Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Selulît û jehr û ziqûm!

Leyla Barîn-27/08/07- Zanîngeha Harvard- Selulît (girêkên tewêþ-rûn) bûye bela serê jinan. Yek ji wê sedema ku jin dikevin psîkolojîyek xerab jî pirsgirêka selulîtê te. Gava tewaþ di laþê mirov de kom dibe, dibe girêk û laþ bez digre. Ev jî dibe sedem ku nermaya laþê meriv nemîne û di þûna goþtê nermik de goþtekî bi bez biafire.

 

   Werhasil, zilam jî bi piranî ji vê rewþê ne razî ne. Ew her dixwazin ku jinên wan nermik û germik bin lê wek dermaleyên malê ne qelew û bi bez bin. Sedemek din a çêbûna selulîtê jî ev e ku di lêþ de xwîn baþ nagere. Gava xwîn baþ negere jî, tewaþ û bez xwe li hev digre û bi taybet di çîm (paq) û kelefan de (kulîmek) dicive. Selulît hema bêjin ji sedî 85-90 ê jinan re çêdibe.

 

   Selulît ne tenê bi jiyan re, herweha bi zilaman re jî kare çêbibe. Bi taybet zilamên ku cixarê dikþînin, alkolê vedixwin û xwarina bêserûber dixwin, karin raserî çêbûna selulîtê bên. Pispor „masaj, vexwarina avê, spor û meþê“ wek çareserîya selulîytê dibînin.

  

Heger hûn naxwazin bela selulîtê li we keve û li ber dilê mêrê xwe þêrîn û xwedî bedenek xweþik bin, avê zêde vexwin, bimeþin, sporê bikin û bidin lotikan. Hûn bi a me dikin yan nakin hûn zanin! Piþtre nebêjin Lotikxanê aqilek neda me û mêrê me dev ji me berda haaaaaaaa!