Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Kurê dêlê namûsa mirîþkê kir pênc pere

 

Çêlek Þaban- 14/07/09- Kocaelî- Aha ji we re yekî xalis muxlis Tirk. Hem jî zinêkarekî mirîþkan.

Hûn bi qedrê Îsa û Mûsa kin, kesî dîtiye ku insanek rabe rezaletek ewqas bênamûsî bike ku xwe li rebena mirîþkê biceribîne, qûnê lê biqetîne û rebena mirîþkê bikuje? Va me ew jî dît.

 

 Li gora we ji Tirko qerdeþlerimiz pêve kî kare vê rezaleta neinsanî bike?

 

Niha em Kurd ji mecbûrî carna rêya xwe þaþ dikin, çend fîþekan berdidin keran û xwe li rebenê keran diceribînin, Lê mirîþk? Mirîþk kuro!

 

Werhasil, berî niha li bajarê Antalyê tecawiza mirîþkê pêk hatibû. Niha jî li bajarê Kocaelîya Tirkiyê, dêqehpê bi navê M.C ê 31 salî di ser mirîþkê de tê girtin. Mirîþka reben xwe li ber derbên xiyarê dêqehpo nagre û þehîd dikeve. Xwedîyê mirîþkê zinêkar M.C digre, radestî polîsan dike, lê pir li ber þehîdketina mirîþka xwe dikeve.

 

Axir, îcar dêqehp M.C di dadgehê de çi bêje baþe? Ji dadwer re gotiye: „Ez bûm qurbana hissên xwe, xiyarê min zora min bir û min xwe winda kir“.

 

De binerin lo! Bûye qurbana hissên xwe kuro! Wey tifûûûûûû li wê qûna te ya reþ be erê welle û hew! Hey min di te kirooooo, law ma meriv tecawizî mirîþkê dike êþek oxlî êþek? Law ker hebûn, qantir hebûn, mehîn hebûn, çêlek hebûn, þêr û piling hebûn, gur û kûçik hebûn, ma mirîþk? Yanî ji ber rebena mirîþkê dara þikestî bû te xwe dadayê newlo?

 

Law sayin û birêz Komela Heywanparêzên Ewrûpayê, gelî Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê, hûnê çawa insanên ku tecawizî mirîþkan dikin bikin endamê Yekîtîya Ewrûpayê qerdeþim?

 

Law Tirkên ku îro dikutin mirîþkan, sibê wê qûnê li çîçik û çûk û çivîkên we biqetînin cîgerlerim, wîî! Ma qîz qereçî dibe xatûn ey hawarrrrrrr!

 

 

 

Bûka me îcar cot cot tîne bavo

 

Çêlek Þaban- 25/06/09- Stenbol- Bûka me Colemêrgîyan Gulben Ergen xanim vê carê cêwîk anîn û bê dêya 3 kurikan.

 

Li ser bextê tombalacîyên Stenbolê be, dibêjin berê hingî Mistefa Erdoganê me bi “Anadolî Ateþî” dilebikî, wek mirîþka gêj hatibû serê wî û tifinga wî baþ nediteqand. Lê dibêjin piþtî ku bêhna xwe berdaye û serê wî rehet bûye, îcar cot cot berik ajotine ber tifingê û tam li hedefê xistiye. Mistefayê me bû bavê sê kurikan û dibêjin þûr simbêlê wî nabirre.

 

Pîroz û bimbarek be yabo qurban!

 

Axir, hûn zanin, Mistefa Erdogan brayê þanogerê naskirî Yilmaz Erdogan e û Colemêrgî ye. Em nizanin mêro heta bi çi derecê li Kurdîtîya xwe derdikeve yan na, lê bi folklora “Anadolî Ateþî” xezîna çanda Tirkan dewlemend kir û serê wan di nav xelkê de kir wek serê Çoban Silo.  

 

De qenc xiyala xwe bidinê, piranîya lotikvan, hunermend, siyasetmedar û nizanim çi quzên kerê, tev Kurd in. Hûn Kurdan jê derxin, belkî çend lib qûnek mûnekên dewþîrmeyên Balkanan bimînin û hew. Wekî din dewleta Tirk li ser piþya Kurdan bilind bûye û dîsa bi xêra wan Kurdên ku di xizmeta Tirkiyê de ne tirrê ji Kurdan berdide, qûþê li wan diqetîne.

 

Hûn zanin gelî xwendevanan, ez bi sê telaqan sûnd dixwim, ger ev Kurdên ku di nav civaka Tirk de meþhûr û têra xwe dewlemend in rojekê tenê behsa doza Kurd bikin, wê Tirkiye serûbinê hev bibe ellawekîl. Lê nakin qerdeþim nakin.

 

Ne xema kesî doza netewî yan doza Kurd e. Tev li bêrîka xwe, li navûdengê xwe û li xiyarê xwe difikirin wesselam......

 

 

 

 

Gulsum xanimê jî lotikek xwar

 

Çêlek Þaban-12/05/09-Meletê- Ma ji dil we ye tenê insan nefî dibin? Na. Çêlek jî karin têkevin ber lotik û pehînên dewletê û bibin qurbanên kerxanecîyê Selanîkê.

 

Welhasil, li bajarê Meletê gundê Kadirûþaxi çêleka bi navê Gulsum, li bexçê dibistanê peykerê bavê Tirkan Atatirk xist erdê, tirr jê berda û þikenand. Li ser vê lotika çêlekê, midurê dibistanê da lotik û zîtirkan û doz li çêlekê vekir. Li ser vê sosretê, xwedîyê çêlekê Gul Kilinç, ji tirsa ku wê ceze bixwe, çêleka xwe nefî kir (sirgun kir) gundekî cîran cem merivên xwe û qûþ lê qetand.

 

Axir, Gulsum xanim niha li gundê Înekpinari penaber e, li xerîbîyê axîn û keseran dikþîne û wek Kurdên Ewrûpayê li bendî vegera meskenê xwe ye. Gulsim xanimê bi emaîlekê xwe gihand Lotikxanê û got:“Weyla li min xerîbê, weyla li te xerîbê, bê çens û nesîbê xwedê bikim kes ne bêxwedî be“ û hawar û gazîya xwe gihand me.

 

Îcar em jî wek eþîreta Lotikxanê hawar û gazîya Gulsum xanimê hewaleyî Komela Çêlekên Dinyayê dikin.

 

Îcar Komela Çêlekên Dinyayê xwedî li Gulsum xanimê derdikeve û wê ji lotik û xezeba kerxanecîyê Selanîkê xilas dike nake ew û þensê xwe.