Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Bila bi agirê cehnemê be û ne bi fatîhe û nimêja Tirkan be!

Sofî Xelef-20/12/07-Sofîyê Civata Lotikxanê- Dewleta Hacûc û Macûcan, yanî dewleta ku ji kesên “doþirme, xwînheram, þorbe û çeqilmast” pêk hatiye, radibe di bin navê “bratîya îslamî” de lotikan li Kurdan dixe û mala xwe dibe mîratê. Tirkên ku di hedîsên Mihemed Pêxember de wek “Tirk nikarin bibin misilman” tên destnîþan kirin û þerê li dijî wan ferz tê dîtin, îro radibin xwe wek nûnerên îslamê dibînin û qaþo misilmantîyê dimeþînin.

Dewleta terorîsta Tirk bi rêya Sazîya Dîyaneta xwe a derewîn, dînê îslamê jibo berjewendîya dewletê bikartîne û dînê îslamê li gora daxwazên dewletê dikin lastîk. Bi vê lastîkkirinê dînê îslamê bi ku de bikþînin bi wir de dibin.

Werhasil, dibêjin Ebûqatê Amedî Cîhan Aydin nameyek ji Serokatîya Karûbarên Dîyaneta Tirk re þandiye û pirsîye:”Gelo caîz e di cenazeyên PKKî yan de nimêj bê kirin?” Cîgirê serokê diyanetê serker Mehmet Kaya jî bersivek daye û gotiye:”Kesên ku ne misilman in, ew kesên ku dê û bavê xwe dikujin, ê li dijî dewletê radibin, nimêja wan heram e û nayê kirin” filan û jehr û ziqûm.

De îcar li vê ecêba xwedê binerin! Yekî xwenda, ebûqat (ku ji sedî hezar zane bê wê bersiva dîyaneta dewletê çibe) radibe pirsa nimêja PKKî yan ji sazîyek dewletê dike û weke ku PKKî ne zarokên vî welatî bin difikire. Ê qardeþim, sayin Ebûqat Cîhan beg, madem tu ji misilmantîya PKKîyan di þik û fikarê de ye, çima tu doza wan digrî ser xwe hêê? Yan gava te doza wan girt ser milên xwe, çima tu pirsa nimêja cenazeyên wan diki?

Werhasil, aha misilmantîya Tirkan ev e.

Îcar, heger xîret û namûs bi Kurdên misilman re hebe, heger hîna jî bi derewên bratîya îslamî bidin dû cewrikên dêlegura Asenayê, ji wan Kurdan kafirtir insan tunene û xelas! Law hûn bi çi wîjdanî didin dû misilmanên ku nimêja cenazeyên zarokên we heram dikin hey agir bi mala we ketino!

Yabo bila bi wî agirê cehnemê be û ne bi nimêj û fatîhayên Tirkên xwînheram be û xelassssssssssssssssssssssssss!