Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

                LI  KURDISTANÊ  PÎROZKIRINA CEJNA  QURBANÊ    

                     

 

Bavê Jîndar-23/12/07-Colemerg-

Em Kurdên li Ewropa jî , li gor destketîyên xwe Cejna Qurbanê pîroz dikin. Hinek ji me neku pê bawerin, lê ji ber ku bûye kelepûr û kevneþopek ji bav û papîran mayî û wesîleya zêdekirina danûstandinê, vê cejnê bi dilûcan hinbêz dikin. Bê goman ew kelecana li welêt, li vandeveran nîne. Li welêt kelecana Cejna Qurbanê berî hefteyekê destpêdike. Herkes li gor imkanên xwe amadekarîya  kirîna þekirokan, liqûman, çêkirina kadan, tûtkan, beqlawe û borekan dike. Jibo zarowan cil û libasan dikirin. Jibo dilên kebanîyan xweþ bikin, zêr û kiras û fîstanan dikirin. Lê ya herî xweþ, þaredarîya bajêr jibo kirîn û firotina pez û heywanên qûrbanê cihekî kifþ dike. 

Xelkê bajarê ez lê , dadiketin wî cihê pez firotinê.Piraniya wan jibo streshavêtina pezdîtin û li bazarê mêzekirinê dihatin wê deverê.. Kesên ku wê qurbanan bikirin mirovek þehreza (pispor ) bi xwe re dibin da ku pezek qelew û têrgoþt jêre bibijêre. Pispor  destê xwe dide piþta pez ka qelewe, goþtê wê- wî þidîyaye an na. Destê xwe dide zikê wê ka bi berx e an na. Devê wê vedike ka pîre an ciwane. Heke pisor pez eciband vêcar bazar destpêdike. Firotox buhayek zêde dibêje, bikir jî buheyek kêm. Destên xwe didin hev û dihejînin, bazar her ku diçe diþide. Paþê hinek kes dikevin navberê û wan li hev tînin. Bikir dezbeîyekê dide xwedîyê pez. Lê pez bixwe ranabe, firotox jî peza firotî boyaxekê lêdixe û navê bikir, peza kirî û dazbeîya dayî dinivîse.  Heta êvara berî cejnê ew pez licem firotox dimîne. Êvara îdê herkes tê peza xwe dibe.  Ev rewþ tam hefteyekê didome.

Di wê hefteyê de  xort, zelam û zaro bi kêmanî ducaran diçin cihê pezfirotinê û li bazar û pez dinêrin û stresê tavêjin. Roja cejnê zilam û hort berê diçin nimêja cejnê. Paþê diçin ser zûretan (Goristan, mexbere ) fatihekê didin mirîyên xwe, cejna wan pîroz dikin û tên malê dest bi serjêkirina qurbanan û belavkirina goþt dikin. Ku ev kar temam bûn, vêcar mal bi mal digerin û cejna hevûdu pîroz dikin. Di dema qurbanserjêkirinê de, gelek kes dewsa pez serjêkirinê dest û lingên xwe jêdikin.  Hinek dilê wan disekine û di dewsa pez de ew dimirin. Hinek heywan direvin û dikevin nava kolanan, polîs xwedî û kesê jibo girtinê pê ketî birîndar dikin.

 Li Ruha, Kexta, Qeyserî, Enqere, Stenbol, bi dehan conga û boxe revîyan û ketin nava kolan û sûkên bajêr. Bi kêmanî pêncî kes brîndar bûn. Di dema pez serjêkirinê de dilê sê kesan sekinî û mirin. 1882 kesan dest û lingên xwe birîndar kirin. Ev tenê yên tesbîtkirî ne.Bi kêmanî hewqas jî yên ne tespîtkirî hene.

Werhasilî kelam, di Cejna Qurbanê de mirov hem lotikan li heywên dixe û hem jî li xwe dixe û hûn sax.