|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
info@lotikxane.com |
Dewra koçbûnê diguhere
Cemîl Mûrad-26/03/07-Amed-Hevgîrîya
Karbondioksîtê zêde dibe, okyanûs germ dibe, qeþa dihele, sewîya behrê bilind
dibe, þewta daristanan zêde dibe, tebeqa qeþayê parçe dibe, gol biçûk dibin,
dewra ziwayî dirêj dibe, çemên diherikin zuha dibin,germahîya zivistanê zêde
dibe, buhar zû tê, payîz derenk dikeve,riwek zû çîçekên xwe vedike, dewra
koçbûnîyê diguhere, qada jîyanê diguhere, dirêjahîya bejahiyê li ber devê
deryayê bi erozyonê dikeve,komberfên li serê çiya û newalan kêm dibe, ewrên
daristanê zuwa dibin, nexweþî bela dibe, li cîyên bilind germayî zêde dibe hwd,
çi bi serê dinyayê tê?
Zanyarên Amerika, Ingiliz û
Avustralî bi raporek daxuyand ku 10 sal þûnda wê felaketek mezin bi serê dinyayê
de bê û ewê bê noxteyekê wisa ku carek din ewê bi paþde neyê..Lewre dûnya germ
dibe
Di raporê de li gor encama
lêkolîna 300 zanyarî, gemarîya 1960î qeþa ji sedî 20 heland. Li Kutba bakur
paþmayîya germahiya dinyayê du qat zêdeye.Lê di 2070de wê dinya bê qeþa
bimîne,dinya bibe çol, behr bilind bibe
Li gor rapora UN'yê (BM) wê di sala
2100'de dinya dehî germtir bibe
+5.4 derece: Behr 5 m.bilin bibe
Sewîya behrê texrîben bibe 70
metre,.stoka xwarina dinyayê xelas bibe.
+ 6.4 derece: Koçbûn destpêbike
Bi sed milyonan insan wê bi hêvîyek
ji bo welatek avûhewa bibînin bi rêya koçbûnê bikevin
Ev tiþtên ku tên gotin
senaryoyeke, lê mixabin tiþtek raste û di dilê insanan de tirsek mezine. Wê
dinya di bin avê de bimîne û hew Kurdistan û welatên di nav Rojhilata navîn de
ewê li ser dinyayê bimînin. Li Kurdîstan pir tofan derbas bûne, tofana herî
mezin jî tofana Nûh e. Ev tofan di nav evdnîgara Kurdan de çêbûye û îrojî Kurd
li ser vî evdnîgarî dijîn.Welatên Amerikî û Awrupî van tofanan baþ dizanin
lewra dibên ciyê baþ avûhewa Kurdistan e. Ev welatên ku îro Kurdistan diparêzin
sebebek jê jî ev tofane.We îjar fêmkir gelo Amerika çima naxwaze ji Kurdistanê
derkeve? Bawerkin em wan biqewirînin jî ew dernakevin ta ku gelên xwe li
Kurdistan û Rojhilata navîn de bi cîh bikin û ji bo nifþên xwe berdewam bikin.
Dewra koçbûnîyê diguhere. Heya niha Kurd koçî Awrûpa û Amerikayê dikirin li îro
Amerîka û Awrûpî dixwazin koçî Kurdîstan û Rojhilata navîn bikin. Piþtî van
senaryoyan divê em Kurd zêdetir li axa xwe û welatê xwe xwedî derên, dibe ku ev
tiþt ne senaryo bin, rast bin jî. Hay ji xwe hebin..!