Bû 36 salî lê xwedê zane wê hîna çend mêrên din bike
Þemal Amedî- 21/04/08-Hollywood- Belê, lotikvana agirpêketî, doxînsista Emerîkî Carmen Electra 36 salîya xwe pîroz kir û xwe li erdê xist. Ji xwedê pêve kesekî din nizane bê heta biha Carmen xanimê çend mêr kirine. Ji xwe yên di ser û ber re nayên hejmartin. Lê li gora ku di remil û fala qereçîyê de derketiye, dibêjin wê Carmen xanim heta roja mirina xwe 31 mêrên din jî bike û bi dilekî bextewar berê xwe bide cehnemê. Werhasilî kelam, îcar di nav agirê cehnemê de mêran dike, dizewice nazewice tenê xwedê zane û hûn sax!
|