Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

44 KURD

BÛNE QURBANA NEFTA KURDISTANÊ

 

 

Çarçav Þûrkêþ- 08/07/09- Kurdistan- Li ser riya di navbera Amed û Mêrdînê de, li kêleka gundê Siltan Þêxmûsê Enzelî malbatek bi navê Malbata Çelebä heye. Ji gundê wan re bi Kurdî dibêjin kertê û bi Tirkî jî dibêjin Bilge Koy.

 

Çawa ku medya Kurdî û ya cîhanê jî pê dizane, þeva 4ê Gulana Îsal, 44 kes li salona dawetê hatibûn kuþtin û 10 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran piþtre 3 kesên din jî miribûn.

 

Hinekan got: Alîyek qoricî bûne û aliyê din dest danîne ser zevîyên wan, ji ber hindê ew kuþtin derketiye. Hinekan got: Na wele li ser qîzekê çêbûye. Hinekan got: Na wele li ser masîyan çêbûye… Lê kesî jî ya rastî negotiye. Lewre naxwazin û newêrin ya rastî bêjin.

 

Ew kuþtin, li ser diziya nefta Kurdistanê çêbûye.

 

Ha, eger hûn bêjin: Kerkûka Baþûrê Kurdistanê li kurê û ev gundê li Bakurê Kurdistanê li kur?

 

Li lêkolînê binerin: Ji roja ku ew bûyer rû daye, Lotikxanê hemû pisporên xwe yên sererd û binerd xistine tevgerê, da rastiya kuþtina wan 47 Kurdan derxînin holê û eþkere bibe.

 

Þeva çûyî, encama raporê beþa pêþî geha navenda Lotikxanê. Mesele ev:

 

Sal 1990-91. Dema Dewleta Tirk teklîfa qoricîtîyê li gundiyan kiriye, hinekan qebûl kiriye û hinekan qebûl nekiriye. Ewên qebûl nekirine, ew ji gund hatine qewirandin.

 

Ew xeta petrola ku ji Kerkûkê tê Tirkiyê, di nîvê wî gundî re dibihure. Leþkerên dewletê û van gundiyên ku bûne qoricî, di nîvê gund de borîyek qul kirine. Her roj çend tankêr petrola xav ji boriyê dikiþînin û her tankêrek bi 30 milyarî (perê Tirkiyê) difiroþin.

 

Du-sê sal berê, dema ew gundiyên ku qoricîtî qebûl nekiribûn û ji gund hatibûn qewirandin, vegeriyane gundê xwe û bi mesela dizîya petrola xav hisiyane, xwestine ku par bidin wan jî. Lê ewên qoricî û serleþkerên dewletê gotine ku, eger em par bidin van, wê diziya me eþkere bibe.

 

Îcar serleþkerên dewletê plana kuþtina wan tevan çêkiriye û ew bi destê pismamê wan dane kuþtin.

 

Îcar niha Saziya Lêkolînên Lotikxanê mureceet kiriye da heyetek ji Hikûmeta Kurdistanê, Hikûmeta Îraqa Federal, Yekîtîya Miletan û Yekîtîya Ewrûpayê çêbibe û herin wê borîya neftê kontrol bikin. Gava qulika tê de dîtin û tiliya xwe xistin wê qulikê, wê her tiþt eþkere bibe û wê qûna reþ û spî derkeve holê. Helbet heger mar û dûpiþk di wê qulikê de bi wan venedin haaaa. Heger mar û dûpiþkan bi tiliyên heyetê vedan û tirr ji wan berdan, tê wateya ku ji sedî sed ev qetlîam bi destê dewletê hatiye kirin. Na heger di qulika borîyê de mar û dûpiþk tunebin, dîsa tê wateya ku ji sedî sed dewletê ev qetlîam kiriye.

 

Axir, em wek Lotikxane niha li bendî hatina heyeta beynelmînel in. Sîxurên me wek Qomser Kolombo lêkolînên xwe berdewam dikin û bi sê telaqan sûnd xwarine ku dev ji vê meselê bernedin.

 

Çarçav Þûrkêþ

Serokê Navenda Lêkolînên Sererd û Binerd ên Lotikxanê

KURDISTAN.