<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Reþo jî derket nêçîrê

Cemîl Cewher- 22/07/08- Belê, piþtî serdana Johnny McCain îcar Reþo (Barack Obama) jî berê xwe da Iraqê û li Bexdayê peya bû. Herdu namzetên serokkomarîya Emerîkayê jî dixwazin ji niha de ji xwe re alîgiran çêkin û hesabê pêþeroja xwe dikin. Lê tiþtê balkêþ ew bû ku, Johnny McCain berê li Hewlêrê dest bi serdana xwe kir û Obama jî ji Bexdayê.

   Di vir de xuyaye ku Johnny McCain zêdetir meyla xwe dide ser piþtgirî û desteka Kurdan. Johnny McCain wek „Teyrê Baz“ tê binavkirin û di derbarê Îranê de yek ji wan kesên herî hiþk e. Ji ber vê jî dixwaze di serî de dostanîya Kurdan qezenc bike û li gor wê gavan bavêje. Lê helwesta mîster Obama kifþ nîne. Ji ber ku jî wek Mehmûd Ehmedînejad reþik û pirtosekî ye, dibe ku li dijî Îranê hinekî nermtir be û nexwaze zû bi zû lotikan li Îranê xe. 

   Werhasil, mîster Obama serdana mamê me Celal Talabanî jî kir û çayek pêre vexwar. Lê qûneko qet behsa Kurdan nekir. Tenê di çerçoweya Iraqê de sekinî û gotina „Kurd û Kurdistan“ ji devê wî derneket.

   Neyse, ê me wek Lotikxane raya me ji mîster Johnny McCain re ye qardaþim. Kesê ku behsa Kurd û Kurdistanê neke ji me re nelazim û xelas!