de agir ji devê wan bipijiqe, ew zimandirêjên ku nikarin du zilaman bînin ser hev, ma wek Xîe Caypîng a qamkinik jî nayên law? Ma ji wê fedî nakin? Xîe Caypîng, ji bo bigihê armanca xwe dewletek wek Çînê serûbinê hev kir, çima Kurd nikarin xwelîyê li serê xwe kin û 15 hezar kezebþewitî bînin ser hev babam? Yan tirr di wan de nemaye? PKK ji nav derxin, gelo ew qiraseyên din karin çend dîk û mirîþkan bînin ba hev?

 

Werhasil, mesela me li ser huner û marîfetê bû.

 

Xuyaye huner û marîfet ne di simbêlboqî, qalib û bejn û balê de ye. Huner û marîfet di xebatê, di kirinê, di fedakarîyê, di bîr bawerîyê de ye.  Ku bawerî nema û qidûm hatin þikestin, hûn Þêrê Elî bin jî fêde nake wesselam….

 

16/11/09- Pekîn

 

 

 

 

Meymûnê me dixwaze bibe þahê meymûnan

 

Çang Çîng Çong- 22/10/09- Pekîn- Yu Zhenhuan ê ku ji meynûnan zêdetir bi pirç e û hema bêjin wek wan xweþik e, li herêma Lîaonîng a Çînê dijî û bi saya pirça xwe têra xwe navdar bûye. Piþtî ku bi xêra pirça xwe navdar bûye, hinek derhêneran pêþniyaza aktrîstîyê (lîztikvanê sînemayê) lê kiriye û mêro niha dixwaze wek sereklîztikvan lotikan bavêje. Dibêjin wê Yu Zhenhuan, yanî meymûno, di flîmê (The Monkey King- Þahê Meymûnan) de bilîze û bibe paþayê meymûnan.

 

Axir, dibêjin gava meymûnê me çûye cem derhênerê flîm, derhêner lê nerîye û gotiyê:“Wîîîîîî, nabe! Divê þahê meymûnan hinekî sempatîk, germik û nermik be oxlim. Yan here xwe estetîk bike û hinekî biþibe meymûnên nermik û germik û yan jî meymûnekî wek te nikare di flîmê min de lotikan bavêje“ filan û fîstan.

 

Werhasil, îcar dibêjin niha meymûnê me dixwaze xwe estetîk bike ji bo ku karibe di flîm de bibe þahê meymûnan û gav bavêje cîhana sînemayê.

 

Îcar ka li wêneyê Yu Zhenhuan binerin hûn bi qedrê Mao Zedûng kin gelî lotikvanan.

 

Law ma di dinyayê de ji vî meymûnî sempatîktir meymûn hene qurban? Ev derhêner çi ji meymûnê me dixwazin babam?

 

 

 

Cewrikên Mao Zedûng dest avêtin perda keçkaniyê jî

Çang Çîng Çong- 03/10/09- Pekîn- Cewrikên Mao Zedûng, yanî ev Çînî lo, tiþtek nehiþtine ku sexte û kopya wî/wê çênekiribin. Bi vê sextekarîya xwe mêrikan bûne „kominîstên milyarder“ û dewlemendên dinyayê. Bazara dinyayê ji destê mal û alavên Çînîyan ber avêtine dibêjin naûzûbîllah.

Tiþtên ku bi hezar euroyî bin Çînî bi 5 euran çêdikin, tiþtên ku bi 10 hezar dolarî bin Çînî bi 100 dolarî pêþkêþî bazara cîhanê dikin. Ji ber vê jî Çîn, bûye dewletek ji dewletên herî dewlemend û xwedî desthilatdar. Û li ser piþta kê hûn zanin? Li ser piþta zarokan. Zarokan 24 seetan bi nan û zikê didin xebitandin û li ser piþta wan zarokên kominîzmê diçêrin.

Werhasil, mesela me li ser perda keçkanîyê û namûsê bû.

Hûn zanin, di nav milletên Rojhilata Navîn de namûs parçek goþt e. Ango, ji bo wan namûs tenê nav þeqê jinê ye. Ji ber vê jî, salane bi hezaran keç û jin ji ber namûsê û perda keçkanîyê tên kujtin. Ê ma cewrikên Mao Zedûng vê fersendê direvînin? Na.

Kominîstên kapîtalîst rabûn dest avêtin bazara perda keçkaniyê jî û xwedê zane bê wê çend milyar dolar ji vê bazarê qezenc bikin.

Axir, li ser bextê miþk û pisîkên Çînê be, dibêjin þîrketên Çînî dîtine ku dirûtina perda keçkanîyê û herikandina xwîna sor li Rojhilata Navîn pere dike, rabûne derman û cîhazek derxistine û çare ji hatina xwîna sor re dîtine. Çiye? Wê keç berî destpêkirina lotikan wî cîhazî di kuna xwe de bi cîh bikin, gava seks kirin jî wê qaþo weke ku êþê dikþînin rola xwe bikin, wê avek sor ji wî cîhazê di kuna wan de bê der û wê ehmeqê mêrê wê jî bawer bike ku jina wî keç e û namûs nebûye bexdûnis.

Yaaaa, hûn dibînin bê cewrikên Mao Zedûng çawa zanin peran qezenc bikin ne wilo? Û heqê cîhazê namûsê çiqas e? Tenê 10 euro! Xêra xwedê û meyira bi kereng. Bi ellawekîl xwedê da keç û jinên Tirk û Ereban (hinek Kurd jî di nav de lo). Rebenan heta niha perda keçkanîya xwe bi ta û derzîya malê didrûtin û dîsa jî ji kujtinê xilas nedibûn. Lê bi saya kominîstên kapîtalîst wê xwîna sor wek çemê Dîcle û Feratê biherike û xwedênegiravî dibêjin wê keç û jin ji xezeba mêran xilas bin.

Lê ez ji çi ditirsim hûn zanin cîgerlerim?

Ez ditirsim ev bêbavên Çînîyan keçên me hînî tirr û fisên bergîlkî bikin û di nav civakê de keçek tenê jî nemîne. Çawa be cîhaz erzan e û xiyar jî li mazatê belaþ in. Wê têra xwe xiyarên xelkê bixwin û berî zewacê bi þevekê jî cewrikekî Mao Zedûng têxin kuna xwe û aha namûs dîsa vegeriya malbavana.

Ez serê we neêþînim, çi þeytanî hebin ji bin serê van hacûc û macûcên Çîn û Japonî derdikevin ellawekîl. Hay ji xwe û dermanên wan hebin law. Heger rojekê bi xwarin yan bikaranîna dermanên wan zarokên çavsînî û hacûcî ji we re çêbibin, qet ecêbmayî nemînin û xelas….

 

 

 

 

Hayhoooo, Carradîne tirr ji xwe berda!

 

Çang Çîng Çong- 05/06/09- Tayland- Lotikvanê Amerîkî David Carradîne, li Bangkokê di oda xwe de þeniqandî hat dîtin. Berê hat texmînkirin ku wî xwe þeniqandiye û berê xwe daye axretê. Lê sedem çi derkeve baþe?

 

Li gora rapora textorê Taylandî, Carradîne yê 72 salî xwestiye bi hacetek lastîkê ji xwe berde ( bi xwe xweþ bîne), serîyek lastîkê xistiye stuyê xwe û serê din xistiye serê xirrê xwe. Gava xwestiye bi xwe xweþ bîne (ê law 72 salî û ji xwe berdan oxlim?) lastîk di ciyekî de aliqîye û herdu serên lastîkê xilboqî li hev hatine hev. Bêhn li Carradîne cikyaye û tirr jê hatiye berdan, qûna wî gotiye „çûûûûûzzzzzzzzz“ û xatir ji vê dinyayê xwestiye.

 

Axir, min di qullê kiro di 72 salîya xwe de berî go ji xwe berde û fîþeka dawîn biteqîne, ev tirr jê re nema û qûn lê qetiya.

 

Li ser bextê Ridwan (zebanîyên devê derîyê cehnemê) ên axretê be, dibêjin li axretê cezayê kesên ku di 72 salîya xwe de ji xwe berdin pir giran e.

 

Meselen cezayek jê ev e: Destê wî dixin qûna wî û di devê wî re derdixin. Ceyazê duyem ev e: Kerekî Þamî berdidin ser heta go ker di devê wî re bipijiqîne derve.

 

Werhasil, rebenê David Carradîne çû heyfa bavê lê qûna xwe jî li ser kir wesselam…..

 

De xwedê lê bê rehmê rebbî…..

 

 

 

 

 

Bihuþt mê ye

 

 Çang Çîng Çong- 28/05/09- Pekîn- Ezê vê carê zêde ji we re henek û yarîyan nekim, lotik û zîtirkan navêjim. Ezê ji we re behsa pirtûka lotikvanê Arjantînî Dr. Rîcardo Corel bikim. Ma hertim jî henek nabin ha qerdeþim. Carna jî lotikên cuda jî xweþin lo, yan na?

 

Werhasil

 

Doktor û rojnamevanê Arjantînî Rîcardo Coler, zêdeyî du mehan li bajarê Mosuo yê Çînê jîyaye. Taybetîya bajarê Mosuo ev e ku jin hikimdarê civakê ne, desthilatdarî di destê jinan de ye.

 

Rojnamevan Coler, serpêhatî û çavkanîyên xwe kir pitûkek û bi navê „Bihuþt mê ye“ weþand. Heta niha zêdeyî 60 hezar ji pirtûka wî hatiye firotin û yek ji wan pirtûka ye ku herî zêde tê xwendin.

 

Coler, hevpeyvînek da kovara Der Spîegel a Almanî û desthilatdarîya jinan bi van gotinan anî zimên: „Jin bi awayekî cuda desthilatdarîyê dikin. Di desthilatdarîya wan de þiddet tuneye. Gava jin di desthilatdarîyê de bin, mêr baþtir dijîn“.

 

Li gora ku Corel dîtiye û dibêje, li bajarê Mosuoyê tu berpirsiyarek zilaman tuneye. Corel jiyana zilamên Mousoyê bi vî awayî tîne zimên:

“Zilam kêmtir dixebitin û temamê roja xwe bi hevalên xwe re dibûrînin. Dikarin her þevê bi jinekê re razên. Ji ber ku jin desthilatdarîyê li aborî û peran jî dikin, tu berpirsiyarîyek zilaman di wî warî de jî nîne. Di civaka desthilatdarîya zilaman de em zilam zêdetir dixebitin. Bi ser de divê em di karê malê de jî alîkarîyê bikin. Li Mousoyê qet pêwist nîne ku zilam di karê malê de alîkarîyê bikin”.

 

Corel, bi dewamî behsa desthilatdarîya jinên Mousoyê dike û dibêje ku tu derdê wan yê qezenckirina peran û dewlemendbûnê tuneye. Derdê wan ew e ka wê çawa karibin malbata xwe bextewar bidin jîyandin.

Corel, dibêje ku di desthilatdarîya jinan de þiddet û tade qet tuneye.

 

“Gava ez dibêjim þiddet tuneye, bila neyê guhê we ku ez vê meselê îdealîze dikim. Helbet di her civakê de pirsgirêk hene. Lê fikra ku pirsgirêk bi þiddetê bên çareserkirin nayê bîra jinan. Pevçûn û þer zêde çênabin. Tolhildan, kîn û nefret wek þermek mezin tê dîtin. Ger pirsgirêkek ku neyê çareserkirin hebe, jin dikevin dewrê û vê pirsgirêkê bi awayehî hevaltî û dostanî çareser dikin”.

Coler, di pirtûka xwe de dibêje ku jinên Mousoyê ji zilaman ewlekartir û xebatkartir in. Lê zilam, ji ber rewþa fîzîkî di karên bi hêz û zehmet de derdikevin pêþ. Corel dibêje ku “erê serokþaredar zilam e, lê gava ez pêre derdiketim derve, min didît ku tu desthilatdarîya wî tuneye û hetta kes silavê jî nade wî.

 

Coler, meselê tîne ser jîyana evînê û dibê:

 

“ Li Mousoyê herkes dixwaze te bi jinekê bide naskirin. Di nasandinê de jin tim þermoke ne. Lê di jîyana rastî de jin xwedîyê karakterên bihêz in, bi dengê bilind diaxivin. Lê gava bixwazin bi we re razên, bi þermoke û nazdarî xwe nêzîkî we dikin. Lê piþtî ku bi we re razan, derhemek ji wê þerm û nazdarîyê namîne, jîyana xwe dîsa wek berê dewam dike. Tu dibê qey we qet hevdu nas nekiriye û we hev nedîtiye. Jîyana zayendî (cinsî-seksî) li Mousoyê pir çalak e û cotber tim tên guhertin. Lê di encamê de jin biryarê didin ka ewê bi kê re razên û seksê bi kê re bikin. Her jina têgihiþtî di mala xwe ya taybet de djî. Ger di navbera jin û mêrekî de evînî dest pê bike, zilam dikare di mala jinikê de bijî. Sedema ku jin û mêr bi hevre bijîn tenê evîn e. Gava evîn diqede têkilî jî diqedin. Zewac jî ne zarûrî û mecbûrî ye”.

 

Di bajarê Mousoyê de 25 hezar kes dijîn û li gora Corel dibêje, gotine “Yabo” yan jî “Bavo” nayê tu wateyekê. Bi piranî nayê xwestin ku zarok bizanin ka bavê wî/wê kîye. Ya bingehîn damezrandina malbata bi zarokan re ye çunkî veqetandina ji malbatê ne mimkin e.

Hûn dibînin ne wilo? Hûn dibînin bê zilamên Mousoyê çi azad in û karin rojê bi çend jinan re razên ne wilo?

 

Xwezî bi dilê wan û hew, ma ezê bêjim çi......
 

 

 

 

 

Werin vê ecêba xwedê

 

Çang Çîng Çong- 21/05/09- Pekîn- Îcar ev ne elameta qiyametê be naxwe çiye ji bo xwedê. De lê binerin û bifikirin.

 

Li baþûrê Çînê pincar û hêþînahîyek kesanedî hat dîtin û rojeva Çînê serûbinê hev kir. Ev pincar bi koka xwe eynen wek kopîya mirovan e û hetta xirr jî pêve heye.

 

 Ji xwe Çînî ji xirran hez dikin, îcar piþtî ev pincar dîtin, yekcar li wan rabû û xirrê min û we li ber dilê wan þîrîntir bû.

 

Welhasil, ez zêde dirêj nakim. Hema li vî pincarê bi xirr binerin û hûn biryarekê bidin bê ka ev çi ecêba xwedê ye û hew.

 

Peeeekkkkkkkkk....!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tirr ji bacanê berdan, ma dora xiyaran

 

Çang Çîng Çong- 24/04/09- Pekîn- Ev Çînîyên çavsînî, qamkinik û rengzerik hene ya, evên ku hema hertiþtî kopî dikin û bi rêya mal û alavên sexte bûne milyarder lo, ne nas kir newlo? Kuro cewrikên Mao Zeytûn law, ok!

 

Aha van cewrikên Mao Zeytûn, di dinyayê de tiþtek nemaye ku kopî nekirine, tiþtek nemaye ku sexteya wê/wî çênekirine û piyasa dinyayê bi malên sexte dagirtine. Bi perên van mal û tiþtikên sexte bûne milyarder û dixwazin niha bibin xwedîyê çekên nukleerî û hetta firyane ezmanê heftan jî.

 

Axir, mesela me û hacûc û macûcên Çînî li ser mesela bacanên sor (firengî- yan jî bacanên ku Fransîyan bi xwe re anîne Kurdistanê) bû.

 

Dibîjin li bajarê Shouguangê fûara zanyarî û teknîka sebze û hêþînhatan li dar ketiye û di fûarê de 2 hezar cûre sebze, fêkî, kulîlk û çîçek tên raxistin. Di vê fûarê de sosret û ecêba kesanedî ev bû ku Çînîyan tirr ji bacanên sor jî berdane. Hacûcan darek bacanê çêkirine ku salê 3 hezar (3 ton) bacan dide kuro.

 

Dara bacanê û salê 3 ton bacan kuro!

 

Yaho qerdeþim û nizanim çikê min, bi serê Mao Zeytûn ku ez nadim bi bacanên reþ, wê di nêzîk de ev Çînî dara XIYARAN jî biçikînin. Hem jî xiyarên ji xiyarê keran mezintir û qalintir ellawekîl, wîî! Îcar piþtî ev dara XIYARAN çêkirin, canê kê xwest û li kê rabû, hema wê here xiyarekî ji darê jêke û nizanim di kudera xwe ke.

 

Ya starrrrrr ji destê van hacûc û macûcan law, pekkkk!

 

 

 

 

Îsotên Ruhayê qûn li Çînîyan qetand

 

Çang Çîng Çong- 18/03/09-Pekîn- Heta niha min digot qet îsotên Ruhayê tenê ji bo ava îsotan û çîxkofteyê tê bikaranîn. Lê min nizanîbû ku nav û dengê îsotên Ruhayê heta bi Çîn û Maçînê jî belav bûye û tew bûye tirsa dilê þofêrên Çînê.

 

De li kerametên îsotên Ruhayê binerin û bibînin bê îsotên Ruhayê çi tînin serê þofêrên Çînê, çi tirr û fisan ji wan berdidin.

 

Li Çînê herêma Çongçîng ê, polîsên herêmê ji bo ku þofêrên trimbêlan di xew re nerin û li ser dîreksiyonê ranekevin, îsotên tûj ji ewên Ruhayê didin þofêran û qûnê li wan diqetînin. Dibêjin îsot ewqasî tûj in ku 24 seetan nahêlin þofêr razên û ji serê wan heta bi qûna wan diþewitîne.

 

Þofêrê trimbêlê Çen Jûn bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar û ji me re got:“Yadêêêêêêêêê, law ev çi îsot in oxlim? Min berî du rojan îsotek ji wan îsotên Ruhayê xwar, çavên min wek qûna Denîz Baykal fireh bûn, zimanê min metrokê kiþiya, zikê min wek zikê Mam Celal nepixî, porê min qijomijo bû û ev du roj in ez neçûme avdestxanê law, pekk!“ filan û fîstan.  

 

Þofêrê otobosê Ring Ding jî bi serê Mao sûnd xwar û got:“Jina min ji min berdayî be, ez du rojan di avdestxanê de hêsîr mam. Heta min ew piçika îsotê ji xwe derxist, ez di nava xwêdanê de mam, agir bi qûna min ket û ji qajewaja min hew mabû ku xanî bi hewa keve ellawekîl“ filan û bêvan.

 

Welhasil, îsotên Ruhayê niha bûye tirsa qûna Çînîyan. Rebenan hema ku çav li polîsekî dikevin, ji tirsa ku wê îsotan bi wan bidin xwarin bi xwe de dimîzin wesselam.

 

Îcar tembîya min li we be gelî þofêrên Lotikxanê. Berî hûn herin ser dîreksiyonê trimbêlê, kîlok îsotên Ruhayê têxin bêrîka xwe, wek nokên þekir bavêjin devê xwe ji bo xewa we neyê qerdeþim. Ma þewata qûnê ji mirina li ser direksiyon ne çêtire law, wey!

 

 

 

 

 

Werin kêzik û kurmikan

 

 Çang Çîng çong- 15/03/09-Kamboçya Me bi salan da du fikra Mao, Hoþîmîn û kesên wek wan. Lê wan ciwamêran di þûna sosyalîzmê de çi li dû xwe hiþt? Kapîtalîzm û kêzikfiroþî. Yanî, ew þoreþên qirase tev ji bo firotina kêzik û kurmikan çêbûn ha.

 

Piranîya welatên Asyayê yên wek Çîn, Vîetnam, Kamboçya, Tayland û wekî din, îdare û debara xwe bi xwarin û firotina kêzik û kurmikan dikin. Yanî, me bi salan ilmê „sosyalîzma kêzik û kurmikan“ xwend û mala xwe pê bir mîratê ellawekîl.

 

Di encamê de çi bû?

 

Çîn bû welatê herî sextekar ê „kopî û texlîtkirina“ her tiþtî. Vîetnam, Kamboçya û tayland jî bûn welatên „kêzik û kurmikfiroþ“.  

 

Îcar qerdeþim, xelkê bi fikra sosyalîzma texlîtkirin û bazirganîya kêzik û kurmikan têra xwe pere dan hev. Ez dibêjim bila Kurdên ku dabûn dû Mao û Hoþîmîn jî dest bi bazirganîya kêzik û kurmikan bikin û bibn sermayedar. Çawa be li Kurdistanê kêzik û kurmikên bê hestî û nermik pir in. Her di siyasetê de biserneketin û gûyek bi ser nexistin, qe nebe bila wek „bazirganên kêzik û kurmikan“ fêdakê li milletê xwe bikin law, wîî!

 

 

Ji pitepita jinê xelas bû

Çang Çîng Çong- 11/12/08-Kanada- Hinek kes hene xwedê bi elba mezin bi ser wan de dibarîne û wan di nav xiyar û bacanan de dihêle. Lê hinek jî qismet û nesîbê wan kêm e, dikin û nakin nikarin biserkevin û bigihên miradê xwe.

Dibêjin zanyarê Japonî Le Trung ê 33 salî, kiriye û nekiriye jinek li gora xwe nedîtiye û rojên xwe bi „bixwexweþanînê“ derbas kiriye. Piþtî ku dîtiye êdî bê jin nabe û jinên li gora serê wî tunene, rabûye lotikek robotkî avêtiye û ji derdê jinan xelas bûye.

Li gora ku rojnama Daîly Maîl dibêje, Le Tung rabûye 30 hezar dolar mesref kiriye û ji xwe re keçikek robot a 14-15 salî, keçikek li gor serê xwe çêkiriye û navê wê jî kiriye AÎKO. AÎKO xanim keçikek ewqas biaqil e ku, ji gotina mêrê xwe Le Tung dernakeve, tam wek jinek Kurd di a mêrê xwe de ye. Li ser bextê xelkê be, hetta dibêjin AÎKO xanim kare kutilkan jî çêke û þorba nîskê jî bikelîne. Ji xwe qelandina hêkan ji bo wê wek karê zaroka ye.

Le Tung efendî ji rojnamê re gotiye:“Oxxxxxxx, þikir ji xwedê re. Min ji xwe re jinek li gora dilê xwe çêkir. AÎKO xanim 13 hezar gotinan zane, wek jinên xelkê nake pitepit û serê min naêþîne. Ji xwe di nava doþekê we wek çêleka bi ga ye, agirê cehnemê jî wek wê ne germ û nerm e“ filan û fîstan.

Ez serê we neêþînim, piþtî ku qûnektî û lezbîyenî bi pêþ ket û bû beþek ji jiyanê, têkilîyên navbera jin û mêran her ku diçe sartir dibe û her teyr bi refê xwe re difirre. Xuyaye wê bûkên lastîkî di pêþerojê de bibin parçek ji jiyana me û emê bi hevre lotikên bergîlkî bavêjin hevdu.

Îcar kî tirrê ji kê berdide ew û þensê xwe…

 

Çû heyfa bavê tiþtekî din li ser kir

Çang Çîng Çong-12/11/08- Kore- Xweþikbûn kama dilê herkesî ye. Herkes dixwaze xweþik û bedew be jibo ku xwe pê bi paye bike û lotikên xweþ bavêje. Lê gellek caran hinek kes diçin heyfa bavê lê qûna dê jî li ser dikin. ev jî mesela me û xanim Hang Mîokû ya Koreyî ye.

Xanima 48 salî jibo ku xwe bedew bike, rabûye piþtî 48 salîya xwe ketiye bin kêr û meqesên textoran û malik li xwe biriye mîratê. Piþtî ji bin neþterê derketiye çûye ber eynik û mirêkê ku li bedewîya xwe binere. Lê gava li mirêkê nerîye qîrîn û zirrînîya kerek Þamî pê ketiye, ji þikl û þemala xwe tirsiyaye û gotiye "terp" û kwtiye erdê.

Welhasil, li xanim Hang Mîokû binerin û biryara xwe bidin qurban. Heçê bixwaze jina xwe wek wê bedew û spehî bike, bila serî li textorên Koreyî xin. Bi sê telaqan, yan wê jina we wek Angelîna Jolîe xweþik û seksî bibe, yan jî wê wek Hang Mîokû xanimê bibe wek pîrebokekê û hew.