Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

M.Cemîlê Mûþî

 

 Heçê eslê xwe înkar bike heramzade ye

 

 

Her werin vê govendê....

Berazan tirr ji melayên Tirk jî berda

 

 Beraz jî xweywanekî xwedê ye. Lê rebeno ji alî civaka misilman ve hatiye afarozkirin û toqa naletê ketiye stuyê wî. Halbûkî xwedê ew xuluqandiye û wek her heywanî mafê jiyanê, mafê heywantîyê daye wî. Lê misilmanên me heywanê ku xwedê teala xuluqandiye û daye dinyayê bi navê xwedê heram dikin û qetla wî helal dikin.

 

Axir, li ser bextê fitne û fesadên eþîreta berazan be, dibêjin piþtî Siûdî Erebistanê niha jî berazan bi xurtî berê xwe daye Tirkiyê û ha ha vîrûsa xwe direþînin. Li gora daxuyanîya Komela Berazên Dinyayê, heta niha zêdeyî 500 Tirkî bi þewba berazan ketine û tirr di wan de bûne fis. Helbet bi xeletî hinek Kurd jî bi þewba berazan dikevin, lê Komela Berazên Dinyayê sûnd dixwe ku tu dijminatîyek wan bi Kurdan re nîne.

 

Werhasil, tiþtê herî xweþ çiye hûn zanin gelî xwendevanan?

 

Êdî kes newêre di mizgeftan de bi serbestî nimêj ke. Yan divê rûdankê bidin ber poz û devê xwe û yan jî ji tirsa þewba berazan newêrin bêjin lam û cîm.-

 

Tew mela, mela newêrin bê rûdank herin abdestxanê jî ellawekîl.

 

Hûn dibînin bê beraz çi tirrê ji van misilmanên sexte berdidin ne wisa!

 

Hûn bi qedrê xwedê kin, hema li van herdu wêneyan binerin û bifikirin. Bifikirin bê ka berazan çi tirs xistiye dilê van rebenan...

 

 30/10/09- Mûþ

 

 

 

 

Di mislimantîyê de nîjadperestî tuneye ha?

 

Mela Cemîlê Mûþî- 30/08/09- Mûþ- Min insan ji van Tirk, Ereb û Farisan nîjadperesttir nedîtine. Min ji wan bêbavtir û virektir insan nedîtine. Ji wan re behsa her tiþtî bikin, lê ku we behsa hebûna milletê Kurd û doza wî kir, hew we dît li qûna wan rabû û dan zîtirkan, wek kerên ku mêþik bi qûnê bigre virde wêde dest bi lotik û pehînan dikin.

 

Birastî ez nizanim ezê çi ji Selaheddînê Eyyûbî re bêjim. Lê hema bila xwedê jê re nehêle û ahê Kurdan jê re nehêle û hew. Ma law ku ne ji Selaheddînê Eyyûbî bûya, niha ev bêbavana dibûn bela serê me û bi navê îslamê pêl serê me dikirin? Na. Selaheddînê me rabû ew kirin bela serê me, hefsarê me xist destên van neinsanana û heta bi îro jî bi qamçîyê îslamê li me dixin, tirrên gamêþan ji me berdidin.

 

Werhasil, mesela me li ser avêtina qaþo hinek gavên demokratîk, helwesta Kasimpaþalî Receb û helwesta sermezin Prof.Dr.Necmettîn Erbakanê bêwîjdan bû.

 

Necmettîn Erbakan, serokê Tevgera Mîllî Goruþê bû, di dema desthilatdarîya xwe de bi milyonan dolar pere xwarin, zarokên wî trimbêl û keþtîyên bi milyon dolaran dikirin, haþa kêfa kîrê xwe dikin û Necmettîn beg jî bi navê îslamê hîna jî hespê xwe dibezîne, hinek ehmeq û bêaqilan dixapîne.

 

Erbakanmê ku tirr têde nemane, lingek wî di gorê û lingê din pêve dikiþkiþe, rabûye li dijî avêtina hinek gavên demokratîk derdikeve û dijîtîya çareserîya pirsa Kurd û zimanê Kurdî dike.

 

Erbakan efendî ji bo helwesta hikûmeta Erdogan û avêtina hinek gavên demokratîk çi bêje baþe?

 

Serperityo dibêje: „Behsa vekirina pirsa Kurd tê kirin. Berî hertiþtî em misilman in, di misilmantîyê de nîjadperestî tuneye. Misliman tev brayên hev in. Em milletek in (yanî Tirk in)“ filan û jehr û ziqûm.

 

Hûn helwesta sermezin Erbakan dibînin newilo gelî xwendevanan? Em tev misilman in û di misilmanîyê de nîjadperestî tuneye? Wey bavoooooo wey bavoooo! Mêro got û me jî bawer kir, heheyyyy!

 

Ûlan oxlim, madem di misilmantîyê de nîjadperestî tuneye, madem misilman tev brayên hev in, çima hûn zilmê li Kurdên misilman dikin ewladim? Ma Kurd ji Eyþika Ereb in qardaþim? Law misilmanên herî esîl Kurd in, Kurdan misilmantî li Rojhilata Navîn belav kir û hûn kirin msilman, Selaheddînê me xwelî li serê xwe û me kir û hûn ji destê gawiran azad kir, ma wefa ev e oxlim? Gava Kurd dengê xwe nekin û doza ziman û mafê xwe nekin, baþ in, Tirk in, ewlîya ne. Lê gava doza mafê xwe û zimanê xwe bikin, nîjadperest in, cudaxwaz in, tarikselat in haaa?

 

Ê de herrrrreeeeeeeeeeeee kerê min xwe li te ceribando, tu kîyî tu aqil didî xelkê lan? Em zanin bê çend mû bi qûna te ve ne cîgerim, hele berê hesabê wan milyonên ku te di dema desthilatdarîya xwe de dizîn û veþartin bide, piþtre behsa îslam û misilmantîyê bike babam, wîî!

 

Axir gelî xwendevanan. Vê meha remezanê Erbakan efendî dîsa ez hunehkar kirim û zimanê min lewitand.

 

Lê li gora ayetên Mishefa Reþ dibêje, di meha remezanê de meriv çi bi Tirk, Ereb û Farisên dijminên Kurdan bike, çi ji wan re bêje, xêra bi sed xêrî ye ellawekîl.  Îcar hûn zanin……

 

 

 

 

 

Mihemed pêxember jî kirin Tirk hayhoooooo!

 

Mela Cemîlê Mûþî- 20/08/09- Mûþ- Carnan ez dibêjim ev Tirk segbav in û hema her kesî dikin Tirk, xelk dibên de bavo Mela Cemîl xurufî ye û bêbextîyan li Tirkan dike. Ma gelo haþa ji xwedê pêve kesek maye ku nebûye Tirk? Ma mexlûqatek li ser rûyê erdê maye ku Tirkan ew nekirine Tirk û kerê min nizanim bera ser çiyî xwe nedane? Ji xwe tenê xwedê û pêxember mabûn, wa Mihemed pêxember jî bû Tirk û ma xwedê! Heger rojekê ev dolheram xwedêteala jî bikin Tirk qet ecêbmayî nemînin û xwe “harakîrî” nekin gelî oldar û dîndarno.

 

De ji xwe re li ewladê nizanim çi Namik Kemal Zeybek ê devþîrme û çeqilmast binerin û misilmantîya Tirkan baþ fêhm bikin. Ez karim bi sê telaqên jinberdanê sûnd bixwim, heger hûn li koka Namik Kemal Zeybek bikolin, yan wê Kurd be, yan wê Laz, Çerkez, Boþnak û yan jî qereçîyên Bûlgar û Roman be. Her sedî sed ev bêbav ne Tirk e, ez vê wek îmana xwe baþ zanim.  

 

Werhasil, Namik Kemal Zeybek, Yaþar Nûrî Ozturk û Murat Bardakçi beþdarî bernameyek televizyonê dibin û qaþo li ser dîn minaqeþe dikin. Mesele tê ser Mihemed pêxember (S.V.S) û ew jî dikeve ber lotik û zîtirkên van tarikselatan.

 

Namik Kemal Zeybek ê kevnewezîr û devþîrme, Mihemedê Kurê Evdileyê Qureyþî kir Tirk.  Yaþar Nuri Öztürk jî gotiye ku Pêxember ne ji tu qewmî ye. Murat Bardakçý jî li teplikê xistiye û gotina Nurîko rast dêraye.  

 

Ûlan min di we kirino, ma Mihemed û Tirkbûn? Ma Mihemed di hedîsên xwe de nabêje ku “Tirk bixwazin jî nikarin bibin misilman” oxlim? Ma Mihemed di hedîsên xwe de nabêje:”Ez Erebekî muxlis im. Ez kurê Endulmuttalip im, ji qebîla Qureyþ im” ewladên min?   

 

Û di ayetên Qurana pîroz de çi tê gotin?

 

Xwedayê mezin dibêje:” Me her pêxemberek bi zimanê wî milletî þandiye”. Yanî, xwedayê mezin ji her milletekî re pêxemberek ku bi zimanî milletê xwe diaxive þandiye.

 

Îcar oxiller, weyla min xirrê mam Celal di we kirino, madem xwedê ji her milletekî re pêxemberek þandiye, ka pêxemberê we? Ka pêxemberê ku bi zimanê we diaxivî kîjan bû ûlan? Çima xwedêteala ji her milletî re pêxemberekî ku bi zimanî wî diaxive þandiye, lê pêxemberê we Tirkan tune ha? Yaw pêxemberê/ra we ne dêlika Asenayê be law? Pêxember dibêje ez “Ereb im, Qureyþî me”, çima negot “Ez Tirk im, zimanê min Tirkî ye” oxlimmmmm!?   

 

Axir, çima pêxember kirine Tirk hûn zanin?

 

Çima ku pêxember ji qewmê Ibrahîm Xelîl pêxember tê û li gora wan xwedênegiravî Ibrahîm Xelîl jî Tirk e. De lê binerin lo, li van mexlûqat û zebanîyên çolê binerin û bifikirin law!

 

Ûlan sayin zebanîler, heta bi teyrik û tilûrên serê dar û devîyan jî zanin ku Ibrahîm Xelîl xalis muxlis Kurd e, ji Heranê ye, hemþerîyê serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan e (belkî jî ji Mêrdîn û Mûþê be ma kî zane) û tu bêhna Tirkan jî jê nayê. Îcar Ibrahîm Xelîl li kuuuuuuu û Tirkoler li ku ey hawarrrrrrr!?

 

Îcar hûn zanin bê çima Mihemed pêxember ji Tirkan aciz bû û xwedayê mezin ji wan re pêxember neþandiye gelî misilmanan?

 

Çunkî dêlegura Asenayê ji xwe re wek pêxember dizanîn û sucde jê re dikirin. Yanî, ji wan re haþa xwedê jî, pêxember jî dêlika Asenayê bû. Ji ber vê jî, xwedê ji wan re pêxember neþandiye û pêxember jî ji þeytên zêdetir ji wan aciz bû û digot:”Tirk bixwazin jî nikarin bibin misilman”.

 

Werhasilî kelam, ez serê we neêþînim û we bera ser van nîjadperest û dolheramên Tirk ên wek Zeybek dim gelî xwendevanan, ji berê de dibêjin:”Keça qerecî nabe xatûn” (bila qereçî li min biborin, ev tenê wek mînak tê gotin).

 

Îcar ez bi serê Mam Celal û Serok Barzanî kim, heta meriv kerekî Þamî bera ser kesên wek Zeybek nede, ne dibin insan û ne jî biaqil dibin û hûn sax....

 

Binerin:

Çavkanî:
* Ali Ýmran, 65-67
* Müslim, Fedâil 1.
* Feyzül Kadîr , 338 - 2684.
* .e. 343 - 2695.
* .e. 344 - 2696.
* Tefsiri Ýbni Kesîr, 2522

 

 

 

 

Ez þeytanqûnî bûme, lê hûn?

 

Mela Cemîlê Mûþî- 04/07/09- Mûþ- Bismillahirrehmanirrehîm...

 

Dibêjin ji sala 1960î û vir ve, li seranserê Ewrûpayê zêdeyî 3 hezar mizgeftên Tirkan hatine avakirin û hê avakirina 10 hezar mizgeftên din jî berdewam e. Di avakirina van mizgeftan de Tirk di serê govendê de ne. Lê mixabin Kurdên me ne di serî û ne jî di binê govendê de ne. Wek her karî, di bawerîya ola we de jî dijminatîya hev dikin û heger 1-2 mizgeft ava kiribin jî, narin mizgeftên hev û hetta silava xwedê jî li hev nakin.

 

Ji ber vê nakokî, zikreþî û hesûdîya wan, piranîya Kurdên me diçin mizgeftên Tirkan, li dû wan nimêja xwe dikin û di mizgeftan de têra xwe li propaganda Tirkayetîyê guhdarî dikin. Ev jî dibe sedemek ku Kurdên me zarokên xwe bi mejiyê Tirkayetî û qaþo bratîya îslamê mezin dikin û wan ji ruhê Kurdayetîyê bi dûr dixin.

 

Di vê derbarê de Alîkarê Serokê Karê Diyanetê Prof.Dr.Mehmet Gormez, dibêje ku „Tirkan ji sala 1960î û heta niha zêdeyî 3 hezar mizgeft li Ewrûpayê ava kirine û van mizgeftan di yekîtî û xurtkirina hestên netewî de rolek pir mezin lîztiye“.

 

Ciyê daxê ye ku ji wan Tirkan ji %50 jê bi eslên xwe Kurd in, lê bi navê bratîya îslamê giringîyê nadin Kurdayetîya xwe û xwe wek Tirk qebûl dikin. Ev bi xwe jî ji bo me sosret û rûreþîyek mezin e. Partî û tevgerên ku þûr simbêlê wan nabirre û ji fitne û fesadîyê wêdetir kevirek dananîne ser kevirekî, gelo ji sala 1960î û heta niha li Ewrûpayê çend mizgeftên Kurdan ava kirine û di van mizgeftan de ji bo geþkirina tifaq û ruhê netewî çi xebat kirine?

 

Di vê mijarê de divê mirov Tirkan pîroz bike û xwelîya 101 gundî li serê me Kurdan bike. Tirkan mizgeftên xwe hem wek hêlîna xurtkirina hestên netewperestî û nîjadperestîya Tirkayetîyê, hem wek hêlîna tifaq û yekîtîya Tirkan, hem wek navenda propaganda dewlet û artêþa xwe û hem jî wek xezîna peran bikar anîn û  bikar tînin. Tirkan bi rêya van mizgeftên xwe bi sed milyonan dolar û euro dan ser hev û ji artêþa xwe re, ji dezgehên dewleta xwe re þandin. Tirkan di van mizgeftên xwe de zarokên xwe perwerde kirin, ew ji adet û toreyên xwe bi dûr nexistin û Tirkayetî di serê wan de pijandin. Heger hûn bala xwe bidinê, heta bi zarokên ku li Ewrûpayê çêdibin jî wek Tirkek nîjadperest mezin dibe û tu dibê qey ne li Ewrûpayê lê li bajarê Yozgat yan Rîzeyê mezin bûye. Ewqasî ku Tirkayetî di ruhê wan de tê meyandin.

 

Û em Kurd?

 

Em Kurd jî qûna wan Tirkan dalêsin, didin dû wan, li dû wan nimêj dikin, sibê heta êvarî guhdarîya „dewletîn ve milletin butunlugune, mehmetçîkler, þehitler olmez vatan bolunmez“ û hezar quzilqurtên din dikin, serê xwe di ber van sloganên mela û miftîyên dewletê re dihejînin, pê bi surrê dikevin û 101 naletê li dê û bavê xwe tînin. Em zarokên xwe dixin bin xizmeta wan, bi navê bratîya îslamê wan dikin Tirk, wan ji Kurdayetîya wan bi dûr dixin û bi gotinên „gel oxlim, git oxlim“ 1001 beroþên pelûlê bi serê xwe û Kurdayetîya xwe dadikin.

 

Îcar kî bi xîret û namûs e qerdeþim? Gelo Tirk ji me ne bi xîrettir in gelî Kurdên xwelîliser?

Tirkan li Ewrûpayê zêdeyî 3 hezar mifgeftên xwe ava kirine, ka me Kurdan çend mizgeft ava kirine ey hawaarrrrrrrr!? 

 

Yaw ma hema xwelîliserî û qûnalêsî para me Kurda ye qerdeþim hii? Misilmanên me didin dû misilmanên xelkê, sosyalîstên me didin dû sosyalîstên xelkê, kominîstên me ji xwe qûna kominîstên dinyayê dalêsin, rêberên me dibin Kemalîst û pesnê  Mistoyê Selanîkî didin, dewþîrmeyên Tirk dibin serok û rêberên me û li ser qedera me biryaran didin, keç û xortên me ji bo Kurdistanek azad û serbixwe derdikevin çiyê lê ji bo demokratîk Tirko cimhûrîyetî tên kujtin, law ma ev çi tofan û babelîsk hatiye serê me Kurdan ka kes nabêje ey hawarrrrrr? Çima xelk nadin dû me lê em dibin kurtanê kerên xelkê ji bo xwedê?

 

Ez beicîm babam, wille, bille û tille ez ji kerbê hinek Kurdên me þeytanqûnî bûme yaw, wîî!

Îcar çi tirr ji we hatiye berdan ez wê nizanim wesselam….

 

 

 

 

 Aha ji we re nîþana bêxîretîya me Kurdan

 

Mela Cemîlê Mûþî- 11/04/09-Mûþ- Wey ez bi qurbana gunikên Lotikxanê bim rebbî. Bi hersê telaqan, ne lotikxane be kes derdê dilê me derman nake. Kuro ma Lotikxane neheq e ku dibêje “em Kurd bêxîret û xwelîliser” in? Bi ellawekîl na. Aha ji we re nîþana bêxîretîya me Kurdan.

 

Li ser bextê fitne û fesadên rojnama Zamanê be. Dibêjin serokê Yekgirtûya Îslamîyên Kurdistanê (yan jî Soranistanê) rîhkurt Mihemed Bahaedîn, beþdarî merasîma cendekê dijminê riknê milletê Kurd Muhsîn Yazicioglûyê nîjadperest bûye û fatihayek li ser ruhê wî xwendiye.  Hûn dibînin ne wilo?

 

Hûn bêxîretîya Kurdekanên me dibînin ne? Bila dolheram Muhsîn Yazicioglû li bajarê Mereþ û Pazarcikê bi sedan Kurdên elewî bide kuþtin, bila dijminatîya Kurdan bike û wan wek marê reþ bibîne, û bila serokê Yekgirtûya Îslamîyên Soranistanê jî pêl þeref û xîreta Kurdên bakur bike û beþdarî merasîma xwînheramekî wek Yazicioglû bibe. Îcar emê çi navî li vê bêþexsîyetîyê bikin gelî xwendevanan? Gelo heyetek ji Kurdên bakur biçûya Iraqê û beþdarî merasîma qûnekekî dijminê Kurdan bibûya, wê Kurdekanên baþûr bigotana çi?

 

Îcar Mihemed Bahaedîn begefendî di daxuyanîya sedema beþdarîya xwe de çi bêje baþe? Mêro bê þerm û fedî dibêje:“Navûdengê wî kesî sînorê Tirkiyê derbas kiriye. Windakirina Yazicioglû ziyanek mezin e“ filan û quzê kerê.

 

Mîster Bahaedîn di sala 1995an de Yazicioglû nas dike û dibe mirîdê wî. Cara dawî jî li Stenbolê hevdu dibînin.

Bahaedîn begefendî xwedêgiravî piþtre çi gotibe baþe? Gotiye:“Yazicioglû ji bo wan kesên ku di encama êrîþên Israîlê de brîndar bûbûn xwîn bexþandiye“.

 

De werin û ji îmana xwe dernekevin ey hewarrrrrrr!

 

Law hey te qûna Yazicioglû alasto, tu li ber kuþtina bi sedan Kurdên ku bi destê Yazicioglû hatine kuþtin nakeve, lê tu li ber wan Filistînîyên ku dijminatîya Kurdan dikin dikeve ha. Ma ev e misilmantî û bratîya te oxlim? Ma kesê ku li ber xwîna brayê xwe yê Kurd nekeve û bide dû qûna xelkên din, dibe misilman hê?

 

Law ez teqiyan lo, wille û bille ez beicîm yaw, wîî!

 

Birastî ev dostanîya te û nîjadperestekî wek Yazicioglû ji ku tê Bahaedîn efendî? Te çend milyon dolar ji nîjadperestên Tirk girtiye ku tu beþdarî merasîmên wan dibî baba? Yan te dîroka Yazicioglû nizanîbû? Belê bi telaq te zanîbû! Lêêêêêê!?

 

Nebe ku wî bêrîka te bi dolaran germ kiribe kakaciyan?

 

 

 

 

Partîya Saadetê jî dest bi lotikan kir

 

Mela Cemîlê Mûþî- 18/03/09- Mûþ- Her ku hilbijartin nêzîk dibin, siyasetmedarên dewleta Tirko di xewna xwe de Kurdan dibînin û ji xewê vediciniqin. Kurd tên bîra wan û hesabê çend ra û dengên zêde dikin. Lê ku hilbijartin qediyan, hew deng ji wan tê û dîsa dikevin temara mirinê, Kurdan ji bîr dikin û hew deng ji tirrên wan tên.

 

Welhasil, cewrikên „Turk Mîllî Goruþ“ê, yanî partîya AKP û Saaadet ê dest bi lotikên îmamê çaroxî kirin û Kurd hatin bîra wan. Xwedê ji Yekîtîya Ewrûpayê û ji lotikên PKK razî be. Heger ne ji mîrkutên van herdu hêzan bûya, belkî heta niha jî AKP hebûna zimanê Kurdî qebûl nekiriba û hetta dest bi vekirina TRT6ê jî nekira. Lê dibêjin „Zor gîzerê radike“ gelî xwendevanan. Kurdan bi zora xwe gîzer rakir (hilkir) û Yekîtîya Ewrûpayê jî rê li ber sist kir.

 

Axir, mesela me ne li ser AKP û Erdogan bû, lê partîya Saadetê, yanî a sayin Erbakan bû wesîle canim.

     Piþtî ku tirr di Erbakan û Recaî Kutan de neman, sayin Prof. Dr. Numan Kurtulmuþ bû sereklotikvanê Partîya Saadetê û serê hefsêr xist destê xwe. Yanî, bû serokê Saadet Partîsî ha.

 

Îcar wê Saadet çi bike? Helbet wê ji AKP kêmtir nemîne. Ew jî piçekî biaqil bûne canim, zanin ku lotikên Kurdî pere dikin û Kurd jî xwelîliser û ehmeqên dera han in. Hema çend zîtirkên îslamkî û Kurdîkî bavêjin û mesele temam e. Wê Kurd pê serxweþ bibin û doxîn li wan sist bibe.

 

Rojnama Partîya Saadetê Mîllî Gazete manþeta xwe çi avêtibe baþe? “Em Saadetê dixazin“.  Hem jî bi zimanê Kurmancî haaaaa, pekkkk!

 

Yaw hûn heta niha li ku bûn sayin rîhdirêjên Mîllî Gazeteyê? Yan heta niha hûn bi hebûna Kurdan û zimanê wan nehisiyabûn? Hella hellaaaaa ya siphan ellaaaa!

 

Mîllî Gazete û manþeta Kurdî kuro!

 

Bi sê telaqên bê fitû, go îcar qiyamet ranebe hew radibe û xelas, wîî!  

 

 

Ne fen be ev çi dar û ben e!

Mela Cemîlê Mûþî- 29/11/08- Piþtî ku dewleta Tirko biryar da di televizyona xwe TRT de weþana bi Kurdî bike, îcar diyaneta wan jî rabû ser tapana û got:“ Quran jî kare bi Kurdî bê xwendin qerdeþim, ji xwe mewlûda Kurmancî tê xwendin, çima ne Quran jî“ û lotikek avêt.

 

Gerçî hê tiþtekî esehî tuneye, lê dibêjin ji diyanetê Prof.Dr. Saîm Yepren efendî ji rojnama Akþamê re gotiye.“Tabî canim, Quran jî kare bi Kurdî bê xwendin. Jina min ji min berdayî be tu zirar tê de tuneye. Madem TRT dest bi weþana Kurdî dike, çima Quran bi Kurdî neyê xwendin cîgerim“ filan û bêvan.

 

Ez serê xwe û we neêþînim, miletê herî dîndar û misilman Kurd in. Ji ber vê jî dewleta virqo lîztikên xwe yên dewleta Elî Osman didomîne û bi navê biratîya olê hefsêr dixe stuyê me Kurdan. Helbet xwendina Qurana Pîroz bi Kurdî xweþ e, pêwist e. Lê niyeta Tirkan tiþtekî din e.

 

Berî çendakê Dezgeha Ewlekarîya Netewî a Tirkiyê (MGK) biryar dabû ku li Kurdistanê divê gundek bi tenê jî bê mizgeft û mela nemîne. Û niha jî diyaneta Tirkiyê biryar daye ku heþt (8) hezar waîzên jin biþînin Kurdistanê da ku îcar keç û jinên me ji rê derêxin, wan ji Kurdayetîyê, ji ruhê netewparêzî bi dûr bixin û dîsa bi çîrokên biratîya îslamê wan bixapînin. Di dewletê weye ku keç û jinên me ne misilman in û haya wan ji ola wan nîne. Lê di rastîya xwe de mebesta wan asîmîlasyona keç û jinên me ye. Ji ber ku zimanê me bi xêra jinên me hetanî bi îro hatiye, dolheraman dixwazin vê kanîyê jî biçikînin.

 

Welhasil, ji Qurana Kurdî re erê, lê ji lotikên dewleta Tirko re na!

Ji Kurdên misilman re erê, lê ji misilmanên Kurd re na!

Ji wekhevîya biratîya îslamî re erê, lê ji xapandin û sextekarîya bi navê îslamê re na!

Ji Kurd û Kurdistanê re erê, lê ji koletîya Tirk, Ereb û Eceman re na!

 

Û hûn sax!   

 

 

 

 

Aha ji we re qewadekî xalis û muxlis

 

 

Mela Cemîlê Mûþî- 02/11/08- Mûþ- Bi saya xwedê û serê Lotikxanê emê hê gellek zinêkar û tarikselatên Tirk binasin. Evan bêbavan bi sedê salane ku bi  navê biratîya îslamê me dixapînin û li me siwar tên. Ne tenê me, temamê beþerîyetê dixapînin. Ma bi navê îslamê çi dikin û çi nakin!

 

De ji xwe re (haþa min hizûr) li ker kurê kerê, zinêkar kurê zinêkaran Huseyîn Uzmezê kurê dêlê binerin. (Li min biborin qurban, piþtî vî temenê xwe û melatîya xwe ez xeber û dijûnan didim, lê  ne wisa be kela dilê min hênik nabe).

 

Huseyîn Uzmez parêzer e, lê di rojnama nîjadperest „Vakît“ de nivîskarîyê dike. 78 salî ye, ji bajarê Meletê ye, bavê wî Tirk lê dêya wî Kurd e (bi gotina wî), jina wî 50 salî jê piçûktir e û tirro qaþo misilman e. Huseyîn Uzmez bi xwe dibêje ku, „Rast e, ez tolazekî temam im. Ez heta niha bi gellek keç û jinan re razame (dest avêtiye wan). Baþ bû ku min dest avêt wan (zinê bi wan re kir) yan na wê ew keç û jin bibûna fahîþe (qehpik)“ filan û bêvan.

 

Hûn dibînin newlo? Dêqehpo hem bi navê îslamê wan dixapîne, bi namûsa wan dilîze, wan dike qehpik, û hem jî dibê min ew ji qehpîtîyê xelas kirine û kirine dîndar.

 

Axir, piþtî ku berî çend mehan dest avêt keçikek 14 salî û ker bera ser jina xwe da, sê mehan ket hepsê û bi raporên sexte ji hepsê derket. Îcar mêro çi bêje baþe?

Dibêje: “Hingî cazîba min zêdeye, keç û jin li ku mun dibînin xwe davêjin dawa min û doxînê li min sist dikin” filan û fîstan.

 

 Erê lo, mêro xwedî cazîbe ye ha.

 

Hey min di ke kiro, tu li ku û cazîbe li ku oxlim?  

 

 

 

Waweylê li vê sosretê

 

 

Mela Cemîlê Mûþî- 19/10/08- Mûþê- Niha ez kirasê xwe bidirînim, þaþika serê xwe di rîxê bidim, xwe þût û rût bikim û bi çolan kevim, wê xelk bêjin ma ne Mela Cemîl dîn bûye. Ê ezê çawa dîn nebim bavê min? De ka li halê me Kurda û sefaleta ku em têde ne binerin.

 

Li bajarê min Mûþa þewitî, du eþîret (Pizong û Akinbegî)  di sala 1979an de li ser du (2) gayên cot þer dikin, hev dikujin xwîna hev dirjînin û ev berberî tam 30 salî dajo. Yanî, 30 salî ji bo du gayan dijminatîya hevdu kirine û tam 16 mêr ji hev kujtine. Ga û çêlek dîsa baþ in, ma ne xwelîliserên me ji bo mirîþkekê hevdu dikujin kuro, wîî! Îcar ez dîn nebim bila kî dîn bibe yabo?

 

Welhasil, li ser bextê kerê min be, dibêjin Þêx Nûrettîn Mûtlû piþtî 30 salî ketiye navbera wan û ew li hev anîne. Piþtî 30 salî haaaa!? Piþtî têra xwe ji hev kujtin îcar qaþo þêx efendî dikeve navbera wan û wan li hev tîne, heheyyyyy! Bi xwedê te tirr ji meselê berda þêx efendî! Ma heta niha tu li ku bûyî yabo qurban? Ma piþtî kujtina 16 mêran lihevanîn hat bîra te ezîzim?

 

Kuro bi namûsa mêrê berê qenc û xweþ tê serê me û xelas. Ma ku em Kurd xwe nas nekin û ji bo mirîþk û çêlekekê hevdu bikujin, çima wê þêx û axa û begên dewletê hefsar nexin stuyê me û li ser piþta me govendê negrin haa!

Bi namûs em xerabe ne, em nehêjane pîvazekê û hûn sax!