Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Cejna jinan pîroz be!

 

 

Bavê Jînê- 08/03/08-

Îro 8. Adarê roja jinên kedkar ya navnetewî ye. Li piranîya cîhanê jin, vê rojê bi awayên cuda pîroz dikin. Em bixwazin, nexwazin nîvê nifûsa dinyayê jin in. Bixwe ku jin nebin, wê mêr çawa bikin û çawa hebin? Ser hindê de jî di nav civatê de neheqîya herî mezin li wan tê kirin.Her çend li hinek dewletên Ewropa ( û di van salên dawîyê de beþek ji Kurdan ) zilam neheqîyê ji destê jinan dibînin jî, lê ev rastîya li cihanê dibe naguhêre. Li gor statîstîkan, li dinyayê di salê de di navbera 113 – 200 milyon jin, keç û zaroyên mê, bi awayên cuda winda dibin. Her weha li dinyayê 4 milyon jin di sektora fihûþê de tên xebitandin. Lewre jî li miqabil van neheqîyan bi dijwarî sekinîn, mafê jinan e.  Hewceye em zilamên demoqrat jî piþgirîya wan bikin.

 

Ez dixazim lêre serpêhatîyek ku dibêjin di 8. Adarê de qewimîye bi were parve bikim. 

 

Tê gotin: Li bajarê Herzeromê dilê keç û xortekî þoreþger dikeve hev. Dixwazin bi hevre bizewicin.  Ji ber ku þoreþgerin, berê þertên xwe jihev re dibêjin . Keçik dibêje: Salê carekê, roja xanimîya min e. Di wê rojê de, ez çi karan nakim û ez çi bibêjim divê tu bi ya min bikî. Xort jî dibêje: Serseran û serçavan. Lê þertekî min jî heye. Salê rojekê dînîtî û cinên min tên min. Di wê rojê de, divê ez çi bikim tu dengê xwe nekî, ku tu biþêy xwe ji ber çavên min wunda bikî. Keçik dibê: Baþe! Axir, bi hevre dizewicin.

 

Roja 8. ê Adarê jinik ji nav cihan ranabe, xurînîyê çênake. Zilamê wê þîyar dibe dibîne xurînî tune. Jinik ji nav cihan ranabe. Zilam jê pirs dike xatûn ma tu nexweþî? Ka çi hewala te ye?. Jinik dibê: Kuro îro roja xanimatîya min e. Zû here ji min re ava germ, teþtê û xawlîyê bîne. Li ser cihan li destê min ke, paþê xurînîyê çêke bîne ser cihan, ezê di nav cihan de xurînîyê bikim. Zilam jî bi heceta av anînê diçe darekî digire û tê.  Bi daran dikeve canê jinikê, lêxe û hey lêxe. Jinik dike qêrîn û hewar lê bê fayde ye. Zilam têra wê lêdixe, laþê wê bi lêdanê nerm dike. Bi lêdanê diwesite û rûdinê .  Jinik  dibê: Te xêre te çima li min xist? Zilam: Hiþ be, îro dînitîya min hatiye. Jinik bi lava jê re dibê: Ma tu nikarî dest ji dînîtîya xwe berdî? Zilam dibê: Hema tu dest ji xanimîya xwe berde, ez jî dest ji dînîtîya xwe berdim.

 

 Lê hûn wek yê Herziromî nekin. Dewsa dar, destek gul an jî ramûsanekê bidinê. An jî ji bo pîrozkirin û dilxweþkirinê karê