|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Ezbenî eve soza me nebû
Cengoyê Xemcivîn- 14/06/09-Duhok-
Serokê minê hêja û xebatkar !
Heyrana te bim, ma soza me eve bû qurban ?!
Li rojên reþ û giranên þoriþa Gulanê çend cara te kerem kir û ji me re got:” Hûn þêrên Kurdistanê ne, bi qasî bilindiya çiyayên Kurdistanê þeref û þanazî li we dibare, roja ku em serkevin emê xweþtirîn jiyan ji bo we û malbatên we temîn bikin, emê caþ û Kurdên xwefiroþ bikin xulam û xizmetkarên we” !!!
Wella ezbenî we pir xweþ gotibû û me jî her rojê davête ser fewceka dujmin û hineka ji me lingê wan qut bûn, hind jî dest û em mîna dara kezaxtî lêhatin heta me Kurdistan anî vê qonaxê. Lê qurban, nizanim haya te jê heye yan ne ku piraniya me “ þêrên” wê demê rezîl bûne û ketine ber dîwara, wellehî dilê kafira bi me diþewite. Ne jiyaneke bextewer û ne jî rûmet û rêzgirtin me nedîtin.
Serokê minê hêja !
Ma ev tenê ?
Bi vê jî dev ji me bernadin, caþ û xwefiroþên wê demê û Refîq mefîqên Baasî anîne û li ser serê me kirine Emê Gozê û li þûna ew bibine “xizmetkarên me” welle ezbenî em kirine berdest û xizmetkarên wan. Mîna Mihemed Þêxoyê nemir dibêje “ ser da ji pîsa re em kirne henek “.
Ji axayên serok caþ re îro her tiþt didin mîna: Xanî, erd, trombêlên herî nû, berpirsatî, perê kuçkê ( dîwanê), miaþê xulaman ûûûûûûûûûûûûû pir tiþtên din ku di rûyê te de fedî dikim bêjim, û ji me jî re kirêçîtî, hejarî, rezalet maye.
Ezbenî, Evdalê Zeynê rezîl bû lê wî karî stiraneke pir xweþ bi halê xwe bistirê, lê a me kesek tune stiranekê jî bi ser vî halê me ê kambax de bilorîne û bêje:
Pêþmergê mino lawooo
Taþt nanê req û þîv çawoo
Duh qehreman îro li erdê mawoo
Te Kurdistan rizgar kir....
Lê xwar caþê Bexdawoo
Hewara min ji serok bê...
Li hewara mawoo
14/06/09- Duhok
Cengoyê Xemcivîn
ferashin1976@hotmail.com