Lotikxane

 

Cemîlê Çargurçik

cargurcik@googlemail.com

 

 

 Jin hene jinkok hene, mêr hene mêrkok hene

 

 

Duran abêmiz û qazvanê Mêrdînî!

 

Birastî gava min di çapemeniyê de xwend ku serokê Kurdên ser erd û bin erd sayin Ocalan, di derbarê Duran Kalkan de gotiye “ez wî fahm nakim, Duran dixwaze çi bike”, bîranînek wî ya di dawiya salên 80î de anî bîra min. Min jî wî çaxî Duran abê fahm nekiribû.

 

 

Di wan salên ku sayin heval Topal Duran, erê lo sayin Topal Duran (ji ber ew jî wek Topal Osmanê dema Atatirko brîndar bûye û hinekî dikule) toz û dûman bi ser Kurdistanê de radikir, tevî çend hevalan diçe gundekî Mêrdînê da ku propaganda, ajîtasyon, majîtasyon, mastirbasyon (we dî ez zêde van gotinkên ejnebî nizanim, ji ber wê jî belkî hin ji wan rast rûneniþtin, lê qîm nake, gundîtîya min efû bikin) bike.

 

Gava sayin hevalekan digihên gund, sayin Topal Duran yoldaþ emir dide hevalekanan da ku gundiyan li meydana gund top bikin. Hevalekan gotina cîgerim Duran nakin dido û temamê gundiyan li meydanê didin hev. Sayin Topal Duran li hawîrdora xwe dinere û ji hevalên xwe re dibê: “Hele ka sormîþ bikin (yanî bipirsin lo) bê temamê gundiyan li meydanê ne yan na”.

 

Dîsa hevalekanên me ya Topal nakin dido û ji gundiya dipirsin: “Ma kesî din ma go ne li vir be?”

 

Li ser navê gundiyan muxtar dibê: “Welle qazvanê me maye, lê belengazekî xwedê ye,  em çi bejinê ew nabê na, yanî ger bi destûra we be bera ew li ber qazên xwe be....”

 

 Sayin Topal Duran aciz dibe û dibê: “Olmezzzzzz, ma tiþtê wilo dibin yaho! De herin û wî bilez bînin vir yalla”.

 

 Êêêêêê, wê sayin Topal Duran fermanê bide û hevalên me wê bêjin na haaaa! Hem jî generalekî Tirk û fermanê bide eskerên xwe yên Kurd! Ma Kurd karin di bin xwe de nerîn û gotina wî pêk neynin, wey!

 

Werhasil, hevalên me diçin ba qazvanê reben û dibên: “Zû rabe zû, emê herin meydana gund wê sayin Duran Kalkan yoldaþê me ji we re behsa dinyayê bike”.

 

Qazvanê reben dibê: “Babam welle û bille ez tenê ji qazan fahm dikim, ji xwe wa Muxtar li wir e û ew ji karê dinyayê baþ fahm dike ez bi qurban”.

 

Hevalekan: ‘’ Ma dibe ûlan, Duran yoldaþ ferman daye, welle ti neyê emê te bi zorê bibin’’.

 

Qazvanê reben dibê: “Welle ez nikarim dev ji qazên xwe berdim”.

 

 Werhasil, yek ji wan û yek ji qazvanê reben, hevalên me qazvan didin ber qûndaxa Keleþkofan, ser û çavê wî di nav xwînê de dihêlin, qazên wî dikujin û wî jî didin ber xwe û dibin meydana gund.

 

 Gava qazvanê gund tê hizura sayin Topal Duran, dest bi helbesta xweyî ku bi rê de çêkiriye kir:

 

Ha Apoçî bavê min

Lêxin her du çavê min

Kujtin her çar qazê min

Kirin gora bavê min.

 

Ez serê we neêþînim, ez þahidê vê bûyerê me gelî xwendevanan. Îcar ez bi serê bavê we kim, min ji wê rojê û hetanî îro jî Duran yoldaþê Adanalî fahm nekiriye. Îcar go yekî wek sayin baþqan Duranê xwe fahm neke, ma ez rebenê xwedê fahm bikim çiyeeee û fahm nekim çiye….

 

24.12.2009- Swêd

 

 

 

 

Divê Kurd Onur Oymen pîroz bikin

 

Ez bawerin Partîya Dewþîrmeyên Tirkiyê CHP, heta îro lotikek ewqasî xurt nexwaribû û wek mirîþka nexweþ gêj nebûbû. Bi xêra Onur Oymen Kurdên Elewî serî li CHP hildan û dan bin dûvê Denîz Baykal.

 

Cîhgirê Serokê Giþtî Onur Oymen, di meclîsê de lotikek qirase avêt û xwedî li qetlîama Dêrsimê derket. Bi vê lotika kesanedî, Kurdên Elewî û Dêrsimî rabûn tapanan û doxîn li CHP anîn kabokê. CHP a ku li ser piþta Kurdên elewî diçêre û gellek Kurdên me yên ku bi salan e qûna CHP dalêsin, bi xêra lotika Onur Oymen bûn qirdik û di ser re hatin.

 

Denîz Baykal û keftarên li dora wî, bi zîtirka Onur Oymen bûn dijminê Kurdên Elewî û lotikek kesanedî xwarin. Hetta vê lotikê ji tofana Tsûnamîya Asyayê jî xirabtir tirr ji CHP berda. Niha piranîya Elewîyan bi gotinên Onur Oymen brîndar in û dixwazin ku Oymen ji CHP îstîfa bike û ji nav garana CHP bicehime. Lê xuyaye sermezinê Denîz Baykal hîna jî xwedlî li Oymen derdikeve û herdu hevdu bi tilîyan îdare dikin.

 

Werhasil, CHP ji Partîya Seg û Gurên Tirkiyê MHP zêdetir dijminatîya Kurdan dikir, dike û xwelîya heft gundan li serê hinek Kurdên Elewî dikir. Kesên wek Kemal Kiliçdaroglû, Kamer Genç û bi dehan wekîlên Kurdên Elewî, rojek ji rojan pozê wan neþewitî û dilê wan li ser Kurdên sunnî neêþîya. Lê ku gotin hat ser Dêrsimê û mesele bû mesela Elewîyan, ji bo ku ciyê xwe saxlem bikin û kursîyê xwe winda nekin, bûn pêlewan û li dijî Onur Oymen derdikevin. Halbûkî di meclîsê de kesên ku herî zêde ji Onur Oymen re li çepikan dixistin, kesên wek Kiliçdaroglû û qûnalêsên mîna wî bûn. Çi hikmet be piþtî derketina meclîsê hiþê wan tê serê wan û dizûrin. Lê piþtî ku hasil giha Mûsilê, êdî kirasê xwe biçirînin jî vala ye.

 

Axir, mesela me li ser zîtirka Onur Oymen bû.

 

Ez dibêjim gerek Kurd lotika Onur Oymen pîroz bikin û çavên wî ramîsin. Çima?

 

Ji bo ku ev tofan anî serê CHP û ji bo ku vê lotika wî bi dehan kes  ji CHP da dûrxistin. Min bi xwe baqek gulên sor jê re þand û jê re nivîsî:

 

“Cîgerim, bi xêra vê lotika te hinek Kurdên Elewî ji xewa salan veciniqîn û qûna reþ û spî ji hev naskirin. Bi xêra zîtirka te belkî hiþê Kurdên Dêrsimê yên CHPî bê serê wan û carek din heman gûyî nexwin û rayên xwe nedin CHP. Bi xêra zîtirka te qumaþê CHP carek din eþkere bû û hat zanîn ku CHP potînalês e û ji dolek heram e. Teþekkir dikim û lotika te pîroz dikim” filan û fîstan.

 

Heger we jî desteyek gul ji Onur Oymen re þand, wek min zêde dirêj nekin û meselê nekelînin cîgerlerim. Hema bêjin:

 

“Yedixin pox çoq xoþtî ha, me di te kirooooooo” û bes e....

 

17/11/09- Swêd

 

 

 

 

Qismetê wê fireh e, xwedê cot cot daye wê

 Xuyaye birastî jî qismmetê hinek insanan fireh e. Xwedêteala bi ser hinekan de dibarîne û hinekan jî mehrûm dike. Meselen Mona Andersen.

 

Mona Andersen bi du mêra ye. Yanî, xwedê xiyar bi ser de barandine û kêf kêfa wê ye. Hem ji paþ de û hem ji pêþde kêfa xwe dike. Ya rebbî tu me bistirîne!

 

Mona Andersen bi xiyarê Lars-Thore Carlsson û Stefan Larsson re dijî û niha ji yekî ji wan bi heml e. Lê zarok ji kîjan xiyarî ye kes pê nizane. Herdu xiyar ji halê xwe memnûn in û tew ji xwe Mona xanim bi herdu xiyaran kêf kiriye.

 

Li ser bextê xelkê be, dibêjin Mona Andersen gotiye:

 

”Xwezî bi wê roja ku dumêrî bibe qanûn û jin karibin bi fermî bi du xiyaran re bizewicin. Ma jê xweþtir heye ku meriv du xiyaran bi hev re îdare bike, wan biqeþêre û wan li gora dilê xwe bixwe. Her þev heman tirþik nayê xwarin babam. Du xiyar min têr dikin, hem dikim cacîq û hem jî seletê jê çêdikim” filan û fîstan.

  

Werhasilî kelam, xwedê bi elba mezin daye Mona xanimê. Keç û jinên xelkê xiyarek bi destê wan nakeve, heta xiyarekî bi dest dixin çavê wan dirije, lê yê Mona Andersen xiyar bi ser de dibarin û xanimê „cot cot“ cotê xwe dike.  

 

Dibêjin wê di mehên pêþîyê de zaroka wan çêbibe. Wê yek bibe bav û yê din jî bibe zirbav. Zaroka bi dêyekê û du bavan.

 

 Ma wê ji wilo zêdetir xwedê çi bide Mona Andersen û herdu mêrên wê yabo!

 

 12/11/09- Swêd

 

 

 

 

Lawkê Dêrikî dîsa bi qûna tazî li tembûrê xist

Cemîlê Çargurçik- 10/09/09-Swêd- Hewce nake ez xisûsîyetên me Kurdan raxim ber çav û dubare-sêbare bikim. Zikreþî, hesûdî, zimandirêjî, çavnebarî, paþgotinî, çîrok û çîvanok, lingþemitandin, gorahevkolan, fesadî û hezar jehr û ziqûmên din. Hema çi tiþtekî negatîv û nelirê hebe, xwe li me Kurdan girtiye û qûþ li me qetandiye. Tew ji xwe hinek kesên ku navê nivîskarî û rewþenbîrîyê li xwe dikin hene ya, tewwwww mala minê! Yek xêra yê din naxwaze û ha ha gora hevdu dikolin. Yanî, bi kurt û Kurmancî: Em Kurd qesasê serê xwe ne wesselam.  

 

 

 Birastî min nedixwest ez di vê meha remezanê de guhê hinekan bikþînim û xwe gunehkar bikim. Lê babam kekê me Bûbê Eser, lawkê Dêrika Çiyayê Mazî, kilê çavê jinên 55-75 salî, dîsa rahiþtiye pênûsa xwe û dest bi lotik û zîtirkên bê bingeh kiriye, hinek kes di bin tohmetê de hiþtiye.

 

Law ma tiþtekî dinî ku tu li ser binivîsî nemaye cîgerim? Here baþûr û were baþûr, here Xelo û were Celo, yaw wilo nabe babam, wîî! Gava meriv derewek kir, divê binhega wê derewê jî hebe, delîl û îspat hebin ku xelk pê bawer bikin law. Ma bi tirr û fisan tenûr germ dibe bavê min?

 

Werhasil, kekê me Bûbê Eser, di malpera Rizgarî de lotikek bêbingeh û bêîman avêtiye derûdorê û ji xwe re mijarek qirase derxistiye holê.

 

Çiye?

 

Xwedênegiravî kesên ku ji derveyî welêt diçin Kurdistanê û dibin xwedî post (mebesta wî Taha Berwarî ye) agahdarîyên þaþ di derheqê hinek kesan de (behsa xwe dike) didin hikûmeta Kurdistanê û hikûmetê dixapînin.

 

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=20450 

 

Hella hellaaaaa ya siphan ella!

 

Law ma serok û wezîrên hikûmeta Kurdistanê xeþîm û nezan in, ma þivan û gavanên ber pez in ku bi gotina kesek yan du kesan bixapin ha? Yan kor û hitim in? Ya din jî çima wê ew kes di derheqê te de agahdarîyên þaþ bidin hikûmetê? Yan te qehbetek kiriye heta ku tu dikevi wê þikê? Naxwe çima kekê mino?

 

Axir, kekê me Bûbê Eser sînorê rastîyê çirandiye û tew dibêje:” Heta kesên weha ji xwe re qaþo hin nivîskar jî peyde kirine peran dide wan da ku ew jî li ser wan nivîsên baþ binivîsînin. Bi vê yekê herdu alî jî ji hev razê dibin…Hin bi nivîsên xwe yên weha tije þelaftî perê xwe digirin, yên din jî van nivîsana ji xwe re dikin delîl ku ew çiqasî têne hezkirin(!)“ filan û jehr û ziqûm.

 

Law cîgerim, kîjan nivîskarî yan nivîskaran pere ji filankes û bêvankes stendine ka tu nabêjî? Ka delîl û îspatên te? Ê de îspat bike ku em jî bizanin ha kalooooooo! Ma bi vir û derewan kî gihaye meqsed û miradê xwe qurban!?

 

Ê baþe babam, em bêjin ew nivîskar peran ji wan kesan distînin û þelafîyê dikin ne wilo. Ma tu neçû baþûr û qaþo te „þanoyek“ qirase li ser enfalê nenivîsand(!) ? Belê. Îcar ka bêje qardaþim: Te ji bo nivîsandina wê þanoyê çend pere ji kê stendin?  Niha ez bêjim ku „Bûbê Eser ji bo nivîsandina wê þanoyê 100 hezar dolar ji hinek kesan stend“, tu kari îspat bikî û bêje na? Ma derew bi heq in? Tuyê di bin tohmetê de nemînî? Belê. Êêêêêêê, naxwe ev çi lotik û zîtirkên bi derewan e tu virde wêde davêjî û xelkê di bin tohmetê de dihêlî brê min? Law ji torinê xwe fedî bike wî!

 

Werhasilî kelam, ez dûdirêj nakim û naxwazim hinek mijarên din jî vekim. Ez vê nivîsê ne ji bo ku tu bersivê bidî dinivîsim ha Bûbê qardaþ.

 

Me ji çîrok mîrokên hevdu têr xwariye. Ez di þûna te de bim, ezê wê qelema di destê xwe de biþkînim û heta ez derewa xwe îspat nekim, carek din jî ranehijim qelemê, xelas! 

 

 

 

Bacanên sor û muzîka Kurdî

 

Cemîlê Çargurçik- 21/07/09- Swêd- Gelo partî û dezgehên Kurdî çi erzan nekirine heta ku muzîka Kurdî erzan nekin? Yan bi gotinek din, Kurdan qîmet dane çi heta ku bidin hunermendên xwe û muzîka xwe? Qet.

 

Ez karim bi serê Xelo û Celo sûnd bixwim ku li cem me Kurdan qîmetê hunermendekî Kurd û kerekî ji hev tuneye. Qîmetê stranên Kurdî û zirrîna kerê ji hev tuneye. Heger hebûya, wê Kurdan qîmet bidana hunermendên xwe, zimanê xwe, muzîka xwe, tore û kevneþopîyên xwe û wê li muzîka dagîrkeran guhdarî nekirina, bi zimanê wan neaxavtina û zû bi zû dev ji zimanê xwe bernedidan, asîmîle nedibûn.

 

Lê 101 carî heyf û mixabin ku qîmetê hunermendên dagîrkeran ji 100 qatî ji yê hunermendên Kurd zêdetir e û þildim bildima zimanê dagîrkeran 101 qatî ji zimanê Kurdî bi qîmettir e. Li cem me Kurdên xwelîliser ev wilo ye.

 

Werhasilî kelam, li ser bextê malpera Rûdawê be. Dibêjin lotikvanê germik û nermik Sîrwanê Hecî Berko hevpeyvînek bi qirasê zilaman Ciwan Haco re kiriye û Ciwanê me jî derdê dilê xwe wek 101 libên tizbîya mam Celal rêz kiriye. Lê ji min re pirs û bersiva herî balkêþ pirsa muzîka Kurdî û bersiva Ciwanê me bû.

 

Dibêjin Sîrwanê Hecî Berko lotikek bi pêþ de yek bi paþde avêtiye û ji Ciwan Haco pirsîye:

 

-Yaxî, qey muzîka te nan nade te  law?

 

Dibêjin Ciwanê me keserek ji kûranîya kezebê kiþandiye, cixareyek qalind wek a Fîdel Castro pêxistiye, dûman bi ser serê xwe xistiye û gotiye:

 

- Îro di nav civaka Kurd de tiþtê herî erzan muzîk e. Ev rastiyek tehl e. Gunehê hemû partiyên Kurdî di vê meselê de heye. Wan wilo lê kiriye ku muzîka Kurd ji bacanên sor erzantir bibe. Bazara muzîka Kurdî tune, eger hebe jî ketiye nav destên partî û dezgehên Kurdî. Ez ji wan re dibêjim: Bazirganiyê bi muzîka Kurdî nekin. Dev ji muzîka Kurdî berdin oxlim, þerm e! filan û fîstan.

 

Erêêêêêê, erêêêê dinyayê....

 

Yaw kekê mino, Ciwano, pozbiçûko, law te kêm gotiye cîgerim. Wille, bille û tille te þeref daye partî û dezgehên Kurdî lo, wîî! Îcar bacanên sor law? Kuro malnexirab, gerek te bigota “wan wilo lê kiriye ku muzîka Kurdî ji pîvazan erzantir bibe” babam, ma bacanên sor? Law bacanên sor bi qîmet in, buha ne, xwarina mîr û began e canim cîgerim, ên herî erzan pîvaz in pîvaz, wey!

 

Axir, dibe ku Ciwanê me bacanên sor û pîvaz tevlihev kiribe, xem nake. Lê ji kerema xwe heger te carek din hevpeyvînek da çapemenîyê, vê carê bêje: “Partîyên Kurdî wilo lê kiriye ku muzîka Kurdî ji xiyaran erzantir bibe” filan û bêvan.  Çunkî birastî jî partî û dezgehên qaþo Kurdî hingî xiyarên hunermendên Tirkan xistine me Kurdan û xwelîya muzîka wan li nav serê me kirine, êdî qîmetê hunermendek Kurd û muzîka wî xiyarekî xirabe jî nake. Ma ne ji ber vê ye bav û kalên me dibêjin:”Gîyayê hewþê tehl e” babammmmm! Ma heta hunermend, muzîk û zimanê dagîrkeran hebe, partî û dezgehên me Kurdan hunermend û muzîka Kurdî bi qûna xwe pakij dikin we serê min xwaro! Na.

 

Werhasil, ez dîsa bi serê Xelo û Celo sûnd dixwin, heta Kurd ev Kurd bin, heta hefsarê dagîrkeran di stuyê wan de bin, heta kurtanê kerên xelkê bin û bi kompleksa koletî û bêþexsîyetê bijîn, wê rewþa hunermend, muzîk û zimanê Kurdî jî ev quzilqurt be û hûn sax....

 

 

Bav jî çû û qûna bavê jî çû

Cemîlê Çargurçik- 23/06/09-Swêd-  Em Kurd gelek caran diçin heyfa bavê, lê mixabin gelek tiþtên din jî li ser dikin. Çi di warê siyasî de be, çi di warê huner û rewþenbîrî de be, dikin û nakin di gelek armancên xwe de bi ser nakevin û lotik li ser lotikan dixwin. Meselen wek serpêhatîya mêrikê torî.

Mêrikê Torî kurê xwe dizewicîne. Gava wextê çûna nav livînê tê, zava xatir ji mêvanan dixwaze û berê xwe dide odê, dixwaze dest bi lotik û zîtirkên qirase bike. Zava hêdî hêdî dixwaze dest bi lotikan bike, lê tam di wê esnê de bûk ji dil diçe, bêhiþ dikeve. Zava bûkê dihejîne, sîlan (þeqaman) lêdixe, navê wê bi dengê bilind hildide, lê eybe bavo tiq ji bûkê nayê. Zava pir hêrs dibe û dibê: „Ez virde wirde nizanim, ez bi telaqê babê te kim, min qelenê te daye û ezê heqê perê xwe ji te derxim“ û li bûka reben kaþ dike.

 Demek pir li xweþîya bûkê jî çûye ku wek mehîna faal dibe hîre hîra wê û bi can dibe, ruh pê tê.

Piþtî çend rojek din, zavê nû diçe sûkê û çi bibîne baþe? Dibîne wa zilamekî pîr li erdê dirêj bûye û li ser serê wî qelebalixa zilama ye. Zavê nû dipirse: „Xêr e, çi qewimîye law?“ Yek ji wan zilama dibê: „Welle brako bavê me ji niþka ve ket û wer xuya ye miriye“.

 Zave dibe:“Wîîîî, ev ne tiþtek e bavo, bi sê telaqan ez zanim bê winê çawa bavê xwe sax bikin“.

 Kurê zilêm dibê: „Çawa lo, ê de ka zû bêje heyran“.

 Zavê nû ji wan re qala tiþtê go þeva pêþî hat serê wî dike. Kurê zilêm dibê: “De bi wirde here kurê nizanim çi”.

 Zava dibê: „Heger hûn ji min bahwer nekin, herin ji jina min bipirsin qerdeþim“.

 Kur dibê: „Ê de baþe, divê kî wî îþî pê bike?“

 Zava: “ Kî dike bila bike, lê yê herî baþ go kurekî wî bikiyê“.

 Werhesil ez serê we neêþînim, kurê mezin li bavê xwe rast dike, lê eybe bavo, tiq ji bav nayê.

Kur dibê: „Ka ranebû oxlim!“

Zave dibe: „Yekî din, yekî din, yekî din“ û dike go temamê gund di ser bavê wan re derbas dibe. Lê eybe canim, bav çûye, rabûna çi û halê çi. Hûn mam Celal jî bera ser wî din ranabe ellawekîl!

Axir,  zaruwên zilam çavê xwe li zave digerînin lê zave ji zûde reviyaye.

Îcar kurê mezin dest pê dike û li xwe dixe: „Aha îcar me pê girt,  bav her çû, lê me qûna bav jî li ser kir, wey liminnnnnn!“.

  Îcar gelî xwendevanên Lotikxanê, bi her sê telaqên jinberdanê, ez bi serê Îsa û Mûsa kim mesela me Kurdan jî eynen wilo ye. Em diçin heyfa bavê, lê em çi li ser dikin û çi nakin, tewwwwww…..!

 

 

 

Qirix

Cemîlê Çargurçik-18/06/09-Swêd- Hertim siyaset û siyaset nabe qerdeþim. Evê siyasetê nîvê emrê me bir. Carna jî di ber siyasetê re lotikên germik û nermik jî xweþ in. Meselen hûn zanin bê xweþk û dêya Qirix ji ber kîjan nexweþîyê mirine?

Ez nizanim bê ezê karibim bi qasî Niþtî Stêrk bi wê pêkenoka xwe we bidim kenandin, lê bi sê telaqên jinberdanê (ku çend telaq jî hê wek cîgir di bêrîka min de hene) ez dibê ezê jê xweþtir bikim ha.

Werhasil,  dibêjin li bajarê Diyarbekir xortekî qirix zewicandine. Qirixê me þeva pêþî bi jinka xwe re dipeyive û dibê: “Ji îro pêve tu hevala minî herî nêz û baþî, ezê ti wextî xiyanetê bi te nekim û divê ti jî ti wextî xiyanetê li min nekî”.

 Piþtî çend roj bi ser zewaca van dikeve, diya bûkê tê mala wan û ji keça xwe dipirse bê gelo ka zewaca wan çawa dimeþe.

Keç ji diya xwe re dibê:” Welle dayê ev zavê te tiredînî ye, ji ber wî hê destê xwe bi testê min nekiriye û bi serde jî dibê ezê xiyanetê bi te nekim”.

 Dayika bûkê jê dipirse: “Niha birastî tiþtek bi te nekiriye?” Bûk dibê na.

Dê dewam dike:”Baþe keça min baþ guh bide ser min! Rabe nanekî sêlê ê pir mezin çêke û li derve bihêle da ku baþ zuha bibe û berî mêrê te bê malê wî nanê hiþkkirî di bin rûwê doþeka xwe de raxe. Gava mêrik êvarê hat û hûn çûn nav livîna xwe, berê wî bavêje nav liwîna û bihêle ku dengê qurmîna nanê sêlê biçe mêre te. Gava ji te pirsî bê ev çiyê? Bê hestiyê min diþkên. Wê ew ji te re bêje ka em herin ser textor, ba þêx û melan, lê ti divê bêjî na welle. Tenê yek rê ji vê nexweþiyê re heye, ew jî ew kar e û divê ti wî karî bi min re bikî”.

 Dibe êvar merik tê malê, jinika mêrik piþtî þîvê jêre dibê de were em herin nav livînê û berî mêrê xwe diçe nav livînê. Gava mêrik tê jinik dest pê dike û xwe di qulipîne vî alî û wî alî. Mêrê jinikê ji dengên ji nav livînê ditirse û ji jinikê dipirse ew çi denge?

Jinik: “Welle hestiyê min ji sibê ve têþin û êþa wan gihaye wê qadê ku diþkên”.

 Mêrik bi telaþekê dikeve û dibê rabe emê herin ser textor. Jinik dibê na textor nikare tiþtekî bike. Baþe rabe emê herin ba Þêx yan hî Melê.Jinik dîsa dibê ew jî nikarin tiþtekî bikin. Mêrik dibê divê hinek hebin ku karibin alîkariyê bikin. Jinik dibê welle tenê ti karî. Mêrik dibê çawa? Jinik dibê ger ti werî cem min û wî karî bi min re bikî, ezê baþ bibim.

Werhasil, mêrik dibê: ”Ev yek wê çawa bibe, ezê çawa wê xiyanetê bi te bikim? Ti hevala minî herî nêzî û ti her karê min dikî, ti cilê min diþo, xwarinê ji mere çêdikî, karê malê tevî dikî, ezê çawa vê xiyanetê li te bikim?”

 Jinik dibê: “Ez virde wirde nizanim, ger ti bixwazî ez baþ bibim divê ti wi karî bi min bikî, xelas!”

Qirixê me bê dilê xwe wî karî bi jinka xwe re dike, piþtî jinik dighê miradê xwe, wek hespek kihêlî radibe ser xwe û ji kêfa dibe hîre hîra wê. Gava çavê jinikê diçe ser mêrik çi bibîne!

 Mêrik rûwe xwe xistiye nav herdu destê xwe û bi xemgînî li jinika xwe dinere.

 Jinik ji mêrikê xwe dipirse: “Çi bû, ma ne xweþ bû mêro?

 Ti çima hewqasî xemgînî, ma li xweþiya te neçû?”

 Mêrik dibê: “Na na ne ew mesele ye, xwezya çavê min rijiyabûya, xwezya sitûyê min þikestibûya, xwezya malik li min wêran bibûya û hew”

Jinik dibê çima?

Qirix lê dizîvire û dibê: “Na heval mesele ne ew e. Mesele ew e ku diya min û xweþka min ji vê nexweþiyê mirin, ger min zanîbûya minê di wan jî niyana”.

Ê de haydê, mijar ji min û þirove jî li we cîgerlerim.

 

 

 

 

Tanqa Tirkan tirr ji me berda

 

Cemîlê Çargurçik- 10/06/09- Swêd- Ji bo xwedê û pêxember, baþ bala xwe bidin wî wêneyê li jorê û bifikirin. Li gora we ev wêne nîþana çiye?

 

Li ser bextê Pukmedîa yê be rebbî, dibêjin tanqek Tirkoleran li gundê Barûxî ya ser bi Kanîmasî ya baþûrê Kurdistanê xwe li bin guhê trimbêla yekî Kurd xistiye û tirr jê berdaye, hûrhûrî kiriye.

 

Li gora ku sîxurên Lotikxanê yên li Kanîmasîyê dibêjin, dibêjin sê eskerên ku di tanqê de bûn, di wê kêlîkê de seksa garankî dikirin û bazdidan ser hev. Hingî bi wan xweþ hatibû, serê hefsarê tanqê berdabûn û tanqa serxweþ jî xwe li binguhê vê trimbêlê û trimbêla din dixist. Yanî, heta eskeran qûn li hev qetand û derpîyên xwe hilkiþandin xwe, hasil giha Mûsilê.

 

Mesela me ne qûnqetandina eskeran e kaka. Kî dixe kê ne karê me ye. Lê gelo ev tanqên Tirkan li Kurdistanê çi dikin û rayedarên Kurdistanê li ku ne? Di axa Kurdistana azad de (xwedêgiravî azad e) û tanqên Tirkan trimbêlên me biperçiqînin ha?

 

Baþe, ev ji hikûmeta Kurdistanê re, ji gelê Kurd re ne heqaret û þermezarî be çiye? Çi îþ û karê tanqên Tirkan li Kanîmasîyê heye kaka? Yan Kurdistan bêndera xelkê ye ku hema kî bixwaze tanqên xwe di ser re bibe û trimbêlên me hûrhûrî bikin? Ha tanqên Tirkan di xaka me de trimbêlek me hûr kir û ha nizanim çi bi me kirin, gelo ferq çiye? 

 

Werhasil, mixabin baþûrê Kurdistanê îro bûye wek kolonîyek Tirkan. Ji aborî bigrin heta bi JÎTEM, ÎT û MÎTên wan bi serbestî lotik û zîtirkên xwe davêjin. Bi taybet hefsarê aborî û avadanîya baþûrê Kurdistanê di destê þîrketên Tirk de ye û ji sedî 90ên van þîrketan jî xizmeta dewleta xwe, xizmeta MÎT û artêþa Tirk dikin.

 

Ji alîyê din, mesela xwestina derxistina PKK û li Kurdistanê hebûna tanqên artêþa Tirk bi serê xwe pirsek û seqetîyek e. Gava meriv ji PKK bixwaze ku axa baþûrê Kurdistanê terk bike û ji alîyê din rê bide tanqên artêþa dagîrkerên Tirk ku bi serbestî di nav gund û bajarên Kurdistanê de bigerin, trimbêlan biperçiqînin û ev lotik normal bê dîtin, divê meriv bêje êdî bes e!

 

Axir, ez serê xwe û we neêþînim.

 

Ez bi serê mam Celal û wî qûnekê Denîz Baykal kim, min bi xwe di vî wêneyî de ev fêhm kir qerdeþim:

 

Baþûrê Kurdistanê ji Tirkan re bûye gasîna gokê (hola topê). Ji bo min ha li Kanîmasîyê trimbêla me hatiye perçiqandin û ha li Hewlêra paytext, qet ferq nake. Heger rojekê tanqên Tirkan bi ala Tirkekan li kolanên Hewlêrê jî bigerin, ezê ecêbmayî nemînim û hûn ji min re sax......

 

 

 

 

Ez li dizê sola xwe digerim

 

Cemîlê Çargurçik- 23/04/09-Swêd-  Ez li dizê sola xwe digerim qerdeþim! Ez gotina dawî di serî de bêjim ji bo kes nexeyide, heçê sola min dizî be û bi paþde neyne, çarka jina wî li serê wî be, xwedê topa qiyametê li nav þeqê wî xe, ihiii!

 

 Niha hûnê bêjin “law ev çi mesela diz û solê ye” ez zanim.

 

De îcar guhdar bikin.

 

Þevê din min xewnek ecêb dît. Ez li kuuuuuu û Serok Barzanî li kuuuuu, pekkk! Bi ellawekîl ez û Serok Barzanî li Hewlêrê bûn. Em diçûn mizgeftê, me solên xwe (pêlav-þekal) datanîn ber devê derîyê mizgeftê û em derbasî hindur dibûn. Piþtî me nimêja xwe kir, fatîhe û duayên xwe xwendin, em hatin devê derî ku em ji mizheftê derkevin. Êêêêêê, kanîn solên me? Hinekan solên me dizîne û du cot solên qetyayî, perpitî li devê derî danîne. Îcar solên me jî sol bûn haaaaa, ji ewên sor û biriqandî, heqê wan qelenê jinekê dihat ellawekîl.

 

Axir, em bi wan solên qetyayî ji mizgeftê derketin. Hew me dît wa nivîskarê qirase Bûbê Eser di ber me re derket û got selamunaleykum kaka! Hema min jî kamera xwe xist destê wî û got.”Aleykumselam, aha kamera û wêneyekî min û Serok Barzanî bikþîne cîgerim”.

 

Welhasil, gava Bûbê Eser xwest wêneyê me bikþîne, lingê wî di kevirekî aliqî û go terp û ket erdê. Erê lo, kamera min jî þikest û ez li qûnê rûniþtim.

 

Axir canim, piþtî xatirxwestinê Serok Barzanî go “miiirrrçççççç” û ruyê min maç kir. Hema maç kir maç nekir, ez ji xewê veciniqîm û hew min dît Hewlêra çi, mizgefta çi û halê çi.

 

Îcar qerdeþim, ez li sola xwe ya sor û biriqandî digerim. Çi kesê ku sola min ji ber devê deryê mizheftê dizîbe û bi paþde neyne, ezê li axretê dawedarê dîn û îmana wî bim.

 

Law ji deh salan carekê ez bûbûm xwedîyê solek sor, we ew jî dizî û çavê we bar nebû, ya starrrrrrrr ji derdê van Kurdên diz ya starrrrr!

 

 

 

 

Terorîstên bê çek

 

Cemîlê Çargurçik- 02/02/09-Swêd- Niha hûnê bêjin: “De here loooo, ma terorîstên bê çek jî hene oxlim” û ecêbmayî bimînin. Hene canim, wille û bille hene.

 

Nûneratîya Skandînavya a hikûmeta Kurdistanê, di yekê Sibatê de li ABF a Stocholmê semînerek li ser hilbirajtinên Iraqê û Kurdîstana Federe li dar xist. Semîner bi minasebeta karesata yekê Sibatê bi rêzgirtina þehîdên Kurdîstanê hat destpêkirin.

 

Lê hezar mixabin, berî rêzgirtinê min ferq kir ku hinek terorîstên me li kêleka min bi hevre di nav minaqeþeyekê de ne. Yek ji yên din re dibê:” Ma em jî rêz bigrin kaka?” Yê din pêþî go na lê gava çav li awirên minî dijwar ket, biryara xwe guherand û rabû rêzgirtinê. Hewalê wî jî li pey wî rabû. Lê destê herduwan jî di bêrîkan de rêz girtin.

 

Semîner ji teref Wezîrê Werziþ û Gencan Taha Berwarî ve, bi înformasyonên li ser hilbijartinên navçeyên Kurdîstanê û destkeftinên herêman hat diyar kirin. Berwarî mihumîyeta têgihiþtina Kurdan a di derbarê beþdarbûna hilbijartinan de bi nimûneyek balkeþ, tirajedî û helwestek wateyî anî zimên.  “Dayîkek berî ku zaroka xweyî mirî defin bike, diçe erka xweyî hemwelatî bi cîh tîne, dengê xwe dide û dûre zaroka xwe defin dike”.

 

 Piþtî wan înformasyon û netîceyên hilbijartinan, derbasî xala pirsan bûn.

 

 Çi bû di vê xalê bû. Terorîstên me yên bê çek (gerîllayên Komela Chak) bi bombebarana pirsên xweyî (hinek di cîh de) provakatîv û dezînformatîv dest bi lotikên xwe kirin. Lê divê ez heqê Wezîrê Werziþ-Gencan Taha Berwarî û Encumanê Wezîran Diyar Mizûrî bidim wan.

 

 Herduwan jî bi tecrûbeyek gelek baþ, êrîþên Terorîstên bê çek bi dilfirehî, bi ken û bê sînor, bi mafê pirs û axavtinê berteref kirin.  Terorîsten me jî matmayî man. Hisabê malê li ê sûkê derneketibû. Bela ew li hêvîyê bûn ku Wezîr û Encuman bi þêweyê bersivan têkevin parastinê yan jî êrîþî wan bikin. Le wek me go hesabe wan tek çû, tirr di wan de bûn fis û wek zaroken ku leystikên wan ji dest wan bên girtin li wan hat.

 

Wele yabo helal û sed car helal be ji we re kaka. Birastî piþtî wê jîrbûnê, ez pir kêfxweþ û serbilind bûm.

Demek gava hûn bi dagîrkeran re jî guftugoyan dikin, hûn bi vê bêhnfirehî û zanistîyê dikin ha. Wey seeta we hezar carî xweþ kaka!

 

 

 

Îcar malik li zimanê Kurdî xira bû. Arifê me berê xwe da TRT6ê

Cemîlê Çargurçik- 08/01/09-Swêd- Li ser bextê fitne û fesadên kolanên bajarê Stockholmê be, dibêjin nivîskarê qirase û zimanzanê zimanzanan Arif Zêrevan, berê xwe daye Tirkiyê û TRT6ê.

Dibêjin Arifê me gotiye:”Bi sê telaqên jinberdanê TRT6 hewceyî zimanzanekî weke min e. Kurdîya TRT6ê çirto virto ye, ne ez bim kesek nikare wê rast bike û têxe rêza zimanan. Heta ez di TRT6ê de “ku” nekim “ko”, heta ez nêr nekim mê, mê nekim nêr û nebêjim “Kurdekê”, heta ez Mistefa nekim "Mistefayî", Kurdîya TRT6ê rast nabe” filan û fîstan.

Welhasil, dîsa li ser bextê sîxurên Lotikxanê be, dibêjin Arif Zirnevan (pardon) Zêrevanê ku di derbarê malperên Kurdî de raporên xelet û neyînî dide hinek dezgehên Kurdistanê û wan di çavê hikûmeta Kurdistanê de reþ dike, niha li sînorê navbera Stenbol û Enqerê tizbîya xwe dihejîne û diçe û tê.

Heger bi xêr û selamet TRT6 derîyê xwe jê re veke û meqamekî baþ bidê, wê di TRT6ê de dest lotikên xwe bike.

De li ser xêrê be û xwedê wî bighîne meqsed û miradê wî rebbî. Lê ku di TRT6ê de jî raporên xelet virde wêde neþîne baþe.

Ê de serketin yabo qurban....Hema destê xwe nede gramatîk, xwendin û nivîsandina Kurmancî yabo, wekî din tu çi lotikan davêje bavêje...