Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Cejna Qurbanê tenê li Kurdan pîroz be!

Hecî Emînê Heskîfî-19/12/07-Heskîfê- Belê gelî lotikvanan, ez jî wek hecîyekî Kurdperwer malpera we diþopînim û bi lotikên we kêfxweþ dibim. Birastî hûn lotikên Kurdewarî davêjin dijminên xwe û dilê me rehet dikin. Em sofî û hecîyên ku newêrin vekirî dîtinên xwe eþkere bêjin, bi saya serê we kela dilê xwe hênik dikin û heta derecakê hûn bûne wek berdevkê me jî. Bijîn!

Werhasil, Cejna Qurbanê hat û emê dîsa xwînê birjînin. Ne xwîna insên haaa, xwîna rebenê heywanan. Nebêjin hecî Emîn jî wek qûnekên El-Kaîdeyê serê insên jêdike, eman emannnn! Ez tenê ê heywanan jêdikim û hew! Bawer kin dilê min bi van heywanên xwedê diþewite lo, yaw ma gunehê van heywanan çiye ku dibin qurban? Dibin qurbana çi? Ma gelo birastî xwedêteala hatiye xewna Hz.Îbrahîm û xwestiye kurê xwe serjêke? Yan ev tenê çîrok û çîvanok e?

Werhasil, êdî bûye adet û em jî heywanên bêmecal dikin qurban û dikevin ber gunehên wan wesselam. Îcar bi minasebeta Cejna Qurbanê ez cejna misilmanên Kurdperwer pîroz dikim û hêvîdarim hûn tev serketî bin.

Lê bi namûs min cejna Tirk, Ereb û Eceman pîroz nekir. Kuro tu dibê qey tevan di tasekê de av vexwarine ya starrrrrr! Gava mesele tê ser mesela Kurd, misilmanên wan ji qûnekên wan zinêkartir dibin hewarêêêêê!