Lotikxane

 

Cembelîyê Botî

 

 

  Ahê vî destî ji destê din re namîne

 

 

 

LI  HEKARÎYAN ÞERÊ EÞÎRAN

 

Medîa Tirkan meselê aloz dike

 

Ev bûn sê roj in di medya Tirkan de dibêjin: “ Li Hekarîya eþîra Pinyaniþîyan û  Silehîyan ji sedema revandina keçekê þer dikin”.

 

 Ez bi xwe jî endamek eþîra Silehîyan im. Revandina keçekê jî rast e. Lê þer ne li ser revandina keçikê ye û ne þerê Pinyaniþîyan û Silehîyan e. Yên þerkirine jî beþek ji Pinyaniþîyan navê wan Bilêcanî ne. Celeba din jî ne Silehî lê di nav Silehîyan de cihwar bûne. Ne ew hej Silehîyan dikin ne jî Silehî hej wan.

 

Baþ e mesele çiye ?

 

Kurê pisê pismamê min û brazîya serekê þaredarîya Çelê hej ji hev dikin. Paþê keçik dest ji kurik berdide. Kurik bênamûsîyê dike û keçikê bi zorê direvîne.

Çelî doza þûndestendina keça xwe li Silehîyan dikin. Lê mezin ketine navberê û dixwazin sulha wan bikin. Heta niha çi þer û pevçûn çênebûne û mesela keçrevandinê wusan sekinî ye.

 

Em bên ser mesela þer.

 

 Piþtî þerê qirêj gundên Çelê û eþîra Pinyaniþîyan yên wek Bilêcanî, Talisî, Marûfî, Hêþetî, Deþtanî û hwd mecbûr man hatin li Cûlemêrgê cihwar bûn û ji xwe re çend tax avakirin . Ji wan Bilêcanî mirovên gellek þûndemayî ne. Þol û karê wan pevçûn û þer in. Bi heceta xwîndarîya mirîþkekê  ereba xelkê jê distînin.  Lewre eþîrên Hekarîya jî ji wan re dibêjin “Apaçî “

 

Gellek ji wan bûne tefecî, 1000 panqunotan didin 50.000 an distînin. Ne li kuþtinê ne jî li lêdanê ditirsin. 100 kes bi hevre dikarin li zarowekê  xin. Hemû eþîr û ûcaxên

( binemalên ) li Hekarîya hivza xwe ji wan dikin û di destê wan de el eman in! Mala Sebrî û mala Wehbî ( Þen’an ) du babikên biçûk û gelek dewlemend in. Ev bûn 60 sal in ticaretî û mutahîtîyê dikin. Otêl, ofîsên petrolê, apartiman, dikanên wan pir in. Tefecîyên Bilêcanîyan çav berdane malê wan. Kurê Salih Gezer ê Çelî ( ew jî Pinyaniþî ye ) mîtahîtîyê dike. Pare ji tefecîyan standine û têkilîyên wî û Þenan yên ticarî bi hevre hene. Ji ba Þenan malzemên avahîyan dikire, bi wan re digere û belku ticarîyê jî dike.

 

Bilêcanî ji ber ku çav berdaye malê Þenan, çend caran çûne ji Þenan re gotine “Gezer bi we re digere, þîrîkê we ye. Divê hûn deynê wî bidin” û tehdît kirine. Wan jî gotîye “ew jî wek we Pinyaniþî ye, ne kurê bavê me ye ku em deynê wî bidin. We pare dane kê herin ji wî bistînin”.

 

Ser hindê Bilêcanî radibin bi 400-500 kesan ji niþka ve êrîþê dibin ser dikanên wan û didin ber keviran. Di dikanan de miþterîyên wan jî hene.  Hinek miþterî û sê kesên Þenan yên li ber dikanên xwe ne, brîndar dikin. Bilêcanî dixwazin bi vê êrîþê Þenan mecbûr bikin ku bi çekan xwe biparêzin û çend kesên wan brîndar bikin, an jî bikûjin  da ku biþên doza xwînê li wan bikin û çend milyonan jibo xwîna xwe ji Þenan bistînin.

 

 Bapîrê zavayê min jî li dikana wan e. Dixwaze berevanîyê bike, lê li wî jî dixin. Ew jî dest dihilîne. Bi kurtî ne ji eþîra Silehîyan, ne jî malbata keçikê çi þer nekirîne. Lê doh ji ber ku Bapîr Silehî ye, Abdurahman Keskîn jî mezinek Silehîyan e, Bilêcanîyan camên bîroya Abdurehman þikandine.

 

Her wek ku tê zanîn, medya Tirkan derheqa bûyeran de înformasyonan ji hêzên asayîþê distînin. Ew jî înfarmasyonên provakatîf ( yên ji xwe re pilankirî didin). Li ser hindê Silehî li hev civîyane û eþîrên din jî Pinyaniþî jî tê de, piþtgirî dayinê.  Lê hêzên provakatîf yên di nav dewletê de, gava dîtîne wê lîstîka wan aþkera bibe, berî ku þer bibe ew tefecî parastine û milet ji hev belav kirine. Wusa xuya dike hêzên asayîþê xwestine Silehîyan û Pinyaniþîyan bera hev bide, lê ku dîne hemû eþîr ( yên Pinyaniþîyan jî tê de) li Bilêcanîyan xin û ji wê belayê xilas bin wê gûyê wan derkeve meydanê, pêþîya þer girtin.

 

Gelî xwedavanên Lotixanê, Ergenekon li ser kar e. Îhtimal heye ku li bajarên din jî eþîretan proveqe bikin da ku rojeva Tirkiye û Kurdistanê aloztir bikin. Îcar hay ji dek û dolabên xêrnexwazan hebin û neyên lîztîkê qurban...

 

25.12.2009- Cûlemêrg

 

 

Qeymeqam beg lotikek Kurdî avêt

Qeymeqamê Beytulþebabê Soner Karataþoglû, bi minasebata cejna qurbanê serdana malên Kurd dike û cejna wan pîroz dike. Piþtre diçe nexweþxanê û serdana nexweþan jî dike, lotikekê li wan jî dixe. Karataþoglû dibêne ku zarokek ji malbata Seyitxan û Þîrîn re çêbûye, Zarok keçik e, Radibe zêrekî bi keçikê vedike û dê û bav pîroz dike.

Dêya zarokê Þîrîn xanim ji qeymeqam beg re dibê:“Qeymeqam beg, madem tu heta bi vir hatiye, hema ka navekî li keçika me jî bike û hew“.

Werhasil, qeymeqamê Tirk radibe lotikek Kurdî davêje û dibêje:“Hema bi sê telaqan ji navê Berfîn xweþtir nav tuneye. Bila navê wê Berfîn be“ û navê Berfîn li keçika Kurd dike.

Piþtî vê lotika qeymeqam, kêfa dê û bavê zarokê tê û radibin bi Kurdî dua ji qeymeqam re dikin, hêvî dikin ku xwedê teala li axretê 70-80 horîyên bihuþtê bike qismetê Soner Karataþoglû û xurcika wî dagre.

 Ez serê we neêþînim, qeymeqamê Beytulþebabê Soner Karataþoglû navekî Kurdî li keçika Kurd kir û destek da rêdana demokratîk. Ez jî vê lotika sayin Karataþoglû pîroz dikim û dibêjim:“Wey hezar sermezinên wek Denîz Baykal û Bahçelî bi qurbana gunikên te bin“ û hûn sax….

30/11/09- Þernex

 

 

 

PITIKA BACAN

 Bacanên Dizê û xirabûna exlaq

 

Dizê gundek 35 km li jêra bajarê Colemêrgê, di gelîyê Tîtarê de ye. Ji qedîm de hemû Cûreyên fêkî û dikakên bajarê Colemêrgê ji wî gundî dihatin hilberandin. Bi gotinek din, kanîya jîyana Colemêrgê bû. Mirov ji tama dikak û fêkîyên wê têr nedibû. Xasma bacan û tirî. Her bacanek bi kêmanî 500- 700 gr giran bûn. Min bixwe bacanên ku 1200 gr bûn dîtîne, kirîne û xwarine.

 

Di wan deman de ne hormon hebûn, ne derman û zibilên kimyewî. Hemû tiþt bi xwezayî bûn. Ne tenê dikak û fêkî lê  mirov, heywan, hewa jî xwazayî bûn. Mirovan direw, dizî, hîlebazî, gilîkirin û fesadî nezanîbûn. Hemû rast û dirust bûn. Mezinahî û biçûkahî hebû. Biçûkan qedrê mezinên xwe digirtin. Dahbe û heywanên kedî jî xwedî qarekterek xweristî bûn. Heta gelek mecbûr nebana, xisar nedidan hev. Bi kurt û Kurmancî; her tiþt li gor qanûnên xwezayê bi rêkûpêk di nav lihevkirinekê, bi dilxweþî û bextîyarî bi rêve diçû.

 

Lê vî þerê qirêj û gemarî, li Hekaryan exlaqê xweristê, mirovan, heywanan, dikak û fêkîyan jî guhert.  Bi genên wan ve leyîst. Xwerist, mirov, heywan, fêkî û dikakan, hemûyan serê xwe xwariye û xisarê didin rûniþtevanên xwe.

 

Axir, mesela me li ser bacanên Dizê bû.

 

Piþtî van bûyeran û xirabûna exlaq; bacanên Dizê jî hatin guhertin. Niha bacanên wan bi zibil û dermanên kimyewî tên çandin. Bacan biçûk, tamar, xisardar û ji forma xwe ya xwezayî derketine û bûne tiþtekî din.

 

Li gundê Dizê, li taxa Derav ê camêrek diçe nav parêzê (baxçê zerzewatan) xwe da ku ji bo tirþo bacanên mayî jêbike. Di nav bacanan de bacanek ji yên elametên qîyametê dibîne. Bacan diþibe pitikan (bebek). Bi xwe berî salekê li çîyayê Simbir gumgomokên bi bask û rengareng ku heta niha kesî nedîtî û bînayî jî hatibûn dîtin. De vêca hûn ji kerema xwe li vê bacanê binêrin û biryara xwe ya li ser xirabûna exlaq bidin.     

 

15/11/09- Colemêrg

 

Wêne: Hekarî Medya

 

 

Serpêhatîya Mesûd Barzanî û generalê Tirk

Li ser bext û namûsa fitne û fesadên bakur û baþûr be, tê gotin ku di salên 1990 – 91ê de (dibe ku tarîx ne rast be) dewleta Tirkan qamyonek çek û sîlehan jibo Tirkmenan diþîne baþûrê Kurdistanê.

 Pêþmerge wê qamyona çekên dewleta Tirkan digirin. Dibêjin General Ilker Baþbûx jî wan deman li bakurê Kurdistanê berpirsê artêþa Tirkan bû. Jibo wan çekên ku hatine girtin xilas bike, diçe Hewlêrê kek Mesûd dibîne û doza dayîna çekan û berdana kesên girtî lê dike.

Kek Mesud jê re dibê: " Êêêê, we ew çek jibo kê diþandin?"

Îlker Baþbûx: " Me jibo Tirkmenan diþandin ku xwe pê biparêzin”.

 Kek Mesud: " Hella hella, em hinde sal e þer dikin, Tirkmenan fîþekek jî li hember Sedam ne teqandine. Beþek mezin ji yên Tirkmenan bi me re nin. Vêcar niha hûn van çekan jibo çi ji Tirkmenan re diþînin cîgerim? Hûn dixwazin Tirkmen bi van çekan min bikujin, an jî þerê me Kurdan bikin? Heke Kurdek, Erebek, Farisek an jî ji miletekî din li Enqerê bi demançekê bê girtin, hûnê çi li wî kesî û çeka pê re bikin?"

Îlker Baþbûx dibê: " Ma tu Enqerê û Hewlêrê tînî rêza hev qardaþim?"

 Kek Mesud: " Nexêr ez naynim rêza hev. Dema Hewlêr navenda medenîyetê bû, ava û hukum dikir, hûn hêj li Asya Navîn li ser piþta hespan we þîr û goþtê hespan bi xavî dixwar. Dê rabe here, em ne mirovên we berdidin û ne jî çekan didin”. 

Îcar hûn niha fêhm dikin bê jibo çi Baþbûx û artêþa Tirk ewqasî ji Mesûd Barzanî aciz in gelî xwendevanan?

09/11/09- Colemêrg

 

 

 

Adiyaman tirr ji meselê berda

 

 

Cembelîyê Botî- 01/09/09-Colemêrg-  Kuro ku ne serokeþîr û mîr û begên me meselê safî bikin û dilê me rehet bikin, xêr ji van zimandirêj û zirtik virtikên din dernakeve. Aha li boxê beranan, li gunikreþê Kurd û serokê eþîra Jîrkî Mehmet Adiyaman binerin bes e.

 

Mehmet Adiyaman, serokê eþîra Jîrkîyan e. Erê eþîra Jîrkî piþtî salên 1980î ji mecbûrî  bûn cerdevan û gunehê PKK jî di cerdevanbûna wan de hebe jî, lê eþîrek Kurd e, Kurdewar e û di dema xwe de qûn li dewletê diqetand, eskerî ji dewletê re nedikirin û bi Kurdayetîya xwe serbilind bûn. Lê xuyaye carna þert û mercên herêmê tên guhertin û mirov jî mecbûr dimîne yan mecbûr tê hiþtin ku helwesta xwe li gora þertên heyî deyne.

 

Axir canim, mijara me ne li ser cerdevanîya eþîra Jîrkî bû, li ser heêwest û gotinên Mehmet Adiyaman bû.

 

Mehmet Adiyaman, da zanîn ku ew wek eþîreta Jîrkî piþtgirîya avêtina gavên demokratîk û çareserkirina pirsa Kurd dikin û destekê didin Kasimpaþalî Receb. Adiyaman helwestek tund (hiþk) raberî serokê partîya CHP Denîz Baykal û serokê segên Tirkiyê Devlet Bahçelî kir û got:“Dev ji qan qûnekan berdin, ew bi kêrî pîvazek xerabe nayên. Bi sê telaqên jinberdanê, ev mesele bi Apo (yanî Ocalan lo) re di nava nava pênc deqîqeyan de çareser dibe lo, wîî!“ û da bin dûvê Denîz Baykal û Devlet Bahçelî.

 

Werhasil,  Mehmet Adiyamanê ku serokê eþîra Jîrkî ye, serokê cerdevana ye û heta niha zêdeyî 1.500 endamên eþîra xwe di þerê PKK de winda kiriye, berê çareserîya pirsa Kurd dide Îmralîyê û dibêje ku Ocalan kare vê pirsê di nava pênc deqîqeyan de safî bike. Yanî, DTP û generalên wê ne tenê ne ha, va cerdevan û serokeþîr jî girava Îmralîyê dikin qibla çareserîyê pirsa Kurd.

 

Axir, Mehmet Adiyaman di derhe           qê Denîz Baykal û Devlet Bahçelî de dibêje:“Ew ji Erdogan dihesidin, ew qûnek di meclîsê de ji leqleq û çirt û virtê pêve tu gûyekî din naxwin, bi þeþ telaqan ew nikarin þivantîya gundekî jî bikin“ û daye bin dûvê herdu sermezinên dolheram.  


Mehmet Adiyaman, bi dûdirêjî behsa DTP û roka Ocalan dike û dibê:“De dev ji Ahmet Turk û Emîneka me berdin looooo, xêr di wan de tuneye babam. Ne aþtî bi wan çêdibe û ne karin aþtîyê bikin. Derîyek li meydanê heye û heta bi miþk û pisîkan jî zanin bê mifta vî derî li ku ye û di destê kê de ye (yanî mifte di destê Ocalan de ye û ew jî li Îmralîyê ye).  Ez pêþniyaz dikim ku Ocalan serbest bê berdan, bibe serokê DTP û ev sêwlek mêwlekên ku hesbekqeder bûne siyasetmedar, herin ber golik û berxikan“ filan û fîstan.

 

Ez serê xwe û we neêþînim, Mehmet Adiyaman dibêje ku li Tirkiyê 25 milyon Kurd dijîn, ew kesên ku derketine serê çiyê jî zarokên vî milletî ne, ev 25 salin ku me û dewletê nikarîbû wan biqedînin û êdî divê çareserîyek ji van lotikan re bê dîtin.

 

Mehmet Adiyaman, mêrê çar jina ye (Bavê Teyar jî derbas kiriye law), 42 zarokên wî hene û û kêf kêfa wî ye. Aha carna jî lotikên wilo xweþ davêje derûdorê.

 

Ma ka ji vê xweþtir bavê min? Mêrê çar jinan, xwedî eþîr û pere, 42 zarok (42 jî bi rê de ne înþelleh), hewa pakij û li serê çiyayên Kurdistanê. Pekkkkkkkk, aha cinnet û bihuþt ji vê re tê gotin ellawekîl. Tew ku îcar Mehmet Adiyamanê me bibe wekîl û têkeve meclîsa Tirkiyê, ma êdî þûr simbêlê wî dibirre?

 

Neyse, henek menek li alîyekî, lê Adiyamanê me lotikên xweþ avêtin û xuya bû ku ew kare 101 siyasetmedarên wek Xelo û Celo ji bêrîka xwe derxe û hûn sax…..

 

 

 

 

Ev lotik ji þorba nîskê jî xweþtir bû

 

Cembelîyê Botî- 29/04/09-Colemêrg- Vê heyamê tofan û  firtone li ser serê endamên DTP rabûye û hema bêjin ji jenosîda Ermeniyan xirabtir hatiye serê wan. Sermezinên demokratîk cimhûrîyetê ha ha lotik û pehînan li Kurdan didin û qûndaxên keleþkofên xwe di serê zarokên Kurdan de diþkînin.

 

Welhasil, ez dibêjim ji alîyekî ve ev lotik û zîtirkên dewletê baþ in çunkî ne wilo be em Kurd biaqil nabin, xwe û dijminê xwe nasnakin û emê sînorekî nexin navbera xwe û wan. Yanî, heta serê me li kevir nekeve aqlê me nayê serê me.

 

Dibêjin wekîla DTP a Ixdirê Perwîn Bûldan, doh-pêr di mitîngekê de lotikên Kurdewarî avêtine û daye navê. Bûldan, girtina endamên DTP û operasyonên li dijî DTP þermezar kiriye, qûna dewletê dax daye û tilî avêtiye bin dûvê wan. Bûldana me tiþtek di dilê xwe de nehiþtiye û ji kezebê axivî ye.

 

Welhasil, Perwîn Bûldan xanim behsa serketina hilbijartinên 29ê Adarê kiriye, navê „Kurdistan“ê ji ser zimanê xwe nexistiye û gotiye „Me bajarê Wanê stend, me ixdir steng, me sînorê Kurdistanê kifþ kiriye“. Li ser van gotinên Bûldanê, sermezin û pozmezinên çapemenîya Tirko dîsa wek berê rabûne tapana, paþpaþkî dest bi lotikan kirine û weke ku kermêþ bi wan vede, ziryane.

 

Ez serê we neêþînim, Perwîna me lotikek xalis muxlis Kurdewarî avêt û navê Kurdistanê di dil û kezeba xêrnexwazan de çikand. Piþtî ku derbê ciyê xwe zeft kir û pêve, kî dizirre kî tirr û fisan dike ji xiyarê Ehmed Tirk ve û hûn sax…..

 

Bijî xaltîka Perwîn Bûldan bijî!

 

Bi sê telaqan ev lotika te ji þorba nîskê jî xweþtir bû û hew….

 

 

 

 

KUTÊLA  HIRÇÊ

 

 

Li gundek bi navenda Cûlemêrgê ve girêdayî, cerdevan kutêlek (têjik-kudik ) hirçê

di nav daristanê de dibînin û tesîmî polîsên pira Depînê dikin. Ew jî wê kutêlê dibin daîra daristanê û didin midûra wê Ayþe xanimê.

 

Ayþe xanim kutêlê dibe ba beytar miayene dike. Li gor Eyþe xanimê, tendirustîya wê baþe û çarmehî ye. Ayþe xanim wê bi bîberonê xwedî dike û kirîye endamê eþîra Guloyîyan.

 

Eyþe xanim dibê ku mezin bibe û biþêt xwe xwedî biket, ewê kutêlê berdin nav  xwezayê.

 

Vêca hûn dibînin bê cerdevanên Hekarya çend dilbirehm in. Zaroyên hirçan jî nakujin, xwerist û heywanetan jî diparêzin.

 

Xwedê xêra wan mezin bike. Bila hirçên Cûlemêrgê yên dupê bi qurbana wê kutêla  delal bin û zêdebûna eþîreta Guloyîyan li ser xêrê be.

 

Ma wê tenê Amerîkî û Ewropî pesnê hirçên xwe bidin qerdeþim, ma Cûlemêrgî ji wan kêmtir in?

17/04/09

 

ÞAKIRO Û ÞAKÎRA

 Cembelîyê Botî-31/12/08-Colemêrg-

Bav û bapîrîn me dibêjin: “Dinya bi dorê ye ne bi zorê ye”. Berê me di TRT ê de carnan  guhdarîya reqase û dengxweþa Amerîkî Þakîrayê dikir. Û dilê me bi me disot. Me digot: "Ji boy çi yekek wek Þakîra Amerîkanî di TRT ê de bi Îgilîzî stranan dibê,  û em 900 salin bi wan Tirkan re bi hevre dijîn çima dengbêjên wek Þakiro Kurdî nabêjin".

 Lê doh min li malê TRT 6 da eyarkirin û hinekî lê temaþe kir. Stranên Eyþe Þan  yên Þakiro û Rojînê guhdarî kir. Li gor min, herçend  80 salan direngî mabe jî, lê li Tirkîyê jibo me Kurdan þoreþek ziman e.  Ji ber ku qebûlkirina zimanê Kurdî û di vebûna kanalek dewletê de bi Kurdî û nîvîsarên bi tîpên Kurdî ji 80 salan berjortire ji alîyê  dewleta Tirkan de dihat înkarkirin. Kurd tune dihatin hesibandin.Bi xwe dewleta Tirkan bingeha xwe li ser van tiþtan danîbûn. Bi vê kiryarê dewleta Tirkan bingeha xwe, (hîmên xwe) yên Kemalîzmê û dewleta xwe herifandin û binpêkirin. Lewre jî di welatek wek Tirkîyê de ku Kurd bi sedemê axaftina Kurdî dihatin lînçkirin, bûyerek weha jibo me wek destpêka þoreþekê ye. Bi vê bûyerê dewleta Tirk jiberkirinên xwe yên vir, direw, înkar û qetlîamên 80 salan li ser me Kurdan kirî, bi awayek vekirî qebûlkirin. Û li miqabilê dinyayê rûreþîya xwe aþkera kirin. Lê ev destpêke bi gotinek din hêj “ Lê lê ye û Lo lo jî wê pêra bêt “.

 Lê mixabin hinek sazîyên ku xwe Kurd dihesibînin heta niha bi dehan mitîng û meþ di bin dûriþima EM ZIMANÊ XWE DIXWAZIN  de amade dikirin, îro li dij vê bûyera dîrokî derdikevin. Û kesên dixwazin di vê kanalê de kar bikin, wek xwefiroþ û xayîn bi nav dikin.

 Baþe heke ew kesên di kanala Kurdî ya TRT ê li ser ziman û çanda Kurdî dixebitin xwefiroþ û xayîn in,  ma yên jibo çand û ziman meþ çêdikirin nabin xwefiroþ û xayîn? Madem xayîntî ye, we bo çi ewqas meþ dan çêkirin, kurên baban dan kûþtin û birîndarkirin? Heke ne xayînîtîye hûn bo çi li dij derdikevin? Tirk ziman qedexe dikin hûn dibên bo çi qedexe dikin. Kanalên Kurdî vedikin hûn dibên bo çî vedikin. Xuyaye hinek alî dîsa tevlihevîyan dixwazin û berjewendîyên wan di tevlihevîyan de hene. Wer xuya dike Tirkan projeyên we serûbin kirin û ew jî li we xweþ nayê . Lê ez di wê bawerîyê de me, wê pîþtî çend salan hunermendên bi we ve girêdayî jibo ku biþên bikevin TRT 6 ê wê bikevin rêzê û dorê. Wî çaxî emê hev bibînin.

Ne heweceyî zêde dirêjkirinê ye. Bila TRT 6 li ser xêrê be. Me Þakiro jî wek Þakîra di TRT ê de dît û dilê me wê êdî di wî warî de nesoje. Bi vê wesîlê  sala hemû xebatkarên Lotikxanê û ya hemî Kurdan bi dil û can pîroz dikim. Hîvîdarim wê sala 2009 an bibe sala xweþî, geþî, aþîtî û rabûna neheqîyan.

 

 

            BÛSH Û MIKAÎL

OBAMA Û SEÎDÊ MIFTÎ

 

Cembelîyê Botî- 10/11/08-Colemêrg-

Serkeftina Obema li tevahîya cîhanê wek þoreþkê hat nirxandin. Her welat li gor berjewendîyên xwe, wî pîroz dikin. Nameyên pîrozbahîyan jê re diþînin û hîvîya çareserîya pisgirekên xwe jê dikin.

Van qewimandinan ez birim 45 sal berî niha. Li bajarê Colemêrgê du federesyonên  eþîran hene. Ev herdu federesyon, di hilbijartinan de namzetên xwe datînin û jibo serkeftina wan çi ji destê wan bê naheviþînin. Namzetê serokatîya bajêr, yê baskê çepê Mikaîl îlçîn; yê baska rastê jî Seîdê Miftî bû. Mikaîl du dewran serokê þaradarîyê bû. Cara sêyan xwe sist kir û zêde propoxanda xwe nedikir û binve binve jî digote hinan „ dengên xwe bidin Seîdê Miftî“.

 Di hilbijartinên sêyem de Seîdê Miftî bi serket (bi gotinek din Mikaîl bi zanistî bi dest wî ve berda)

Hinek kesên berpirsên baskê çepê ji Mikaîl re gotin: „Te bo çi þaredarî bi dest baskê rastê ve berda?“  Mikaîl ji wan re got: „Min þaredarî heta qirikê deyndar kiriye. Di qasê de yek qirûþ tune ku dema kurê Miftî aciz be, derxe û pavêje ser masê jixwe re pê bilîze“.

 Li gor bawerîya min, teqtîk û stratjîya Bûsh jî wek ya Mikaîl e. Tiþtê Bush anî serê Obama ji ya Mikaîl anî serê Seîdê Miftî xirabtire û hûn sax. 

Paþê nebêjin Lotikxanê em þîyar nekirin û hîvîyên me bi avê de çûn haaa...

 

 

 

Guhê Arsalan bikþîne mamoooooooo!

 

Cembelîyê Botî- 06/11/08- Colemêrg- Dibêjin endamê Polît Buroya YNK kak Arsalan Baez lotikek ecêb avêtiye û piþtgirî daye hikûmeta Erdoganê sermezin. Çi balkêþ e, Erdogan li Colemêrgê tehdît dike, wan ji welatê wan diqewirîne, û Arsalanê me jî piþtî demek kurt piþtgirîya Erdogan dike û dixwaze Kurd kurtanê AKP li xwe kin.

 

Arsalan Baez bal kiþandiye ser têkilîyên navbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê û gotiye ku „pêþketinên li Tirkiyê û xelatdayîna nivîskar Yaþar Kemal jî“rûpelek nû ji bo Kurdan” e,  helwesta serekerkanê artêþa Tirk Îlker Baþbûg gavek nû û xalek radîkal e“.

Arselanê kakaciyan gotiye:““Divê Kurdên li Tirkiyê û Iraqê ji vê fersenda dîrokî sûdê wergirin û hikûmeta Erdogan destek bikin. ” filan û fîstan.

 

  Hella hellaaaa ya siphan ella!

Yaw kaka ciyan, ma Kurdan piþtgirîya hikûmeta Kerdogan nekir? Belê! Erdogan ne bi rayê Kurdan bi ser ket? Belê! Êêêêê? Erdogan ji Kurdan re çi kir? Înkar kir, kujtin kir, talan û wêran kir, ma çi kir û çi nekir kaka!

 

Naxwe ji bo çi tu dixwazi Kurdên bakur dîsa bibin kurtanê kerên AKP û Erdogan canekem?

 

Yaw mamooooooooooo, tu li kuyî?

 

Dev ji xwarina goþtê elokan berde em qurban, guhê Arsalan bikþîne guhê wîîîîîîîîî!

 

Sermezino vê carê bê þerm xwe eþkere kir

Cembelîyê Botî- 03/11/08- Colemêrg- Bila Kurd xwe nexapînin û xwelîya Erdoganê sermezin li serê xwe û bavê xwe nekin. Çawa ku miþk û pisîk dijmin in, çawa ku gur dijminê pez e, çawa ku erd û ezman ji hev dûr e, em û Tirk jî dijminên hev in û ji vir heta bi er’s ji hev dûrin û xelas!

   Serokwezîrê Tirk Kasimpaþalî sayin sermezin Erdogan, li Colemêrgê lotikên paþûpê avêtin û bê þerm çend tirr û fiss kirin. Erdogan dîsa dest bi çîrokên axirzemana kir û  behsa „yek dewlet, yek al û yek millet“ kir û xwelî li serê Kurdên ku dane dû wî kir. Tew mêro li wê jî nesekinî û got:“Lan Colemêrglîler, oxlim, heçê li dijî a la me derkeve, bila siktir bibe û ji vî welatî bicehime“ filan û jehr û ziqûm.

Hûn Erdoganê qaþo misilman û xwedî edalet dibînin newlo?

Ûlan oxlim, ewladin, te xirrê kalkê min Þemo xwaro, tu kê ji welatê kê diqewirîni lan? Min di ala te de mîzto erê welle, tu hatiyi welatê me û dixwazi berdi me haa! Ê de tirrrrrrrrrrr li bin qûna te haaaaa!

 

Fermana Çêlekan

Cembelîyê Botî- 14/10/08-Cûlemêrg-

Cîhgirê Serokê Þaradarîya Cûlemêrgê  Îsa Bor  biryarek radîqal wergirt û fermana çêlekan rakir.  Îsa Bor Teblîx ji muxtarên taxan re þandîye û gotîye: “Xeberê bidin xwedîyê çêlekan bila çêlekên xwe bernedin ser gelêþan” û di  fermanê de nivîsîye  “sayin çêlek sehîplerî, her kim çêlekinî kulîfek û gelêþlere gonderîyor, heqin de ziritil wereqesî yapilacaxtir” ( heçê çêlekên xwe biþîne ser gelêþê wê bê cezakirin ).

   Mêro didomîne û dibê: ”Çêlekên ku li ser gelêþ û kulîfekan bên dîtin, di bin qonturola beytar de wê bên serjêkirin û goþtê wan ji feqîr û jaran re bê belavkirin. Paþê jî xwedîyên wan bên cezakirin”.

   Mirov dibê qey Îsa axa ne li Cûlemêrgê lê li Parîsê dijî. Ma di wê Cûlemêrga derdorên wê bi çîyayan zeftkirî de cihê çêrê heye ? Ma Îsa axa nizane her çêlekek malekê xwedî dike? Tevahîya sermîyanê wan ew çêlek e. Ma qey serokên þaredarîyên berê ker bûn an nezanbûn ku dengê xwe nedikirin? Yan tu dixwazî bi kuþtina çêlekan bibî qehreman?

    Baþe ku tu cihgirî û ne serokî. Heke tu bibî serok tuyê mirovan jî bidî serjêkirin ellawekîl! 

Lê ji bîr neke qerdeþim, heke tu çêlekan serjê bikî; wê xwedîyê wan çêlekan jî guhê te jêkin. Û dîsa  ji bîr neke,  rêxistinên heywanparêzan ne razayî ne. Ewê mala te xurab kin. Berê te bidin gundê te Marînis  û  te biþînin ber garana gund.

Paþê nebêje Lotikxanê  ez þîyar nekirim sayin çêlekkuj!