Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Carpenter xanim li bendî lotikên Kurda ye
Þemal Amedî-02/12/07-Hollywood- Hollywood yek ji navenda sermayedarîyê, ji navenda milyondolara ye. Piranîya lotikvan û lîztikvanên sînemayê li vê herêmê dijîn û dolarên xwe dixin bin balîf (balgeh) û doþekan.
Îcar roj namîne ku lotikan li hev nexin û hevdu nexin ber zîtirk û pehînên Emerîkî. Hinek dizewicin, hinek hevdu berdidin û meydan ji wan re bûye wek gasîna garanê. Kî kê bigre efû nake ellawekîl.
Werhasil, niha jî lotikvana nermik û germik Charîsma Carpenter xanim jî mêrê xwe berda û þerwalê wî li serê wî gerand. Carpenter xanim tevî kurê xwe ê çar salî li bendî mêrekî ye û dibêje:”Min çar salan tirþika mêrê xwe xwa, lê ez pê virikî bûm. Niha ez dixwazin xwarinek nuh, xwarinek rojhilatkî bixwim” û sînyalê dide zilam û xortên Kurd.
Carpenter xanim bi taybet dixwaze lotikvanekî Kurd biceribîne û bibîne ka Kurd çawa tirr û fisan dikin. Heger Carpenter xanimê lotikên Kurdewarî ecibandin û pê têr bû, îcar wê bi xiyarekî Kurd re bizewice û hefsar têxe stuyê wî.
Îcar hûn zanin gelî xort û zilamên Kurd! Carpenter xanim li bendî we ye, hûn tên nayên bi tehtilerda we kiriye.